Aydin Merûf: Pêkhateya Tirkmen bi Wezîrê Herêmê…

Aydin Merûf: Pêkhateya Tirkmen bi Wezîrê Herêmê…

Serokê Girse ya tevgera Tirkmenî yê li Parlamentoya Kurdistanê Aydin Merûf civîna li gel Mesrûr Barzanî ku ji bo pêkanîna Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye, bi erênî bi nav dike û eşkere dike ku ew weke Wezîrê Herêmê di hikûmetê de beşdar

A+A-


Serokê Girse ya tevgera Tirkmenî yê li Parlamentoya Kurdistanê Aydin Merûf civîna li gel Mesrûr Barzanî ku ji bo pêkanîna Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye, bi erênî bi nav dike û eşkere dike ku ew weke Wezîrê Herêmê di hikûmetê de beşdar bibin.

 
Piştî civîna wan a li gel Mesrûr Barzanî, Serokê Girse ya Tevger a Tirkmenî yê li Parlamentoya Kurdistanê Aydin Merûf ji Rûdawê re ragihand: “Civîneke baş û erênî bû, li ser beşdarîkirina Tirkmenan di kabîneya nû de birayên me yên PDKê jî tekezî kirin ku Tirkmen di kabîneya nû de beşdar bin.”
 
Aydin Merûf eşkere kir: “Di Serokatiya Parlamentoyê de nûnerê me heye, di heman demê de nûnerê me di Hikûmeta Herêmê de jî dibe, di vê civînê de jî me daxwaza wê yekê kir ku di serokatiyan de cihê aliyên Tirkmenî were vekirin, me li ser wê yekê li hev kir ku Tevger a Tirkmenî bi Wezîrê Herêmê di hikûmetê de beşdar bibe”
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin