Bubê Eser

Bubê Eser

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Em Kurd civateke çawa ne??

A+A-

 

Hûn ya rastî bixwazin li ser vê gelek camêr û canikan nivîsîne û her kesekî/ê li gor xwe şirove kirine, gotin û dîtinên xwe anîne zimên. Lê heta ku mirov civata xwe, civata ku mirov bi xwe jî tê de dijî, nas neke, nizanibe, ew dê mirovan biêşe. Çima?

Ji ber ku civat deng û rengê mirovan e. Loma jî, ji civatên saxlem, ji civatên li gor normên gelê xwe tevbigere, ew civat dê rojekê gelê xwe jî bighêjîne azadiya wî.

Di civatên paşdemayî, di civatên nexweş de tu nikare tiştên baş bike, tu nikare rêxistineke di herwarî de dilsozê gelê xwe be damezrîne. Ji ber vê ye em kurd nikarin bibin xwedî rêxistineke neteweyî. Çima?

Ji ber ku ev zêde yê sed salan e ku kurd û welatên wan kurdistan hatiye dagirkirin, dema dagirker welatê mirov dagir dikin, her dixwazin; ziman, mejî, bawerî û adetên wî welatî jî dagir bikin.

Çi dema ziman, adet û hêjayi yên welatekî hate dagirkirin divê mirov bizanebe êdî ew welat li ber têkçûnê ye.

Bala xwe bidinê ji roja welatê me hatiye dagirkirin û heta roja îro, dagirkerên me her li ser vê yekê rawestiyanin ku di her warî de însanên me jî dagir bikin da ku ew nikari bin ji bona welatê xwe kar û xebatên neteweyî bikin. Çi kirine?

Ji bona welatê mirov tim di bin dagirkeriya wan de bimîne, berê xwestine zimanê wî bi wî bide jibîrkirin û zimanê xwe bike devê wî da ku rojane zimanê wan bê bikaran.Çima?

Ji ber ku tu bi kîjan zimanê qise bike, bixwîne û binivîsîne li gor wî zimanê baweriya te jî li gor wê xwe dihûne. Ev jî te ji gelê te dûr dixwe, qels dike û tu bê têr nêzîkî dagirkerê xwe dibe. Tu bi kîjan zimanê qise bike ew ziman êdî dibe hebûna te û tu bi vê,hebûna xwe, netewa xwe jibîr dike.

Dagirker çi dema bi vê bi serket aha tu jî êdî namîne. Ji ber êdî bi zimanê xwe adetên te, hêjayiyên te jî ji te digire û bi vê ji dixwaze kesên te yên hêja, zana û bîrewir jî kêm bikin.

Bi kêm kirina kesên weha tevgera gelê bindest jî qelst dibe. Bi saya vê partî û rêxistinên wî welatê dagirkirî nikarin bêne ba hev û yekîtiyeke neteweyî damezrînin.

Ji dêlva tevgereke neteweyî bê ragihandinê, eksê wê roj bi roj tevgerên li ser navê wî miletê bêtir û zêdetir derdixin holê da ku hêzeke xurt, baweriyeke neteweyî û qaweteke bikaribe dagirkeriyê hilweşîne nayê danîn ango damezrandin.

Ha min çima ev got? Ji ber ku dagirkerên me jî tim li ser vê dixebitin da ku hêzeke neteweyî li bakurê kurdistanê pêknayê, çi ji destê wan tê wê dikin û gelek kesên me jî, ji vê bawer dikin. Mînak:

Dema kesayetiyek hêja zana û bîrewir derdikeve gelekên me her yek ji aliyê xwe de nig davêjin ber da ku ew bi ser nekeve. Ê pêşkêşiya vê dike dagirkên li ser navê kurdan in.

Çi dema tu ji rêxistina ku berê endam, rêveber  û heta di gelek waran de pêşevan bû diqete, di du rojan de çi tiştên xerab hebin dikin malê te. Nafikirin heta do tu berpirs bû,, lê çawa di rojekê dikare bibî, xaîn, xwefiroş qumarbaz û hwd.

Li ser serê mirovekî zane têgihiştî çi tiştên xerab hebin dirjînin û dibêjin;wî kirîye û dike.Lê mixabin hin jî ji wan bawer dikin.

Çi dema dostekî te, ji te re hin kesan boxtanên nedîtî dixin hustiye te divê dostê te bawer neke, dikare bangî te bike, wan bêje ku rast an derew in. Vê nakin ji wan kesên boxtanan dikin bawer dikin û hêdî hêdî têkiliyên xwe ji te qut dike.

Fêda vê ji kê re heye? Helbet ji dagirkeran re. Ji ber ku ew dixwazin û vê didin meşandin da ku kurd nebin xwedî hêzeke neteweyî…

Dost û hevalên te, mirov û hezkiriyên te, çi dema bi rêya boxwanan tiştekî xerab bibihîzin divê berê ji te pirsa vê bikin û dûre bibin xwedî helwestekê.

Lê na vê nakin hema ew jî li gor hin boxtanan, derewên li te tê kirin, xwe ji te dûr dixin, bê ku ji te bipirse, bi te re qise bike ji wan boxtanana bawer dikin.

Ji ber vê ye em nikarin ji hev hez bikin, nikarin partî û rêxistineke neteweyî damezrînin. Em nikarin bi çavên bratî li hev binêrin.

Gelek dost bi vê helwesta xwe ji boxtanan bawer dikin û kesên zîrek, jêhatî û kêr hatî jî, di nava wan boxtanan de difetisînin.

Li gor min ev ne dostanîye. Dostanî ew e ku dema ji bona dostekî te boxtan an gotineke nebaş, an dereweke bi dûvik hatekirin, berê bi dostê xwe re qise bike, wî guhdarî bike û dûre bibe xwedî helwest. Dostanî ev e. Dostanî weha ye.

Önceki ve Sonraki Yazılar