Evîna Hemê Şivan û Zeynê: 4

Evîna Hemê Şivan û Zeynê: 4

Diyar Budak

A+A-

Hemo û Zeynê ji ser pişta kehêlan nehatin xar û tim û tim bi bayê bezê ajotin. Ji gelek banî û zozanan derbas bûn û ber bi êla Dilî Begê çûn..

Piştî rêwîtîya roj û şevekî şûnda li ser kanîyekê sekinî, ji hespên xwe peyabûn û çûn li ber kanîyê rûniştin. Av weke çawkanî ji bin erdê derdiket û bi sar û zelalîya xwe berbijêr diherikî. Dora çawkanîyê hemû ji darê bîyan, qamiş, gisunç û sakolan va hatibû nixamtin. Sîya darên bîyê di ser çavkanîyê da hatibû xwarê. Ew ji hidûdê mala bavê Zeyne dûr ketibûn û nêzikî Qonaxa Dilî Begê bibûn…

Hemê awa zelal dît û bi dîtinê ra dilê wî yê tî av dixwast. Li Zeynê vegerîya û got:

Zeyneb Xanê, em şopikî bisekinin, kehêl jî bila westa xwe bigirin. Em jî ji vî ava sar û zelal awekî vebixwin, dest û rûyê xwa bişon. Bila bala me vegere. Junî û tilorên me ser pişta hespan tevizîn. Em hinek qayt dora xwa bikin û vê hişênayîyê bîn bikin. Li kêrta hember mêze bike, pezkuvî diçêrin li gel karîken xwe. Temaşe bike li hêşînayîya zozanan, çiqas rengînin. Herderik giha, çîm, gulzerik û daristan e… Nefel, gulê meha Gulanê, rihan û zembûr çi xweş bîhn didin. Nuha ez dixwazim li ber vê çawkanîyê maçikî ji sûretê teyê hînarîk bistînim. Dilê xweyê din û har, bi eşqa te teselî bikim Zeynê.
Zeynê gotinê Hemê birrî û got:

Hemo meke, hîn tehlike derbas nebûye. Em hevekî behna xwe bigirin û rîya xwe berdewam bikin. Sekinandina li vê deştê ji bo me xeternak e. Meke Hemo serê me da îşan vemeke.
Hemo:

Zeynê heta nuha min tim li te guhdar kir û ji gotina te derneketim. Nuha şunda jî dor dora te ye û divê tu li min guhdarî bikî. Ez heft sal e li du te digerim. Êdî min zêde li dû xwe megerîne…
Zeynê:

Tu çawa dixwazî wî bike Hemo. Got û dengê xwe birrî.
Hemo û Zeynê, herduyan gotinên xwe ji hev ra gotin. Dûra Hemo hevsarê hespê xwe kişan û ber bi Zeynê çû. Bi destê xwe yê çepê hevsarê hespê zexm girt, bi destê rastê jî Zeyn hemêz kir û ber bi xwe kişand. Porê ku di ser bejna Zeynê ya dirêj da hatibû xwarê, mina gulên ser Çîyayê Munzur û silbûskê bihn dida. Hemo xwest, destê xwe li bejna wê bipêçe, lê Zeynê jibo vê yekê hin ne amede bû.

Li çavê Hemê mêze kir û got:

Malxirabo tu heft salan li benda min bûyî. Te tim sebir kir, niha jî hinek sebir bike. Jibîra meke, ez jî li benda te pir sikinîm. Hemo, evîna dilê xwa rabigire. Em hê bê cîh û bê wa rin, hê jî bê mal in.
Hemo bi dilekî şermok bersiva Zeynê da û got:

Tu cawa dixwazi ezê jî wusa bikim.
Hemê herdu kehêl bi qeydan û gavîyan berdan çêrê. Vegerîya bi destê Zeynê girt û çûn ser çawkanîyê.

Berê Zeynê dest û sûretê xweyê hinarî şûşt. Porê xwe yê direj û xelek vekir. Ji eşqê dilê Zeynê lêdixist, dogot qey weke kevokên derê biharê ji singê wê derdiket û difirîya. Zeynê ji kêf û eşqa dilê xwe gelek bi kelecan bû.

Hemê serê xwe ber bi Zeynê dirêj kir, porê wê weke takrihanê bihn kir û maçek li hinarîkên wê danî. Hesret û stresa dilê wi yê piçûk daketî bu. Hemo bixwe jixwe ra got, „ez dixwazim, gawekî zû gel te bikevim zikratê û hêlînek Kurdî jixwe ra çikim Zeynê.” Lê ev daxwaza xwe ji Zeynê ra eşkere nekir. Ji Zeynê şerm dikir. Hinekî di cîhê xwe da bêdeng û bê qisedan sekinin, dûra hêdîka ji cîhê xwe rabûn. Zeynê da pêşîyê û Hemo jî li dû wê çû. Hêmê ji piştra li Zeynê mêze dikir û di dilê xwe da digot, çiqas nazdar û bejn tenik e.

Ji dûr va dengê bulura şivanan û kalîna mîyan dihat. Li bin sîya darên bîyê rûniştin û ^turikê xwe dan ber xwe. Ji tûrik nanê sêlê, penîrê Berîtyan û hunguvê mêşan derxistin. Bi bîhna zembur, anix, gul û sosinan taştêya xwe kirin. Piştî xwerinê xewekî giran ket çavê Hemê. Li Zeynê vegerîya got:

Zeynê canê, xewa min tê. Daxwazeke min ji te heye.
Zeynê:

Çîye, bibêje Hemo.
Hemê:

Ez dixwazım serê xwe daynim ser jonîyên te û demekî rakewim. Çerhebe em ji hidudê tirsê rawirtine. Ji hidudê mala bavê te derbas bûn û ji gond jî pir d^rrketin.
Zeynê:

Mala te xirab nebûyo! Wa çi qezî ye tu dibêjî. Em rêwî ne, ji me ra çûyîna rê lazim e. Te ez revandim û anîm vê deştê, ez di bextê tê da me, min rezîl meke.
Hemê lê wegerand û got:

Tu tiştek nabe Zeynê! Dilî Beg merovekî sî giran e. Em ku bêxew çûn cem wî, baş nabe. Ez naxwazim di cemaata Dilî Begê da tere-ture, baş û şaş qise bikim. Ez naxwazim xwe û te şermezar bikim. Bihêle ez şopekî ji xwe ra rakevim û bîhna xwe bigirim. Hişê min bila were serê min. Ez pirr bê xewim û nikarim li ber girtina çavên xwe bisekinim. Dixwazim bi aqilekî zindî derkevim hizûra Dilî Begê.
Dûra dest bi stranê kir û ji Zeynê ra hestê xwe wiha anî ziman:

Zeynê tu gula min a zerîn û bê warî
Heft salan li benda te mam, ser min da berf barî
Gulîyê porê te bîhn didin, mîna dara hinarî
Weke gulên nuh pişkivîn li ser çiyaê Tarî ****
Hemo mîna silbuskê her tim ji bo te dinalî
Ew negihîştîne hew, lê em bighên eşq û evîna xwe vî carî
Te li min kirîye rik, weke baranê tu çi dibarî
Naxwazim tu hember kesî bibî histûxarî
Radibim di wextek kin da, hîn ser me da nebûye şevtarî
Heta kîngê tu yê li ser min da bibêjî û bikalî
Dixwazim bikevim xewa şîrîn, li bin sîya vî darî
Bila Dilî Beg safî bike û me derbixinê ji vî halî
Mera alîkar be Baba Duzgun û şahê merdan Alî
Bihele li ser çoka te çawên xwe hewdim cem vî baxirî

Zeyne gotinên Hemo bihîst û bi bihîstinê ra jî teselîya wê ket û ji Hemora; “Çawê te dibirre rakeve, nabirre ramekeve, got û bi stranek rewşa xwe anî zimîn.

Ay lo, ay lo, Hemo dilê min dilorîn e
Evîna te kezeba min kirîye kûl û birîn e
Kehêlên di bin birayên min da secerelîne
Malxirabo, her sê jî fermanlîne
Salê carê memurê devletê tê û dixwîne
Baytarek tahîn dibî, ji bo derzîyan ledixîne
Û hemû di histûyên hespan da dardakirîne
Wexta ku dikevin rê mîna brûskan wedijîne
Konaxa 24 saetan, 24 deqîqan da rê digîne
Kehêlên birayên min di rê da mina hulîne
Bê sekinandin tim û tim di rê da rêvîne
Lingê wan toz û dumanê ji erdê hiltîne.
Wexta ku dikevin rîya dur wêsê xwe nastîne
Bextê tê te da me, min bi dare zorê şûnwa venegerîne
Ez bikewim dest birayên xwe; ji min ra mirine
Bawer bike ewê ji min bigirin xwînê û jîne
Heyfa xwe ji wê min û te bigirîn
Hemo înata te ne ji aqlî û bi zanîne
Min mede fedîkirin li vê çolê, te ez anîme
Bi qeziyan û misletan min nexapîne
Ez dizanim cawên te da xew nine
Vê deştê da min bê hewî mehêline
Rabe em biçin, ruhê min mepelixîne

Zeyne strana xwe qedand ji Hemo ra careke din got:

Tu gotina min dikî, rabe em neskinin û biçin. Birayên min li du me ne. Ez helma wan paş histûyê xwê da dihesibînim. Ew me bigirin û ewê me herduyan jî bikujin. Ez hêsire destê te me, rabe em herin…
Hemê:

Ez nikanim ji cîyê xwe bilivim. Xewê pirr zor daye min. Bihêle ez li vir hinekî rakewim Zeynê
Zeyne dîsa dest bi stranekê kir û got:

Hemo rimê dest birayê min di serê xwa pîj in
Xençerê wan bi kewirê pixtokî hatine suandin, mîna jîletan gelek tuj in
Her sê birayên min di cengê da bê însaf û mêrkuj in
Bikevin naw şerê giran, gelek kesan birîndar dikin û dikujin
Ezê carak din, bîra te bixinim û ji tê ra bibêjim
Va gitina min a dawîyê ye, ez jivir şûnda tiştekî nabêjim

Hemo ji me ra rê lazime, rabe em biçin. Kehêlê me heta du, sê seatan me digînin konaxa Dilî Begê. Ez hêsîrê te me Hemo. Te ez revandim û anîm, lê min li vê deştê rezîl meke. Ez firarê ber destê teme. Rabe em ber bi qonaxa Dilî Begê biçin, hîn roj di ser me ra neçûye ava, Hemo…

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin