Ebdulbasit Hemo: Divê girtiyên ENKSê werin berdan

Ebdulbasit Hemo: Divê girtiyên ENKSê werin berdan

Ebdulbasit Hemo: Divê girtiyên ENKSê werin berdan

A+A-

 

Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyê (PDK-S) Ebdulbasit Hemo li ser lêborîna giştî ku li Rêveberiya Xweser 631 girtî berdan, ragihand: “DAIŞ têne berdan, lê ev çend sal in girtiyên ENKS heta niha çarenivîsa wan ne diyar e.”

Ebdulbasit Hemo ji Almanyayê ji bajarê Dortmundê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser berdewamiya girtiyên ENKSê û derbarê diyaloga Kurdî-Kurdî de axifî.

Hemo derbarê lêborîna giştî de ku Rêveberiya Xweser ragihandiye, diyar kir: “DAIŞ têne berdan, lê ev çend sal in girtiyên ENKSê heta niha çarenivîsa wan ne diyar e. Yek ji wan şertên danûstandinên diyalogê yên di navbera ENKS û PYDê de bû, lê heta niha bi awayekî fermî nehatiye ragihandin ku ew kesan çarenivîsa wan li ku derê ye. Ji ber vê yekê ev hinekî cihê mixabiniyê ye. Dema weke DAIŞê ku dinya tev wan teror dibîne, mixabin têne berdan, lê heta niha girtiyên ENKSê di zindanên PYDê de berdewam in û çarenivîsa wan ne xuya ye.”

Ebdulbasit Hemo destnîşan kir ku divê girtiyên ENKSê jî werin berdan û got: “Weke çawa îro ev gav avêtin li ber DAIŞê, pêwîst e berî her tiştî li ber Kurdan û girtiyên ENKSê gav were avêtin.”

Li ser diyaloga Kurdî-Kurdî Endamê Polîtburoya PDK-S Ebdulbasit Hemo eşkere kir: “Miletê Kurd û raya giştî yê Kurdî, tev dixwazin mala Kurdî bê ser hev, diyalogeke rast û encamên rast derkevin, her kes dixwaze. Lê heta niha ew gavên bilez û xurt nehatine avêtin. Ji ber ku pirsgirêka Kurdî bi Kurdan ra divê nemîne. Doza Kurdî berî her tiştî be. Lê mixabin ez weke zanim, nêzîkî deh roj in, ew proseya danûstandinê hatiye xitimandin, hatiye sekinandin. Ew jî tê diyarkirin ku ji ber destwerdanên derve hene. Ji ber ku ew çareseriya dawî dibe û pirsgirêka Pêşmerge û rêveberiyê. Hinek hene dixwazin ew danûstandina Kurdî neçe serî.”

(K24)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin