Dîroka Heskîfê Hat Weşandin

Dîroka Heskîfê Hat Weşandin

Weşanxaneya Nûbiharê pirtûka “Tarîxa Hesenkêfê” ya bi navê “Nuzhetu’n-Nazir we Rahetu’l-Xatir” çap kiriye.

A+A-

Weşanxaneya Nûbiharê pirtûka “Tarîxa Hesenkêfê” ya bi navê “Nuzhetu’n-Nazir we Rahetu’l-Xatir” çap kiriye. Pirtûk ji bo dîroka kurdan, di periyoda dîrokî ya navbera “Tarîxu Meyyafariqîn”a Îbnul-Ezreq û “Şerefname”ya Şerefxanê Bedlîsî de çavkaniyeke girîng e.

Weşanxaneya Nûbiharê pirtûka “Tarîxa Hesenkêfê” ya bi navê “Nuzhetu’n-Nazir we Rahetu’l-Xatir”çap kiriye. Pirtûk behsa dîroka bajarê Heskîfê ya du serdeman dike ku wê di bin ava Bendava Ilisuyê de bimîne.

 

Pirtûk di periyoda dîrokî ya navbera “Tarîxu Meyyafariqîn”aÎbnul-Ezreq û “Şerefname”ya Şerefxanê Bedlîsî de ji bo dîroka kurdan çavkaniyeke girîng e. Pirtûk him behsa tarîxa dewleta Eyûbiyan dike ku piştî mîrektiyên kurdan ên bi navê Merwanî, Şedadî, Hesenweyhî, Rewadî, Hezbanî û Fezleweyhî hatiye avakirin him jî agahiyên serdema avabûna mîrektiyên kurdan ên beriya Osmaniyan dide ku ev agahiyana di ti çavkaniyên dî de peyda nabin.

Herweha derbarê mîrektî û eşîretên kurdan ên Bohtî, Rojkî, Suleymanî, Zirkî û Mihranî û eşîreta ereban a Mehelmî û qebîleyên turkmen ên Qereqoyinlî jî de zanyarî hene.

 

Çavlirê ye ku Nuzhetu’n-Nazirê ya ku li ser navê gund û bajaran û li ser etîmolojiya wan jî qeydan di nava xwe de dihewîne, ji bo akademîsyen û vekolerên ku di qada tarîxa kurdan de dixebitin dê bibe çavkaniyeke girîng.

Akademîsyen Yûsûf Balûkenî amade kiriye

Pirtûk ji hêla akademisyen Yûsûf Balûkenî amade kiriye ku heta niha bes destxetek wê di Kitêbxaneya Qiraliyetê ya Viyanayê de heye. Balûkenî edîsyon-krîtîkkirina wê kiriye û beşek girîng jî li dawiya metna pirtûkê zêde kiriye. Pirtûk ligel wan pêvek û yên li ser zêdekirî ku têkildarî tarîxa Heskîfê ne, dê derbarê tarîxa vî bajarî de fonksiyona çavkaniyeke ansîklopedîk bibîne. Herweha li dawiya pirtûkê ji bo vekoleran, îndekseke berfireh jî hatiye amadekirin ku di xwe de "navê kesan", "navê deran" û "navê milet, qebîle û dewletan" dihewîne.

 

abd-egitim.jpg

 

Nuzhetu’n-Nazir, pirtûka burokratekî seraya Eyûbiyan e

Hesen bîn Îbrahîm el-Munşî el-Hisnî nivîskarê pirtûkê ye ku piştî di sal 1420an de koça dawî kiriye. el-Hisnî di serdema el-Melîkul-Adil Suleyman, hukimdarê Eyûbiyan yê Heskîfê de li serayê burokratekî wî yê girîng bûye.

 

Beriya pirtûka xwe ya Nuzhetu-Nazirê jî, pirtûkeke bi navê Xayetu’l-Metlûb fî Tarîxî Beytî Eyyûb di 14 Çiriya Pêşiyê ya 1418an de nivîsiye. Di wê de bûyerên derbarê Eyûbiyên Heskîfê de bi berfirehî nivîsiye. Muelif gava ku pirtûka xwe ya Nuzhetu’n-Nazirê diqedîne, notên xwe dibe nîşanî Melik-Adil Suleymanî dike. Qismên şaş û kêm li gor fermanên Sultan sererast û lê zêde dike.

 

 

8194.jpg

 

Cildê duyem ê pirtûkê hîn jî wenda ye

Cildê duyem ê vê pirtûkê yê ku behsa dewra Melik-Adil Suleymanî dike hîn jî nehatiye dîtin. Lêbelê hevdemê nivîskarê kitêbê û meşhûrtirînê alimên dewra xwe Îbnu Hecerê ‘Esqelanî, di kitêba xwe ya bi navê Înbaul-Xumr bî Enbaîl-‘Umr de ji cildê duyem ê wenda hin pasajên têkildarî dewra Melik-Adil Suleymanî neqil kiriye.

 

Weşanxaneyê erebiya pirtûkê yanî orîjînalê pirtûkê weşandiye lê akademisyen Yûsûf Balûken li ser wergera wê kar dike û çav li rê ye ku di demên pêş de kurdiya wê were çapkirin û belavkirin.

 

Stenbol - BİANET

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin