Li Amedê parêzerek hat kuştin!

Li Amedê parêzerek hat kuştin!

Parêzer Armanç Arkaş li Amedê xwest ku kesên êrişê hev dikin,ji hev veqetîne hat kuştin. Kesekî bi nave A.D ku tê gotin kiryarê bûyerê hat desteserkirin.

A+A-


Parêzer Armanç Arkaş li Amedê  xwest ku kesên êrişê hev dikin,ji hev veqetîne hat kuştin. Kesekî bi nave A.D ku tê gotin kiryarê bûyerê hat desteserkirin.
Li kafeyeke li ser Bulvara Mahabad (Rêya 75 Metreyî) ya navçeya Peyas a Amedê, saet 02.30ê şevê di navbera du koman de ji ber sedemekê ku nehat nazanîn nîqaş derket. Nîqaş dûre veguherî pevçûneke çekdarî.
Parêzerê girêdayî Baroya Amedê Armanç Arkaş ê 28 salî dema xwest navbeynkariya herdu aliyan bike gule li serê wî ket û bi giranî birîndar bû. Tîmên hawarçûnê yên hatin cihê bûyerê Arkaş ê birîndar rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya GaziYaşargil. Tevî hemû mudaxileyan pêwîst jî Arkaş li wir jiyana xwe ji dest da. 
. Kesekî bi nave A.D ku tê gotin kiryarê bûyerê hat desteserkirin.

Piştî bûyerê gelek polîs hatin cihê bûyerê û lêpirsîn dan destpêkirin, welatiyê bi navê A.D. (30) ê ku gule berda hat desteserkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin