Bi dronan êrişî baregeheke PDKÎyê hat kirin

Bi dronan êrişî baregeheke PDKÎyê hat kirin

.

A+A-

Bi 2 dronan êrişî baregeheke Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) ya li navçeya Dêgeleyê hat kirin.

Li aliyê din, dronek jî li devera Balekayetiyê ket xwarê.

Bi 2 dronan êrişî baregeha PDKÎyê ya li Dêgeleyê hat kirin lê di êrişê de ti zererên canî û madî çênebûn.

Her wiha dronek jî li devera Balekayetiyê ya Îdareya Serbixwe ya Soranê ket xwarê.

Ti zererên canî nînin

Endamekî PDKÎyê ji Rûdawê re ragihand ku bi 2 dronan êrişî kampa wan a li Dêgeleyê hatiye kirin.

Wî endamê Endamekî PDKÎyê li ser zererên êrişê diyar kir ku di bûyerê de ti zererên canî çênebûne.

Dronek li Balekayetiyê ket xwarê

Hinek şahidên bûyerê yên li devera Balekayetiyê ji Rûdawê re diyar kir ku dronek bi nizmî li asmanê deverê firiyaye.

Li gorî gotina şahidan, ew dron paşê li daristan nêzîkî gundê Kanî Zîlê ketiye xwarê.

Hat zanîn ku piştî ketina dronê agir bi pûşî ketiye.

Êrişên bi dronan didomin

Agirbest heye û şer hatiye rawestandin lê êrişên Îranê yên li ser baregeh û kampên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê didomin.

Li gorî şopandinên Rûdawê, tenê meha borî bi 16 dronan êrişî kampên penaberan û baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê hatiye kirin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin