• Diyarbakır 0 °C
  • Batman 1 °C
  • Hakkari -3 °C
  • Şırnak 0 °C
  • Ağrı -9 °C

Divê em geşedan û hixmetê jî bibinin, pîvanên sinc û rêzdarîyê nebezînin

Mahmûd Kilinc

Nêzikî du mehan e ku nanivîsim, him dema min nebû û him jî mixabin nivîsên bi kurdî bi alîyê kêm kesan va tên xwendin.

Min bala xwe dayê, bêhtir nivîsên devjenî (polemik), paşgotin û reşkirina layekî siyasî, an rêber, serok û pêşengekî siyasî û civakî bêhtir kêl (alaka) dibine, bêhtir tên xwendin.

Nûçe û şîroveyên spekûlatîf, di hela rastiyê da biguman û mezinkirî, tên ecibandin û arezû dibînin û dibin çavkanîyên (referans) şîroveyên “muteber.”

Taybetî, nivîsên ku pîvanên sincî û hevkarîya neteweyî dibezînin, di hela zanyarî û hîndekariyê da naverok vala ne, mirov pê nîgeran dibe.

Lê dîsa jî, li gel ewqas neyênîyan, giran be jî xwendin û nivîsandina bi kurdî, ji salên bihurî bêhtir dibin.

Weşanên bi kurdî pirtir û dewlementir dibin, min nûçeyek xwedibû, zanyarîyên vekolîna nivîskar Malmîsanij dabû, ya heta sala 2008an, ku di salên dawî da, li bakurê Kurdistan’ê weşanên kirmancî (zazakî, dimilî) û kurmancî çendin car pirtir bûne.

Her çiqas ev ne bes be jî, ev geşedan, nêşita dewlemendbûna weşanên bi zimanê kurdî dike.

Hêvîdarim ku di sala nû da, weşanên bi zimanê kurdî pirtir bibin, herweha nivîs û nüçe ji reşkirinê, ji spekûlatîfê û ji devjenîyê dûr bisekinin, di nava pîvanên sincî û rêzdariyê da karûbarê xwe bikin.

Hoyên qeyrana li başûrê Kurdistan’ê û herweha pirsgirêkên li parçeyên din yek jî, weşanên hizbî ne, ku pir caran nûçeyên spekûlatîf tên weşandin, di hinek nüçe û şîroveyan da êriş û bêrêzî heye.

Bi bawerîya min ne pêkan e ku weşanên weha li çavê berpirsyaran biterişin, lê em dibinin û herweha di dîroka siyasîya Kurdistan’ê da bi sedan mînak hene ku weşanên weha tene xizmeta neyaran dikin, heta îro tevgera Kurdistan’ê desketiyek tene jî bi dest nexistiye.

Di hela din da kêmahîyek me heye, em herdem kêm û kasîyan, neqenciyê, gendeliyê û hwd dibêjin, balê dikşînên ser peyamên ne bi dile me, lê em xizmet û gorankariyê nabînin, an naxwazin bibinin. 

Bêşik, em divê rexne bikin û herdem bi helwestek bêtawîz li gel rastiyê û di xizmeta gel da bin.

Ez dixwazin dîtinek xwe bejim; sala 1992an em grubek parlementerên ser bi HEPê (bi tirkî, Halkın Demokrasi Partisi) va çûbûn Hewlêr’ê, çend rojan em bûbûn mivanê Partîya Demokrata Kurdistan’ê (PDK) û Yekitîya Niştîmanê Kurdistan’ê (YNK), Parlementa Kurdistan’ê nû hatibû damezrandin û wan rojan bêaramî û ewleyîyek xerab hebû, çend caran me xwest bi serê xwe derkevin nava bajêr û him bajêr binasin û him jî, li derekê xwarinekê bixwin, mixabin wan rojan Hewlêr gündeki mezin bû xwaringehek xweşik jî nebû mirov lêrûne, lê îro Hewlêr bajarekî mezin û modern e.

Duhok û Silimanî jî weha, kesî nehat ev xizmet nekir, hikûmetên Kurdistan’ê kirin.

Herweha, rewşa rojavayê Kurdistan’ê dibe mijara gengeşîyên tûnd, hinek nivîs û nûçeyên spekûlatîf pîvanên rêzdariyê dibezînin.

 Em divê rexneyên xwe li helwesta siyasî ya Partîya Yekitîya Demokratîk (PYD) bikin, lê destketîyan jî bibinin, beşik em divê pêşwazîya helwesta li dijî ENKS nekin, lê hinek siyaseta ENKSê jî rexne bikin, bo mînak eskerîya neçarî…..

Mebesta min ev e, ku em li gel rexneyên xwe pêşveçûn û gorankariyê jî bêjin, ev kelecana civatê bilind dike û bawerîya paşerojê xurtir dike.

Nêzikbûnek weha taybetî li ser psîkolojîya civatê karîgerîyek erênî dike, cıvata me hewceyê vê ye. 

Bixwebawerî, bona civatekê gellekî girîng e, mifteya serketinê ye.

Bila ev bibe nivîsa yekem ya sala 2017an, sala nû li we hemûyan pîroz be, bi hêvîya salek serketî û dîrokî ….

01.01.2017

 

 

 

 

 

 

Bu yazı toplam 386 defa okunmuştur.
BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
LI VÊ NIVÎSARÊ HÎN ŞÎROVE BARNEBÛNE.
Nivîsên din yên nivîskar