Di 'Rojên Fîlmên Kurdistanê' de 4 fîlm hene

Di 'Rojên Fîlmên Kurdistanê' de 4 fîlm hene

Navenda Kurdan a Demokratîk a Cenevreyê û TEV-ÇAND bi hev re li Cenevreyê Rojên Fîlmên Kurdistanê li dar dixin. Rojên Fîlman dê 13 û 14'ê meha pêşîya me li dar bikev û hatinên ji çalakîyê dê ji bo Rojava bêne bikaranîn.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Navenda Kurdan a Demokratîk a Cenevreyê û TEV-ÇAND bi hev re li Cenevreyê Rojên Fîlmên Kurdistanê li dar dixin. Rojên Fîlman dê 13 û 14'ê meha pêşîya me li dar bikev û hatinên ji çalakîyê dê ji bo Rojava bêne bikaranîn.

Di 2 rojên çalakîyê de dê 4 fîlm bêne nîşandayîn. Li gor bernameyê 13'ê mehê saet 18'an de dê bername bi kokteylek li dar bikeve. Di vekirinê de derhêner Selim Yildiz jî dê amade be. Saet 19'an de dê belgefîlmê Leyla Toprak "Dûr e" bê nîşandayîn. Piştî wî dê belgefîlmê Selim Yildiz "Bêdîyalog" bê nîşandayîn.

14'ê mehê saet 18.30 de kurtefîlmê Aram Dildar "Hazirîyek ji bo Derengmayînê", dûre jî fîlmê Hinar Selîm ê bi navê "May Sweet Pepper Land" dê bê nîşandayîn.

Cihê nîşandayînê: Cinéma Spoutnik 4 Place Voltaire Genève.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin