Erebên hawirde li Kerkûkê êrişî gundekî Kurdan kir

Erebên hawirde li Kerkûkê êrişî gundekî Kurdan kir

Zêdetirî 500 erebên hawirde êrêşî ser gundê Pelkane li sînorê parêzgeha Kerkûkê kirin û 9 xaniyên Kurdan li wî gundî dagîr kirin.

A+A-

 

Zêdetir ji 500 Erebên hawirde bi ser gundê Pelkane de girtin li navçeya Kendênawe, xelkê gund ê navçeyê pêşwext agahdar bûn û ji bo rêlibergirtina Erebên hawirde. Artêşa Iraqê jî hewl dide navbeynkariyê bike ku aloziyên di navbera herdu aliyan de mezin nebin.

Rûniştvanekî gundê Pelkane yê bi navê Dilêr Ebdulla dibêje, “bi çekdar an jî Heşda Şeibî ku xwe kiribûn sivîl, ji Mûsil û Tikrîtê hatibûn. 50 çekên ku anî bûn dabeş dikirin.”

Erebên hawirde bi wê armancê çûbûn ku navçeyê bi temamî bixin jêr kontrola xwe, ji ber wê yekê çek li gel xwe biribûn. Roja yekem bi sedema vexwendinê man, paşê jî hêzan ew ji navçeyê derxistin, lê roja duyem careke din vegeriyan û bi nav malan de belav bûn ku dest bi ser de girtibûn.

Kurdên wê navçeyê hişyarî didin û dibêjin, ev planek e û gelek ji pirsgirêka gundekê mezintir e.

Sabir Umer Sadiq, xelkê Pelkanê ye û dibêje, “hatibûn me talan bikin û me ji malên me der bikin.”

Heta niha 9 xaniyên Kurdên Pelkanê ketine destê Erebên hawirde, Kerîm Hemedemîn yek ji wan kesan e ku xaniyê wî Erebên hawirde dest bi ser de girtine û niha jî mala wî tê talankirin. Ew dibêje, “Ti belgeyek li gel wan nîne. Hêz pişta wan digire. Niha mala min li Dubiz e û min xaniyek ji xwe re bi kirê girtiye. Ev bû 2 xaniyên min dagîr kirin, niha kelûpelan jî didizin.”

Di qonaxa yekem de, Erebên hawirde bo gundên Pelkane, Geberek, Serbeşax, Şenaxe û Xerabe hatibûn. Lê plan bo hemû navçeyê danîne.

Deştî Xidir ku cotkar e dibêje, “Dixwazin xelkê bînin li van xaniyan danin û paşê hêdî hêdî pêl biavêjin bo gundên derdora me.”

Dawîn êrişa Erebên hawirde di demekê de ye ku di heyamên derbasbûyî de çendîn car Rakan Cûbûrî, biryar ji bo vegera wan dayîne û ji aliyê çend kesan ve jî tên cîbicîkirin.

Nasir Herkî, Endamê Komîteya Asayiş û Bergiriyê li parlamentoya Iraqê ragihand, “Bernameyeke dariştî hebû ji aliyê kesekî bi navê Elî Hewas, dema xwe Erebê hawirde bû, salên 1975an hatibû navçeyê.”

Li sînorê Kendênawe 42 gund hene, ji bilî 2 gundên Erebnişîn, 40 gund yên Kurdan in û di dema desthilata Beisê de xelkê wan gundan hatibûn koçberkirin û niha hewleke din ya Erebkirina gundên wî sînorî heye.

Rudaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin