
Foruma Rojhilata Navîn a 2026an li Hewlêrê dest pê kir
Foruma Rojhilata Navîn a 2026an bi beşdariya fermî ya rayedar, siyasetmedar û dîplomatên ji Iraq, Sûriye û gelek welatên din li bajarê Hewlêrê dest pê kir.
Di forumê de ku rojeva sereke geşedanên herêmî ne, pirsgirêkên siyasî û aborî, siberoja Sûriyê, ewlehiya enerjiyê û pêwendiyên herêmî bi berfirehî tên gotûbêjkirin.
Tê payîn ku di civînên forumê de gelek mijarên girîng ên ku bandorê li ser tevahiya herêmê dikin, ji aliyê pispor û serkirdeyan ve werin nirxandin.
Foruma Rojhilata Navîn a 2026’an ku wekî MERI jî tê zanîn ku ji hêla Enstîtuya Lêkolînê ya Rojhilata Navîn ve tê organîzekirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzani, serokwezîrê berê yê Iraqê û serokê Hevpeymaniya Nûavakirin û Pêşvebirinê Mihemed Şîa El Sûdanî, serokê Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê Bafil Talebanî, cîgirê serokwezîrê hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî, wezîrê karên hundir ê hikumeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed, şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê Qasim El Ebûdî û berdevkê fermandarê giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Sebah El Numan beşdarî forumê bûne.
Ji Sûriyeyê, siyasetmedara Kurd Îlham Ehmed, şêwirmendê serokatiya Sûriyeyê Mezlûm Ebdî û şêwirmendê payebilind ê wezîrê karên derve yê Sûriyeyê Necîb El Xedban, li gel şêwirmenda serbixwe ya ji bo pêşkeftin û kar û barên siyasî Zozan Elûş beşdar bûn. (PK)

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin