“Divê jin dest ji axê bernedin”

“Divê jin dest ji axê bernedin”

Elîf û Kubra Başkala ku terka Stenbolê kirin û vegeriya warê xwe Westanê, ji malan tovên xwecihî berhev dikin û diçînin. Her du jina, got: "Heta ku roj me roj neçe ava em di nav axê de ne. Divê tu jin dest ji axê bernede."

A+A-


Elîf û Kubra Başkala ku terka Stenbolê kirin û vegeriya warê xwe Westanê, ji malan tovên xwecihî berhev dikin û diçînin. Her du jina, got: "Heta ku roj me roj neçe ava em di nav axê de ne. Divê tu jin dest ji axê bernede." 
 
Dotmamên hev Elîf û Kubra Başkala ku dev ji jiyana li Stenbolê berdan û berê xwe dan navçeya Westan a Wanê, dest bi çandniyê kirin. Her du jin 18 sal berê tevî malbatên xwe koçî Stenbolê kirine, lê belê diyar dikin ku tu carî ew hînî jiyana li Stenbolê nebûne û tim bêriya warê xwe kirine. Her du jin li nav erdê xwe yê 3 donimî, bi alîkariya hevalên xwe fasûleyên spî û keks, garis û zebze datînin. 
 
Elîf Başkala ku li Zanîngeha Wanê Beşa Antropolojiyê xwendiye, diyar kir ku tim bala wê li ser axê bûye. Başkala, bilêv kir ku li Stenbolê qada aborî, civakiyî û nexasim jî qadên jiyanê yên jinan berteng bûne û ji ber vê wan xwestiye ew tiştekî wisa bikin. Başkala, diyar kir ku wexta ew ketine rê hin kesan ji wan re gotiye "hûn keç in, hûn nikarin bikin", lê belê wan guh neday van gotinan û dest bi çandiniyê kirine. Başkala, destnîşan kir ku li nav erdê xwe ew bi xwe dixebitin. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin