
Hewlêr û Bexdayê li ser şandina petrolê li hev kir: Hinartin sibe dest pê dike
.
Wezîrê Petrolê yê Îraqê Heyan Ebdulxenî ji Rûdawê re ragihand ku wan li gel Herêma Kurdistanê ji bo hinartina petrola Kerkûkê ya bi rêya Herêma Kurdistanê gihîştine rêkeftinê.
Wezîrê Petrolê yê Îraqê Heyan Ebdulxenî ji Rûdawê re got, “Rêkeftina ji bo hinartina petrolê sibe dikeve warê pêkanînê û saet 10:00an hinartin dest pê dike.”
Heyan Ebdulxenî diyar kir ku petrola Kerkûkê dê bi rêya boriyê were hinartin û di nava du rojên bê de dê rojane bigihe 250 hezar bermîlî.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî li ser vê mijarê daxuyaniyek belav kir. Mesrûr Barzanî got, “Bi liberçavgirtina rewşa neasayî ya ku welat pê re rûbirû bûye û ji bo derbaskirina vê rewşa dijwar, me biryar da ku di demeke herî nêzîk de rê bidin ku petrol bi rêya boriya Herêma Kurdistanê biçe.”
Mesrûr Barzanî daxuyand ku dê dan û standinên wan ên li gel hikûmeta federal a Bexdayê bidomin da ku astengiyên li ser hawirde û tevgera bazirganî ya li Herêma Kurdistanê werin rakirin.
Her wiha wî tekezî li ser dabînkirina garantiyê ji bo şirketên petrol û gazê kir da ku karibin bi silametî dest bi hilberînê bikin.
Wezareta Petrolê ya Îraqê daxuyandibû ku wan daxwaz ji Hewlêrê kiriye ku petrola Kerkûkê bi rêya boriyên Kurdistanê bişînin bendera Ceyhanê lê Herêma Kurdistanê ev daxwaz red kiriye.
Piştî vê daxuyaniyê Wezareta Çavkaniyên Siruştî ya Kurdistanê ew îdia red kiribûn.
Beriya ku îşev Parlamentoya Îraqê li ser vê mijarê bicive, ev rêkeftin hate kirin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin