Sîrac Kirici

Sîrac Kirici

Hemû nivîsên nivîskar >

Dinya bi me re ye, divê em jî bi xwe re bin

A+A-

Difkirim...

Kurdên ku dilê wan ji bo welatê wan dişewitin jî difikirin.

 

Ez ê tiştekî din lê zede bikim...

 

Êdî dinya jî ji bo me difikîre!

 

Bê guman sedemên vê fikirandinê jî hene.

 

Têkoşîna Kurdan a li hemberî DAİŞê û dagirkirina Rojavayê Kurdistanê yek ji van sedeman e...

 

Ji bo wê jî divê em pir bi lez bifikirin û tevbigerin...

 

Bi lez fikirandin bi xwe re refleksan jî leztir dike.

 

Ji dagirkirina Rojavayê Kurdistanê heta niha refleksa neteweyî berê me daye serfirazîyê.

 

Zilma dewletên dagirker êdî di tu qaliban de bicîh nabe.

Ma gelo dihat bîra kê...

 

Ku li Meclîsa Amerikayê biryara cezakirina Tirkîyeyê bi ferqeka mezin were qebûlkirin.

 

Aktorên di tarîxa  xwe de neheqîyê li Miletê Kurd kirine ji alîyê gelên xwe ve têne darizandin...

 

Herkes ketîye nav hewldanekê ku doza me ji nû ve were pêşberî dadgeha ku wijdana mirovatiyê temsil dike.

 

Vê gavê wîjdan û şans bi me re ne.

 

Kuştina Serokê DAİŞê Ebû Bekir Baxdadî şansa  Kurdan hîn zêdetir kir...

 

Bi taybetî jî cihê pêk hatina kuştina  Serokê DAİŞê Ebû Bekir Baxdadî, 5 km nêzî sinorê di bin kontrola Tirkîyeyê de bû û vê yekê bala herkesî kişand.

 

Ji hêrsa kef bi devê 'rojnemevanên' serxwaz ketîye...

 

Û yê ku li qesrê rûniştîye jî dibêje em jî li ku derê be bila bibe, em ê herin 'terorîstan' bikujin.

 

Bêperwa êrîş dikin.

 

Ew çi dikin bila bikin Kurdan avantajeke mezin bi dest xistine...

 

Tenê divê kurd yek bin!

 

Şans hatiye ber deriye wan...

 

Trump petrolê teslimi wan dike...

 

Amerîka û Rusya ji bo ji bo hinek mafên Kurdan lihev kirine... Lavrov dibêje: 'hûn nikarin ji çareserkirina pirsa kurd birevin'.

 

Çareserî di destê me û di jîrbûyina me de ye.

 

Pirsa Rojavayê Kurdistanê hatiye ser masê.

Tenê divê Partiyên Kurdan  ji pisîkolojîya çend sal berê dûr kevin.

 

Bi xwe ez bi hêvî me...

 

Tu carê wek vê carê ez şahîdî reflekseka xurt ya neteweyî nehatime...

 

Pêşketinek pir mezin di nav Kurdan de pêk hatîye.

 

Êdî herkes dizane...'em  giş di keştîyekê de ne.' Bi êrîşeke hov keştîya me av girtîye...

 

Bi refleksa neteweyî kurdên seranserê dinyê qiyamet rakirin û nehiştin keştî têk biçe.

 

Ev hişmendîyeke...

 

Ev guhertineke.

 

Derket holê ku keştî têk biçe em ê giş zerarê bibînin..

 

Di vê pêvajoyê de bê qewil û peyman me dest da hev.

 

Ev nîşana netewbûyînê ye, mizginîyek e!

 

Heger em  bi destê xwe xeletîyeke pir mezin nekin, dinya bimere ye.

 

Bi sempatîyeke pir mezin li me mêze dikin.

 

Ji roja ku Tirkîyeyê  dest bi dagirkirina Rojavayê Kurdistanê kir heta nuha Kurdan  'dinyayê hejandin'.

 

Ji Parlementoya Kurdistanê, heta hemelatîyên Başûre Kurdistane...

 

Ji KDP-İrane heta HDK, partî dezgehên Rojhilatê Kurdistanê herkes li ser pîyan bûn...

 

Ji daxuyanîya Mazlum Kobani heta daxuyanîya parti û sîyasetmedaren Rojavayê Kurdistanê...

 

Ji şîna rehmetî welatperwerê Kurd birêz Hamîde Hacî Derweş, heta hewldan û axaftina Serokê PAKê birêz  Mustafa Özçelik...

 

Ji gotinên Serokê PSKyê.. heta partiyên bi HDPyê re tevdigerin...

Kurd li her derê seferber bûn...

Rewşenbîr û sîyasetmedarên me bi wîjdan û çalak bûn...

 

Kurda îmtihaneke  pir baş dan..

 

Karê me hîn xelas nebûye..

 

Pêvajoyeke sîyasi destpê dibe.

Û di  nivîsandina Makezagona Sûriyeyê ya Nû de divê hemû partîyên Kurdan, bi vîna kurdayetîyê, bi rih û heyecanê hevûdin hembêz bikin û bi yek dengi wek alîyekî derkevin pêş neyarên netewa me!

 

Û divê bi hemû dewletên dinyê re wek alîyê yekgirtî yê Kurdan bibin mixatab.

 

Dinya bi me re ye...

 

Divê em jî bi mitabaqateke netewî, demokratîk bi xwe re bin, bi hevre bin.

02.11.2019

Önceki ve Sonraki Yazılar