Fermandarekî Supaya Pasdaran û 3 pasevan li ser sînorê Iraq û Sûriyê hatin kuştin

Fermandarekî Supaya Pasdaran û 3 pasevan li ser sînorê Iraq û Sûriyê hatin kuştin

.

A+A-

Medyaya Iraqî ragihandiye ku îro fermandarekî Supaya Pasdaran a Îranê û 3 pasevan li devereke sînorî yê navbera Iraq û Sûriyê hatin kuştin.

Li gor medyaya Iraqî, vê sibê Fermandarê Supaya Pasdaran a Îranê Muslim Meşehdan, ligel sê pasevanên li ser sînorê navbera Iraq û Sûriyê hatin kuştin.”

Her çiqas heta niha ti daxuyaniyeke fermî li ser sedema kuştina wî fermandarî û pasevanan nehatiye ragihandin jî, lê li gor gotinên çend jêderên agahdar ji medyaya Iraqî re ragihandine ku Muslim Meşhedan û her sê pasevan, di êrîşa firokeyeke bêfirokevan a Îsralî de hatine kuştin.

Ev di demekê de ye ku berî çend rojan, li paytexta Îranê bajarê Tehranê, zanayê atomî yê Îranê Muhsîn Fexrîzade ji aliyê hejmarek çekdaran ve rastî êrîşekê hat û ew û çend pasevanên wî hatin kuştin û Îranê jî Îsraîl bi encamdana vê êrîşê tohmetbar kir.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin