Eger heye kompaniyên Tirkiyê li Ewropa û Amerîkayê kar nekin

Eger heye kompaniyên Tirkiyê li Ewropa û Amerîkayê kar nekin

.

A+A-

Şandeyeke ji Wezareta Gencîneya Amerîkayê ji bo ku gemaroyên li ser Rûsya hatine karîgerkirin neyên binpêkirin du rojan li Tirkiyê bi rayedar û kompaniyên taybet yên wî welatî hevdîtin hatin kirin û hişyarî hatin dayîn. Pispor dibêjin Tirkiye ya ku bûye navenda bazirganiya Rûsyayê egere ku bê sizakirin. Beşek şarezayan jî diyar dikin Tirkiye dê bi du sedemen guhdariya hişyariyên Amerîka neke.

Di heyama ku Tirkiye di sala 2022an de bazirganiya xwe ya li gel Rûsyayê ji sedî 105 zêde kiriye, şandeyeke ji Amerîkayê ku ji Misteşarê Wezareta Gencîneya Ji bo Terorîzm û îstixbarata darayî Braın Nelson pêk tê li Enqere û Stenbolê bi rayedarên Tirkiyê,berpirsên banqe û kompaniyên taybet hevdîtin pêk anîn. Di van hevdîtinan de Nelson taybetî di mijarên wek alikariya frokeyên geştê yên Rûsyayê neyê kirin, bi kompaniyên Rûsî re bazirganî çênebe û di bankeyan de transfera pereyên Rûsî neyê kirin hişyarî daye rayedar, banqe û kompaniyên Tirkiyê

Pispor dibêjin niha Tirkiye bûye navenda bazara Rûsî û piştî vê serdanê Tirkiye her bi ya xwe bike dê siza ser Tirkiyê jî karîger bin.

Pisporê Pêwediyên Navdewletî Prof. Dr. Veysel Ayhan ji K24ê re ragihand: “Navenda Rûsyayê ya bazirganiyê wek Tirkiye tê dîtin. bazirganiya ewropa bi Rûsya didome lê li ser Tirkiyê didome. Jı ber vê çendê li Tirkiyê dixwazin vê yekê bidin şikandin. Ev amgabroyê ji Tirkiyê re dnedin şikenadin dê bazirganî berdewam bikeû tesîrê nabîne û şîrketên ewropa jî pere wenda dike. Eger ev tiştane berdewam bike şîrketên Tirkiye li Amerîka û Ewropa dê bikevin zehmetiyê.”

Beşek ji akademîsyenan jî diyar dikin ku Tirkiye tenê gemaroyên rêxistinekê binpê nake û bi du sedeman jî guhdariya hişyariyên Amerîka û Ewropayê nake.

Pisporê Pêwendiyên Navdewletî Prof. Dr. Huseyîn Bagci ji K24ê re ragihand: “Tirkiye tenê gemaroyên Neteweyên Yekgirtî yên li ser Rûsya binpê nake. Lê belê guhdariya hişyariyên Amerîka û Ewropa nake. Ji ber ku Tirkiye endamê Yekitiya Ewropayê nîne û di nava NATOyê de jî di navbera Rûsya û Ukraynayê de navbeynkariyê dike. Ber vê çendê Tirkiye dê bi Rûsyayê re pêwendiyên xwe berdewam bike. Amerîka û Ewropa jî nikarin Tirkiyê siza bikin.

Li gel van geşedanan 27 senatorên Amerîkî bi nameyekê daxwaz ji serokê Amerîkayê Jeo Bîden kirin heta ku Tirkiye endamtiya Swêd û Fînlandê bo NATO qebûl neke frokeyên F 16 ji bo Tirkiyê neyên firotin û modernizasyona wan neyê kirin. Şareza jî amaje dikin heta piştî hlbijartinan Tirkiye jî dê mijara Swêd û Fînlandê û ev hişyariyên Amerîkayê wek amûrekê bi kar bîne. 

Çavkanî : K24 YouTube

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin