Emerîka li Îraqê ciheke guncayî digere

Emerîka li Îraqê ciheke guncayî digere

Mike Pompoe, wezîrê derve yê Emerîka tekez kir, welatê wî li gel serkirdeyên Îraqê kar dike bo destnîşankirina guncayîtirîn cih jibo akincîkirina hêzên Emerîkayê di Îraqê de.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Di axivtinekê de, li wîlayeta Kalîfornîya, Pompoe ragehand, Taybet bi çawanîya çareserkirina pirsa dîyarkirina cihekî bo hêzên Emerîka di nav axa Îraqê de, me biryar daye, li gel serkirdeyên bijarte yên Îraqê guncayîtirîn cihî bo evê mebestê destnîşan bikîn.

Pompoe tekez kir, welatê wî amadeye bo berdewamkirina danûstandinan li gel Îraqê derbarê peykerkirina guncayî  bo hebûna hêzên serbazîyên Emerîkayê li wî welatî.

 Ev jî piştî wê yekê dihêt ku nivîsîngeha Adil Ebdulmehdî, serok wezîrê karbirêkerê Îraqê di beyannameykê de, ragehand, ku daxwaz şandina dû nûneran kirîye da ku mîkanîzmekê bo cîbicîkirina biryara perlemana Îraqê derbarê vekişana hêzên Emerîkayê dîyar bikin.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin