Ekonomîst: Îsraîl vê carê êrîs bike wê rejîma Îranê biguherîne

Ekonomîst: Îsraîl vê carê êrîs bike wê rejîma Îranê biguherîne

,

A+A-

Kovara Ekonomîst gotarek belav kir ku tê de bal kişand ser şerê 12 rojan ê Îsraîl-Îranê û hewla êrîşeke nû ya berfireh a Îsraîlê.

Li gorî kovarê, piştî şerê 12 rojan ê meha Hezîranê, îhtimal heye di êrîşa duyemîn a Îsraîlê ya ser Îranê de, berfirehtir be û rejîma Îranê jî biguherîne.

Ekonomîstê daye zanîn, heke rejîma Îranê bigihîje vê baweriyê ku Îsraîl dixwaze rejîmê li Îranê biguherîne, egera vê heye ku êrîşî ser welatên cîran bike.

Herwiha Serokê Amerîkayê Donald Trump neçar bike ku di navbera kontrolkirina Îsraîl û metirsiya têketina nearamiyê li welatên Erebî yên hevpeymanê Amerîkayê de, yekê hilbijêre.

Hate diyarkirin, bi kurtî Îsraîl hewl dide ku Amerîka bikişîne nava şerekî giştî li herêmê yê dijî rejîma Îranê.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin