
Balyozên Ewropayê li pey şopa aştî û dîrokê ne
.
Balyozên 16 welatên Yekîtiya Ewropayê ev sê roj in li Amedê ne û bi rayedar û saziyên civaka sivîl hevdîtinan pêk tînin.
Delegasyonê di serdana xwe de serdana Hevşaredarên Bajarê Mezin, Odeya Bazirganiyê û gelek saziyên din kir û bi taybetî guh da nêrînên derbarê pêvajoya aştî û çareseriyê.
Rojeva sereke: Pêvajoya aştî û çareseriyê ye
Delegasyona Yekîtiya Ewropayê di çarçoveya ziyareta xwe ya sê rojan de, destpêkê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ziyaret kir û bi Hevşaredar Serra Bucak û Dogan Hatun re civiya.
Heyetê her wiha bi nûnerên Odeya Bazirganiyê, saziyên civaka sivîl û rojnamegeran re jî hevdîtin pêk anîn.
Di van hevdîtinan de, balyozan guh da nêrîn û daxwazên derbarê pêvajoya aştî û çareseriyê.
Heyranê dîroka kevnar a Amedê man
Delegasyon di roja sêyemîn a serdana xwe de çû serdana cih û warên dîrokî yên Amedê, bi taybetî jî dêrên Suryanî û Ermeniyan.
Di dema ziyareta Dêra Meryem Anayê de Metropolîtê Suryaniyan destxeteke diayan a bi zimanê Suryanî ku herî kêm 500 salî ye, nîşanî heyetê da.
Ev yek bû sedema matmayîna balyozan û wan bi eleqeyeke mezin wêneyên destxetê girtin.
Berpirsê Dêra Meryem Anayê ya Suryaniyan Salîba Açîş derbarê destxetê de got:
"Em jê re dibêjin 'Fanqîso' ev pirtûka diayan e ku bi destan û bi zimanê Îsa Mesîh hatiye nivîsandin.
Temenê wê nêzîkî 500 salî ye. Em vê destxetê bi taybetî nîşanî her kesî nadin, ji ber ku gelek biqîmet e lê ji ber ku heyet hat vir, me xwest nîşanî wan bidin û wan jî meraq kir."
Serokê Delegasyona Yekîtiya Ewropayê Jurgis Vilcinskas jî heyranî û kêfxweşiya xwe anî zimên:
“Pêşwaziya metropolît li vir gelekî xweş bû. Me dît ku berhemên dîrokî li vir tên parastin û ev ji bo bajar û welat gelekî girîng e.
Li vir cemaeteke berfireh a Suryaniyan nemaye lê dema ew tên vir paşeroja xwe dibînin û siberoja xwe jî ava dikin, ev tiştekî pir xweş e.
Em li vir dibînin ku rêz li hemberî çandên cuda heye.”
Serokê delegasyonê da zanîn ku balyoz li hemberî dîroka kevnar, pirrengî û pirçandiya Amedê heyirî mane.
Jurgis Vilcinskas li ser pirrengiya Amedê jî wiha axivî:
"Bi rastî bêhempa ye. Li vir dîrokeke pir kevnar heye. Dêra Ermeniyan, dêra Suryaniyan, mizgeft, hemû bi hev re ne.
Em dibînin ku gelek çand bi hev re dijîn. Amed hem bajarekî kevnar e û hem jî bajarekî siberojê ye.”

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin