Sûdanî bangî hêzên ewlehiyê kir: Êrişkaran desteser bikin

Sûdanî bangî hêzên ewlehiyê kir: Êrişkaran desteser bikin

.

A+A-

Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ji hêzên ewlehiyê yên welatê xwe xwest ku "bi lez" wan kesên êrişî Otela Reşîd, Qada Petrolê ya Mecnûn, Balyozxaneya Amerîkayê ya Bexdayê kirine bibînin.

Mihemed Şiya Sûdanî got, "Ewlehiya welat xeta sor e."

Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Sebah Numan daxuyaniyek belav kir.

Numan diyar kir ku Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar Mihemed Şiya Sûdanî ferman daye hemû dezgehên ewlehî û îstîxbaratê ku li pey êrişkarên êrişan bigerin û wan radestî dadgehê bikin.

Li gorî daxuyaniyê, di nava çend saetên borî de Qada Petrolê ya Mecnûnê ya li Besreyê, Otela Navneteweyî ya Reşîd û Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê rûbirûyî "êrişeke terorîstî" bûne.

Sebah Numan di berdewamiyê jî de got, "Ev karên tawankarî dê encamên xeternak li ser welat bikin û hewlên hikûmetê yên ji bo avakirin û bipêşketinê asteng bikin."

Sebah Numan da zanîn ku Sûdanî tekez kiriye ku ewlehiya dewletê û silametiya welatiyan xeta sor e.

Fermandarê Giştî yê Îraqê her wiha biryar da ku her fermandar û berpirsê ewlehiyê yê ku di karê xwe de xemsarî kiribe û nekarîbe rê li ber van êrişan bigire, lêpirsîn pê re were kirin û were cezakirin.

Derengiya şeva borî bi dronê êrişî Otela Reşîd a li Bexdayê hat kirin.

Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê ragihand ku dron li banê otelê ketiye û ti ziyan çênebûne.

Her wiha 13ê vê mehê jî Qada Petrolê ya Mecnûnê bi dronan hatibû armanckirin ku qad yek ji qadên herî giring ên Îraqê ye.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin