Etîketa qehweyeke ji dawîya salên 1700'î mayî: Chicorée au Kurde

Etîketa qehweyeke ji dawîya salên 1700'î mayî: Chicorée au Kurde

Amed Çeko Jîyan- Etîketa qehweyeke ji dawîya salên 1700'î mayî: Chicorée au Kurde

A+A-

Amed Çeko Jîyan*

Sal 2010 yan 2011 bû. Min û xwedîyê Pirtûkxaneya Sarayê, hêja Goran Candan, ku me hev bi rîya birayê min ê hêja Can Êzîdxeloyê şarazayê zaravayên kurdî nas kiribû, li Amedê hev dît. Kekê Goran, mala wî ava, etîketeke berhemeke ku li serî “chicorée au kurde” dinivîsand li gel çarçoveyeke delal, wekî dîyarî da min. Wî wê demê pêşnîyar kiribû ku ez bikevim pey şopa çîroka vê etîketê. Wê demê ji bilî hin agahîyên negirîng, ez negihîştim ti agahîyan.

Min li ser dîroka qehweyê hinek lêkolîn kir. Lê li tu deverê laqî qehweyeke bi navê “Qehweya Kurdî” nehatim. Di nivîseke ji salên 1860'î mayî de, behsa rêbaza çêkirina “qehweya Yemenê” tê kirin. Di nivîsê de tê dîyarkirin ku qehwe di ser Dewleta Osmanî re hatîye Ewropayê. Lê qehweya hatîye Ewropayê, ne ew qehweya ku îro dibêjinê “Qehweya Tirkî” ye lê “Qehweya Yemenê” ye ku îro jî li Ewropayê dibêjinê “Mokka”.

Bêyî ku ji mijarê dûr bikevim, dixwazim bi kurtî behsa Qehweya Tirkî û Qehweya Yemenê bikim. Qehweya Yemenê ku di salên 1600'î de hatîye Ewropayê û hê jî bi navê Qehweya Mokkayê tê naskirin (Mokka navê bajarekî Yemenê ye), ji Qehweya Tirkî hinekî cudatir e. Ya rast, Qehweya Tirkî ji Qehweya Mokkayê hinekî cudatir e. Tirkan, rêjeya qelandina libên qehweyê û hêrana wê hinek guhertîye û navê “Qehweya Tirkî” lê kirîye. Jixwe qehwe li her dera cîhanê heman qehwe ye, lê qelandin, hêran û rêbaza çêkirinê qehweyan ji hev cuda dike. Tirkan jî li gorî kêfa xwe hin guhertin çêkirine û navê wê danîne Qehweya Tirkî. Û xwedî li wê Qehweya Tirkî derketine.

Li gorî agahîyên di pirtûka nivîskarê birêz Mehmet Oncu ya bi navê “Meyîr”ê de -ku Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê di serdema şaredartîya Osman Baydemir de çap kiribû, kurdan jî rêbazeke xweser ya çêkirina qehweyê heye û wekî birêz Oncu nivîsandîye, navê vê qehweya kurdî “Qehweya Malê” ye. Wekî “Nanê Malê”, “Rûnê Malê”. Taybetîya vê qehweyê ev e ku libên qehweyê bi kajîle û kakilê gûzan re tê qelandin û piştî kakilê gûzan ji navê tê derxistin, libên qehweyê û kajîleyê bi hev re tên hêran û bi rêbaza Qehweya Mokkayê tê çêkirin. Tarîfa Qehweya Malê ku pêkan e piştî xwedîlêderketinê navê wê bibe Qehweya Kurdî, li dawîya nivîsê ye.

Hêjayî gotinê ye ku li Sûrîyeyê kurd û ereb jî kajîleya hêrayî dixin nav qehweyê û gelek markayên qehweyên erebî hene ku tê de kajîle heye. Ango çêkirina qehweyê li nav miletên Rojhilata Navîn kêm zêde dişibe hev. Lê qehweya di salên 1600î de gihîştîye Ewropayê, îro li Ewropayê bi gelek awayên cuda tê çêkirin.

Piştî kurtelêkolîneka li ser etîketa navborî, ez negihîştim tu encaman û min dev ji lêkolînkirina çîroka “chicorée au kurde” berda.

Paşê, van çend salên dawîyê min li ser înternetê nivîs û parvekirinên li ser vê etîketê dîtin ku ji bilî yekê didoyan, hemû bi tirkî bûn. Bi piranî digotin, ev etîketa pakêta “qehweya kurdî” ye. Mebest ji “qehweya kurdî”, wekî di wan nivîs û parvekirinan de dihat dîyarkirin, “qehweya kizwanan” bû.

Di hin parvekirin/nivîsan de digot, “ewropîyan qehwe bi kurdan nas kirîye”, “Qehwexaneya Qehweya Kurdî ya pêşî ya li Fransayê di sala 1654'an de li Marsîlyayê hatîye vekirin”, “qehweya ku dibêjinê ‘Qehweya Tirkî’ bi eslê xwe ‘Qehweya Kurdî’ bû” û gelek agahîyên din yên bêbingeh yên bi zimanê tirkî. Ya rast, tirkan ji me gelek tişt dizîne (stran, xwarin, takekesên dîrokî, pez, mirîşk û beşeke mezin ya welatî) lê ne qehwe.

Her çend mehan carekê li ser medyaya civakî bayek radibe û dibêjin nizanim kurdî wisa pêîketî ye, wisa xurt e, bi zimanên cîhanî re qayîşkêşanê dike, ji tirkî re dibêje de here bi wê de, nizanim çi û çi.

Meseleya Wîkîferhengê ku yek ji wan bayan bû, wê çendê hanê bû ku gelek kesan di parvekirinên xwe û di hin malperan de digot kurdîya ku di rastîyê de yek ji zimanên herî paşvemayî/paşvehiştî ye di nav hemû zimanên cîhanê de 9'emîn zimanê pêşketî ye? Rastîya meseleyê ew bû ku xebatkarên Wîkîferhenga kurdî gelekî baş xebitîne.

Nizanim çima, kurdên tirkîhez ji bo veşartina tirkîhezîya xwe her car serî li rêbaza pesindana kurdî û biçûkdîtina tirkî didin. Qey di meseleya “Qehweya Kurdî” de jî tişekî wisa hebû.

"Vaşê Zerencan"

Li ser zêdebûna gelek agahîyên bêbingeh, ya rast min nedixwest li ser vê etîketa li serî “chicorée au kurde” ango “chicoreya kurdan” dinivîse lêkolînekê bikim. Heta ku di dawîya 2019'an de, dilsoza kurdî birêz Incil Selçûk xanimê li ser Facebookê bi nivîseke kurdî girêdanka nûçeyeke bi tirkî parve kir. Di nûçeyê de behsa gîyayekî ku digot navê wê yê bi tirkê “Hindiba” ye dikir û digot ev gîya di nav 48 demjimêran de hucreyên kanserê parçe dike. Nivîskar û weşangerê kurdî birêz Roşan Lezgîn li bin parvekirina birêz Incil xanimê şîroveyeke têr agahî danîbû, ji bo navê wê yê bi kurdî jî nivîsandibû "vaşê zerencan’ yanî gihayê kewan” û gotibû ku ew vî gîyayî pir dixwe. Şêxekî êzdîyan ku me hev li Almanyayê nas kiribû jî pir behsa vî gîyayî dikir û wî digot, “ev gîya dermanê min e”.

Gîyayê ku di nûçeyê de digot navê wê yê bi tirkê “Hindiba” ye, gelekî bala min kişand. Loma ez li ser înternetê li çavkanîyên bi zimanê înglîzî gerîyam. Di gelek çavkanîyan de behsa fêdeyên vî gîyayî dikin. Fêdeya wê ya sereke, wekî birêz Roşan Lezgîn behs kirî, antîtoksîdanîya wê ye. Wekî bûme şahid, kurd belgên wî yan xav yan jî wekî pincarîyê dipijînin û dixwin.

Lê qehwe û ev gîyayî? Gelo ew qehweya li ser etîketa wê bi zimanê fransizî dinivîse, “chicorée au kurde” ev gîya ye?

"Çeqçeqe"

Dibêjin, derewên gelek caran tên dubarekirin, ji rastîyan zêdetir pêbawer dibin. Loma, dibe ku ji ber zêdebûna van agahîyên bêbingeh be, malpera Wikipedîyayê ya bi zimanê fransizî jî heman wan agahîyên bêbingeh dide û dibêje “chicorée au kurde” “qehweya kizwanan” e. Di Wikipedîyaya înglîzî û ya kurdî de di navbera Qehweya Kizwanan û “chicorée au kurde” de tu pêwendî nayê danîn lê di wikipedyaya fransizî de navê qehweyê bi sernavê tirkî “Menengiç kahvesi” hatîye nivîsandin û di naverokê de jî “chicorée au kurde” dinivîse. Li gorî ferhengê, wate “chicoréeya kurdî” ye. Heçî “chicorée” ye, ferheng dibêje înglîzîya wê “chicory”, almanîya wê “Chicoree” û tirkîya wê û erebîya wê heman peyv e û “hindîba” ye. Ango ew gihayê di nûçeya parvekirî de behsa wî tê kirin. Di wîkîpedyaya kurdî-soranî de wêneyê heman gîyayî heye û dibêje navê wî “çeqçeqe” ye.

Qehweyê kewan çawa tê çêkirin?

Dibe ku ji ber ez zimanê fransizî nizanim, min şopa wê ya li Fransayê/Ewropayê nedît. Lê di malperên înglîzî de behsa qehweyekê tê kirin ku ji qurmê vî gîyayî tê çêkirin. Di malpereka amerîkayî de rasterast tarîfa çêkirina vê qehweyê jî heye ku wisa ye: Chicory coffee is a beverage made using the roots of the chicory plant, which are roasted, ground and brewed into a coffee-like drink. (Qehweya gîyayê kewan, bi qurmê gîyayê kewan tê çêkirin ku qurm tên qelandin, hêrandin û dibe vexwarineke wekî qehweyê.)

Li gorî malperên Amerîkayê, qurmê gîyayê kewan piştî tê qelandin û hêrandin, mirov dikare wê wekî qehweyê çêke û vexwe yan jî wekî kajîleyê li nav qehweyê bide û wisa çêke qehwe û vexwe.

Di malpereke din de jî li ser dîroka vê qehweyê dinivîse ku ev qehwe di salên 1800î de ji Fransayê hatîye Amerîkayê. Jixwe etîketa navborî jî bi zimanê fransizî ye. Ji nivîsên din yên li ser etîketê xuya dike, ev qehwe ji alîyê Marcel Godard ve li Awoingta Cambraîyê -bajarokeke Fransayê- hatîye hilberandin. Ji Kartvîzîta wî xuya dibe ku şirketa wî di sala 1792'yan de hatîye damezirandin.

Ne qehweyê kizwanê ye lê...

Piştî van lêkolînan, dîyar dibe ku “chicorée au kurde” ne “Qehweya Kizwanê” ye lê qurmê gîyayê kewan yê qelandî û hêrayî ye ku wekî qehweyê û di nav qehweyê de jî tê vexwarin.

Dibe ku ev qehwe demekê li Kurdistanê jî wekî “qehweya kizwanan” û wekî “qehweya malê” dihat naskirin û vexwarin. Her wisa dibe ku tenê ji ber başbûna aromaya gîyayê kewan yê Kurdistanê, karsazê fransizî ev nav lê kiribe. Jixwe ji wêneyên gelek etîketên din dîyar e, vî şirketî gelek berhemên din yên ji gîyayê kewan hilberandine. Loma dibe ku îhtîmala duyemîn rast be.

Qehweya bê kafeîn

Di vê lêkolînê de min dît ku di hin malperên modeyê de behsa vê qehweyê tê kirin û dibêjin ji ber ku tê de kafeîn tune ye, mirov dikare bişev jî vexwe û loma trenda nû ev qehwe ye. Vê qehweyê ne tenê li nav qehweya adetî didin, her wisa li nav qehweya ji zadên qelandî û hêrayî jî didin.

Berîya temamkirina vê nivîsê, min ji înternetê sparîşa vî qehweyê da û li malê çêkir. Tama wê ji tama qehweya adetî pir ne cudatir e. Wekî kajîleyê aromayeke wê ya gelekî taybet tune ye lê bi rêbaza qehweya fîltreyê gelekî xweş çêdibe.

Çêkirina qehweyê malê

Qehweya Malê - Melzeme: Dendikên qehweyê: 200 gr. / Kakilên behîvan: 4 heb. / Dendikên kajîleyê (kakule): 4 heb. Çêkirina qehweya malê: Hebên qehweyê bixin taweyeke sifir an jî teflon û bidin ser agir, paşê dendikên kajîleyê û behîvan tev bikin, bila di ber hev de li ser agirekî kiz biqelin û her tev bidin. Heger hûn bixwazin rengê qehweya we vekirî be hindik, na heger hûn dixwazin tarî û reş be îcar pir biqelînin. Gava qehwe li gorî dilê we qelîya, ji ser agir deynin. Kakilên behîvan jê derxin, di aşê qehweyê de bihêrin, piştre bixin merkaneyekê (qawanozekê) û hilînin.


Çavkanî:

1.  Story of coffee, https://en.wikipedia.org/wiki/History_of_coffee, 11.01.2020

2.  Kurdish coffee, https://en.wikipedia.org/wiki/Kurdish_coffee, 11.01.2020

3.  Menengiç kahvesi, https://fr.wikipedia.org/wiki/Menengi%C3%A7_kahvesi, 11.01.2020

4.  Fransa'da Kürt Kahvesi, https://yeniozgurpolitika.net/fransada-kurt-kahvesi, 11.01.2020

5.  Kürt kahvesi, nasıl Türk kahvesi oldu?, https://anfturkce.com/kurdIstan/kuert-kahvesi-nasil-tuerk-kahvesi-oldu-134121, 11.01.2020

6.  The Beginnings of Coffee in France, http://www.web-books.com/Classics/ON/B0/B701/10MB701.html, 11.01.2020

7.  Mokka, https://de.wikipedia.org/wiki/Mokka_(Stadt), 11.01.2020

8.  Öncü, Mehmet, Meyîr (2013), Amed, Weşanên Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê (Rûp. 67)

9.  چەقچەقە, https://ckb.wikipedia.org/wiki/%DA%86%DB%95%D9%82%DA%86%DB%95%D9%82%DB%95, 11.01.2020

10.  Kara hindiba nedir? Faydaları nelerdir?, https://www.saglikaktuel.com/bitki-ansiklopedisi-kara-hindiba-nedir-faydalari-nelerdir-1675.htm, 11.01.2020

11.  Here's What Chicory Is, And Why It's In Your Coffee, Julie R. Thomson, https://www.huffpost.com/entry/this-is-what-chicory-is-and-why-it-sometimes-shows-up-in-coffee_n_55918228e4b081449b4c95ff?guccounter=1&guce_referrer=aHR0cHM6Ly93d3cuZ29vZ2xlLmNvbS8&guce_referrer_sig=AQAAAKKDSVf82Fx0o28Os8LjBEL91fMo_rL0Fr4b6Q5OBPzt127xo3SiUu6hVkJa3W09P1u5wSnLHf6MTc4rKn2cuRPqOOSoH_yZknArZHIEc540mMfzGTBFD1nZqCVEwkszyeENg0qFrdsM7VVRhqbOh1AEhiz1OUhLdkp_i0iZhdRP, 11.01.2020

12.  Chicory Coffee: A Healthy Alternative to Coffee?, Rachael Link, https://www.healthline.com/nutrition/chicory-coffee#section1, 11.01.2020

13. Chicory Coffee: Diese gesunde Kaffee-Alternative macht schlank!, MAGDALENA GRAUSGRUBER, https://www.elle.de/chicory-coffee, 11.01.2020

Ev nivîs ji bloga wî amedcj.blogspot.com hatîye girtin

7-037.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin