
Destûr hat dayîn ku çekên welatên biyanî di ser Tirkiyeyê re derbas bibin
.
Di demekê de ku şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê di roja 18an de didome, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan biryareke krîtîk îmze kir.
Bi vê biryarê, rê hat vekirin ku çek, amûr û kel û pelên leşkerî yên welatên biyanî di ser axa Tirkiyeyê re derbasî welatên din bibin.
Di Rojnameya Fermî de hat weşandin
Biryara Serokkomariyê ya bi hejmara 11068an, doh (17ê Adarê) di Rojnameya Fermî ya Tirkiyeyê de hat weşandin.
Li gorî biryarê, êdî amûrên şer ên wekî çek, cebilxane, parçeyên rezerv ên leşkerî, teqemeniyên leşkerî û teknolojiyên girêdayî wan dikarin di herêma gumrikê ya Tirkiyeyê re bi awayekî "transît" derbas bibin.
Li gorî hûrgiliyên biryarê, ji bo derbasbûna van kel û pelên leşkerî yan jî ji nû ve hinartina wan, divê serlêdan li Wezareta Bazirganiyê ya Tirkiyeyê bê kirin.
Wezaret dê piştî wergirtina nêrîna saziyên pêwendîdar biryarê bide ka dê destûra derbasbûnê bide yan na.
Gelo pêwendiya biryarê bi şerê Îranê re heye?
Ev biryara Erdogan di demekê de hat ku şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê kete roja 18an.
Ev şer 28ê Sibata 2026an dest pê kiribû.
Ji ber vê yekê, dema derketina vê biryarê di nav raya giştî û medyaya Tirkiyeyê de bû sedema nîqaşên germ.
Gelek alî dipirsin, “Gelo pêwendiya vê biryara veguhastina amûrên leşkerî, bi êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê re heye yan na?”
Her wiha daxwaz tê kirin ku hikûmet derbarê mijarê de daxuyaniyekê bide.
Dixwazin bizanibin ka gelo ev biryar ji bo piştgirîkirina şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê hatiye standin yan na.
Lê belê heta niha ji aliyê hikûmeta Tirkiyeyê ve derbarê pêwendiya biryarê û şerê li herêmê ti daxuyaniyên fermî nehatine dayîn.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin