PDK-Î: Em amade ne bi Îranê re diyalogê deynin

PDK-Î: Em amade ne bi Îranê re diyalogê deynin

Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Îranê (PDK-Î) Xalid Ezîzî ragihand ku wan her tim piştgiriya çareseriya aştiyane kiriye û ew amade ne li gel Îranê dest bi guftûgoyê bikin.

A+A-

Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Îranê (PDK-Î) Xalid Ezîzî ragihand ku wan her tim piştgiriya çareseriya aştiyane kiriye û ew amade ne li gel Îranê dest bi guftûgoyê bikin.

Xalid Ezîzî bû mêhvanê Rûdawê û pirsên Hîwa Cemal ên li ser mijarên di rojevê de bersivandin.

"Pirsgirêka Kurdan bi diyalogê çareser dibe"

Xalid Ezîzî diyar kir ku ew çareseriya aştiyane her tim çêtir dibînin û got:

"Em di wê baweriyê de ne ku Pirsgirêka Kurdan bi rêya guftûgo û diyalogê çareser dibe. Em amade ne li gel Îranê guftûgoyê bikin lê bêyî hevalbendiya partiyan em naçin nav ti dan û standinan."

Ezîzî li ser biryardana partiyên Rojhilatê Kurdistanê jî anî zimên, "Em bi xwe biryarê li ser çarenivîsa partî û gelê xwe didin."

Konsulê Giştî yê Komara Îslamî ya Îranê yê Hewlêrê Feramerz Esedî ji Rûdawê re gotibû ku ne wan Dr. Qasimlo kuştiye.

Berdevkê PDK-Îyê bersiv da daxuyaniyên wî û got:

"Gotinên Konsulê Îranê rengvedana helwesta Artêşa Pasdaran a Îranê ne. Îranê bi dehan serkirde û ciwanên me teror kirine lê Hizba Demokrat ti carî bi terorê bersiva terorê nedaye."

Xalid Ezîzî her wiha bal kişand ser rewşa penaberên li Herêma Kurdistanê û destnîşan kir:

"Kamp tenê cihê niştecihbûna welatiyên sivîl in. Em Îraq û Kurdistana Îraqê nakin eniya paşîn a şer."

"Bi bidarvekirinê dengê Kurdan nayê birîn"

Xalid Ezîzî li ser guvaş û siyaseta zextê ya Tehranê ya li hemberî Kurdan jî anî zimên, “Îran bi kuştin û darvekirinê nikare dengê Kurdan qut bike." (RN)

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin