Diyarbekir- Şanda CHPê bi mexdûrên KHKyan re civiya

Diyarbekir- Şanda CHPê bi mexdûrên KHKyan re civiya

.

A+A-

Şandeke ji parlamenter û rêveberên Partiya Komarî ya Gel (CHP) li Diyarbekirê ji bo kêşeyên mexdûrên ku bi Destûrên di Hiqmê Qanûnan de (KHK) ji kar hatine derxistin civiyan. Di destpêka civînê de, daxuyanî hat belavkirin û bersiva pirsên çapameniyê hat dayîn.

Cigira Serokê Giştî yê CHPê Gulîzar Bîçer Karaca daxuyand ku beriya ku li bajarên cuda bi KHK’yiyan re bicivin, 6 meh berê online komcivînek kirine û piştî ku rapor amade kirine jî, hewldana ku kêşeyên KHK’yiyan bên çareserkirin didin.

Gulîzar Bîçer Karaca anî ziman ku kesên bi KHKyan ji kar hatine derxistin, bêyî ku bên darizandin, an jî derheqê wan de biryarên hiqûqî hebin, hatin mexdûrkirin û divê demildest, mafê wan yê darizandineke dadwer bê pêk anîn.

Cigirê Serokê Giştî yê CHPê Prof. Dr. Yuksel Taşkin ku ji ber beyanameya Akademisyenên Aştîxwaz îmze kiribû ji karê xwe hatibû dûrxistin jî da zanîn ku meseleya KHK’yan ciyê şermê û şermezariyê ye.

Prof. Dr. Yuksel Taşkin bal kişand ku hikûmeta niha jî, ji pergala ne demokratîk a Tirkiyeyê gelek pêkutî û ezayan dîtibûn, lê niha heman tiştî ew bixwe dikin.

Herwhiha civîn piştî axaftinan ji çapameniyê re girtî berdewam kir.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin