E-kovara Temaşe ya diduyan derket

E-kovara Temaşe ya diduyan derket

.

A+A-

E-kovara hunerî ya sînemayê Temaşe bi hejmara xwe ya nû li pêşberî hezkiriyên sînemayê ye. Kovara ku îsal di meha tîrmehê de derketibû niha hejmara xwe ya duyemîn derxist.

Kovarê wêneyê sînemagerê navdar Yilmaz Guney xistiye bergê ku Mehmûd Beyto bi navê "Sînemaya Kurdî - II: Yilmaz Guney nivîs nivîsiye." Her wiha Fatoş Yildiz jî meseleya "Di sînemaya Yilmaz Guney û Jean-Lug Godard da mijara neteweperwerîyê" girtiye dest.

Kovarê ligel Kuratora Bernameya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê hunermend Leyla Toprak û Derhêna Hunerê ya Festîvalê Lea Drescher re li ser festîvalê axiviye. Herduyan ji hilbijartina fîlman ji bo festîvalê heta eleqeyê dîtinên xwe anîne ziman.

Ji nivîsên li nav e-kovarê Mutlu Can bi navê "Sînemakar3ê Rastîye: Çayan Demîrel" nivîsek li ser derhênerê kurd Çayan Demîrel û sînemaya wî nivîsiye. Her wiha Serhat Aktaş jî li ser "Tenduristî û sînema" nivîsa xwe pêşkêş kiriye.

Her wiha Dawid Jikevir, Kulîlk, Welat Raminazad, Adem Warnas, Dilazad Art, Armanc Dayan, Amed Hesen, Ozal Surmeli, Mehmud Beyto, Jaro, Pinar Yildiz, Azad Azizyan, Bawer Maorofî, Osamah Muhammed bi nivîsên xwe ked dane vê hejmarê.

Ji bo xwendinê:

TEMAŞE - HEJMAR 2

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin