DYA: Divê li Ermenistanê artêş destkariyê li siyasetê neke

DYA: Divê li Ermenistanê artêş destkariyê li siyasetê neke

.

A+A-

Wezareta Karên Derve ya DYAyê piştî ku Serokatiya Serfermandariya Ermenistanê daxwaza îstifaya hukumet û Nîkol Paşînyan, Serokwezîrê wî welatî kiriye, daxuyanî da.

Ned Price, Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî ê Amerîkayê(DYA) diyar kiriye û gotiye ku ew li Ermenistanê piştgiriya demokrasiyê dikin û divê artêş destkariyê li sîyasetê neke.

Berdevk Priceyî destnîşan kiriye ku ew bûyerên li Ermenistanê ji nêz ve dişopînin û dixwazin hemû alî ji tundkarîya dûrkevin û weha gotiye:

“Em ji bo hemû aliyan bibîrdixin ku divê artêş destkariyê li siyasete demokratik neke. DYA li Ermenistanê piştgirê pêvajoya demokratik bûye û piştgiriya pêşkevtina saziyan kiriye. Em piştgiriya xwe ya ji bo serwer û demokrasiya Ermenistanê didomîne.

Çi bûbû ?

Serokatiya Serfermandariya Hêzên Çekdarî ya Komara Ermenistanê xwestibû hukumeta Paşînyan û Serokwezîr Nîkol Paşînyan îstifa bike.

Paşînyan daxwaza artêşê weke “hewldana darbeyê” bi nav kiribû û ragihandibû ku wî Onîk Gasparyan, Serokê Serfermandariyê ji wezîfeyê girtiye.

Li gorî news.amê danezana artêşê  weha bûye:

Hêzên Çekdarî ê RAyê bi sebir tehemula “êrişên” hukumeta heyî yên ku ji bo bêqîmet kirina Hêzên Çekdarî kir. Lêbelê sînorê her tiştekî heye. Hukumeta heyî bi xeletiyên di politikaya derve de welat anî ber rûxandinê. Ji ber rewşa heyî Hêzên Çekdarî ê RAyê daxwaza îstifayê ji hukumet û serokwezîr dike. Artêşa Ermenistanê her dem bi gel re bûye gel jî bi artêşê re.

Nîkol Paşînyan, Serokwezîrê Ermenistanê roja Pêncşemê piştî ku artêşê daxwaza îstifaya wî û hukumetê kiribû, gotibû li dijî wî hewldana darbeya leşkeri heye.

Paşinyan li ser Facebookê bang li alîgirên xwe kiribû û gotibû di saet 16.00ê herêmî de li Meydana Komarê bin dê ew jî li wir be.

Paşînyan derbarê daxwaza artêşê ya îstifayê de daxuyani dabû û gotibû, “Divê em şoreşê biparêzin. Em di rewşek gelek xirap de ye. Min Serokê Serfermandariyê ji wezîfeyê girt. Niha wezîfeya herî grîng ewe ku parastina desthilata sivîlan û gel bê kirin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin