Erdogan gefa derxistina balyozên Amerîka û 9 welatên din ji Tirkiyê xwar

Erdogan gefa derxistina balyozên Amerîka û 9 welatên din ji Tirkiyê xwar

.

A+A-

Serokkomarê Tirkiyê, Recep Teyyip Erdogan roja Pêncşemê 21ê Cotmehê gefa derxistina hejmarek balyoz û dîplomatên welatên rojavayî ji Tirkiyê xwar, ku destpêka vê heftiyê daxwaz kiribûn, bazirgan û kesayetiyê navdar ê warê xêrxwaziyê Osman Kavala li Tirkiyê bê azadkirin.

Serokkomarê Tirkiyê got, Tirkiye neçar nîne mêvandariya balyozên welatên Amerîka, Keneda, Fransa, Finlanda, Danmark, Almanya, Holanda, New Zealand, Norwec û Swêdê bike, ku roja Duşemê daxuyaniyeke hevbeş ji bo piştgiriya Osman Kavala belav kirin ku 4 sal e li Tirkiyê zindanî ye.

Balyozên wan welatan, di wê daxuyaniya hevbeş de, piştevaniya xwe ji bo kesayetiyê diyar ê warê xêrxwaziyê li Tirkiyê Osman Kavala nîşan dabûn ku di zindanê de ye û daxwaza azadkirina wî kiribûn.

Wan dîplomatan ragihandibûn, ku girtina wî çalakvanê 64 salî, “tarîtî xistiye ser rêzgirtina li demokrasiyê, serweriya qanûnê û zelaliya sîstema dadweriyê li Tirkiyê.”

Li gor medyaya fermî ya Tirkiyê, rojek piştî daxuyaniya hevbeş a dîplomatên wan 10 welatan, ew dîplomatê bo Wezareta Derve ya Tirkiyê hatin gazîkirin û hikûmeta Tirkiyê nerazîbûna xwe gihande wan.

Erdogan amaje bi George Soros, milyarderê navdarê Amerîkî kirk u çendîn bîrdozên komployê li dijî wî çê bûne û ji rojnamevanan re got, “Çima 10 balyozan ev daxuyanî dan? Ewên ku berevaniyê li wê bermahiyê Soros dikin, hewl didin ku ew bê azadkirin.”

Serokkomarê Tirkiyê got, “Min ji wezîrê xwe yê derve re gotiye ku em bextewer nînin ku wan li welatê xwe bihêlin.”

Erdogan ji wan 10 balyozan re got, ne karê wan e ku waneyan bidin Tirkiyê û wiha berdewam kir, “Gelo karê we ye waneyan bidin Tirkiyê? Hûn kî ne? Hûn dixwazin em Kavala azad bikin, gelo hûn çete, talançî, bikuj û terorîstan li welatê xwe azad dikin? Amerîka, Almanya, kîjanî karekî bi vî awayî kiriye? Nekirine û nakin jî.”

Serokkomarê Tirkiyê îdia jî kir, ku sîstema dadweriya Tirkiyê, baştirîn mînaka serxwebûna desthilata dadweriyê li cîhanê ye.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin