Mahmûd Kilinc

Mahmûd Kilinc

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Êrişa li ser Efrînê tovê dijminiyê reşand

A+A-

Nizikî hezar salin ku Tirk hatine herêmê, berê li herêmê Kurd û hinek gelên din hebûn, rastiyek dîrokî ye ku herêma Kurdistanê welatê bavûkalên Kurdan e.

Kurd her li herêmê bûn, ne ji Navenda Asyayê, ne ji Navenda Ewrupa û ne jî ji Navenda Afrika hatin.

Ger Kurdan alîkarîya Selçûkîya nekira, nikanibûn bikevin Anatoliyê, dibe ku îro Neteweya Kurd bedêla vê xeletiyê dide.

Dixwazim aneknotekê bejim; sal 1984 e, Celal Talabanî bi grupek hevalên xwe va li bende ye ku ji Bexdadê şandek were û li Silimaniyê bona çareseriyê ligel hev rûnin, li şûna şandê jeepek eskerî têt û du efser peya dibin, dibêjin li benda şandê nebin, ev naye ji ber ku Tirk qayîl nebûye.

Rastiyek heye ku dewleta Tirk her dem li ber çareseriyê bûye asteng, mixabin ev bedêla alîkarîya ketina Anatoliyê ye, lê îro tiştê em dibinin yekserî dijminî ye.

Heta îro çendin serdarên Selçûkî, Osmanî û Tirk serwer bûn, gellek padîşahên Osmanî hatin ser, di dewra Komarê da ji kemalîsta bigre heta îro çendin kes bûn desthilat, lê kêsî wekî îro bi vekirî êriş nebir ser Kurdan û bi kuştina law û keçen Kurdan kêvxweş nebûn.

Dewleta Tirk bi amancê pişavtina gele Kurd hewlên fireh û bilind dan, roj hat Kurdî hat qedexekirin, bi damezrandina Komara Tirk netweya Kurd hat înkarkirin, lê di ti deman da li dijî gele ewqas bi eşkereyî dijminî nebû.

R. Tayyip Erdogan di reşandina tovê dijminêyê da bi ser ket, heçkû bi amancê desthilata xwe dikanibû serî li hinek rê û rêbazên din bide.

Jixwe roja ku bi Partîya Bizava Neteweperest (MHP) va hevkarî û guhdarîya serokê giştiyê vê partiye Devlet Bahçeli kir, eşkere bû ku bi hinceta “teröre” dê dijminîya gele Kurd bike.

Gotinek heye dibêjin, “ger rêberê mirov qirik be pozê mirov ji pîsîyê dernekeve”, rêvberê Erdogan jî Bahçeli ye. 

Tiştê ku heta îro kesî nikanibû bike serokkomarê Tirk R. Tayyip Erdogan kir: Di navbera civata Kurd û Tirk da tovê dijminiyê reşand, îro li seranserê cîhanê piranîya Kurdan Dewleta Tirk dijmin dibînin.

“Korîdora teröre”

Berî êrişa li ser Efrînê jî derdorên desthilatê û medyaya Tirkîyê dijminîya Kurdan dikir, li rojavayê Kurdistanê bi amancê pêşîlêgirtina tecrîda li ser Efrînê, şikandina dorpêçê ji hela Kobanî va hewildanek hebû, lê Tirkîyê bi operasyona Mertala Feratê heta el Babê çû û pêywendîya di navbera Kobanî û Efrînê da asteng kir.

Efrîn di bin dorpêça da ma, Tirkîyê jî hewla şikandina dorpêçê wekî “koridora teröre” bi nav kir, heçkû amanc şikandina dorpêça li ser Efrînê bû.

Dema hinek kesan digotin “koridora Kurd”, yên li gel wî/wê hişyar dikirin ku “nebêje koridora Kurd bejê koridora teröre”.

Wekî dorpêçkirin nebes be, li ber çavên hemû cîhanê, Ji ber êrişa Tirkîyê gelê Efrînê trajedîyekê mezin dijî, bi dehan çekdar û sivîl hatin kuştin û bi sedan kes birîndar û bi deh hezaran kes koçber bûne.

Tapxane û firokên dewleta Tirk gund û bajarokên Efrînê bombebaran dikin, bi ya nûçeyan piranîya qurbanan ji ber van bombebarana firokan jîyana xwe dest dane.

Firokên şer bombeyan dibarînin, li jêr di destê çekdaran da tenê çeken sivik hene, lê cîhan li hemberî vê bêhevsengîya hêzê bêdeng e.

Konreya Sochîyê

Divê nûnerên Kurdan beşdarê konferansa Sochî nebin, heta ku firokên şer li ser Efrînê bombedibarînin divê kurdek jî beşdarê Konferansê nebe û vê helwesta xwe jî bi Rusyayê rabigihînin.

Her kes baş dizane, ku Rusya destûrê êrişê da Tirkîyeyê, him destûrê bide bila firokên şer sivîlan bikujin, bi deha hazar kes koçber bibe û wekî tiştek nekiribe nûnerên kurdan vexwîne kongreyê, bi kîjan rûyî?

Divê siyaseta her çar parçeyên Kurdistanê da di vê mijarê da ronahîbe û li rayagiştî eşkere bike heta ku êriş li ser Efrînê hebe Kurd dê beşdarê nebin, kesên ku beşdar bibin jî dê ne li ser navê Kurdan bin.

Mahmut Kilinc

29.01.2018/Dusseldorf

 

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin