Di Medya Kurdî de nezanî ji nezanî mirina zanînê ye

Di Medya Kurdî de nezanî ji nezanî mirina zanînê ye

.

A+A-

Marûf Yilmaz

 

Azadiya Çapemeniyê çi ye?

Rêjeya Rêbaziya Azadiya Çapemeniyê çi ye?

Çalakiya gelemperî çi ye û çi çalakiyên veşartî ne?

Qanûna Bingehîn a Tevgera Azadiya Ramaniyê (nêrîn) çi ye?

Qanûna Bingehîn a Azadiya Çapemeniyê çi ye?

Prensîpa ewlekariya giştî ji bo rojnamevaniyê çi ye?

 

 Kapasîte û hunera pênûsê

 

Professor James W. Careyê Amerîkî dibêje: "bêyî rojnamevaniyê demokrasî ne gengaz (ne mûmkûn) e, lê bêyî demokrasiyê, rojnamevaniyeke baş jî, tune be. Divê Demokrasî û hêza medyayê bi hev re bin, ji ber ku ew herdu nikarin bêyî hevûdu bijîn. Di piraniya demokrasîyan de destnîşan kirin ku azadiya çapemeniyê li berjewendiya giştiyan e (Strömbäck, Jesper (2000); Petersson, Olof m.fl. (2006); Olof m.fl. (2006). Ev her du cêwî ne û bi hevûdu re girêdayî ne. Medya ji bo civak û demokrasiyê girîng e. Medya dikare pirsgirêkên civakî (sosyal), lêpirsînên desthilatdariyê gotûbêj bike.

 

Rojnamevan bêhtir dixwazin ku hemwelatî di demokrasiyê de bandorên xwe hebin û peyvên wan azad bin. Lê hemwelatî hertiştî lêwîya Xwedê dihêlin û ew naxwazin qedera xwe biguhêrînin. Ez vegerim ser mîjara qanûnê. Qanûn azadiya çapemenî û azadiyên rojnamevaniyê yên berfireh hene, lê azadî jî berpirsiyariyê dixwaze. Ji Azadiyê mezin re, berpirsiyariyeke mezin pêwîste. Mafê ramanên her kesî/ê, rastîn, bawerî û hizrên xwe di çapkirin û weşandinê de belav bike, heye. Mafê herkesî/ê ku ew di çalakiyên desthilatdar û sazgehên desthilatdar (biryar, dadgeh, name, pirsyar, hwd) de beşdarî bibe, heye ku ew bixwaze dikare beşdar bibe. Ev ji bo demokrasiyê girîng e.

 

Divê prensîba ewlekariya giştî ji bo Medyayê hebe û ew prensîb ji bo herkesî/herkesê derbas bibe. Prensîba ewlekariya giştî li Fransa, Brîtaniya Mezin û li hemû welatên demokrat heye û divê ev prensîba ewlekariya giştî, li ba me jî hebe û ji ber ku em xwediyê parlamentoyekê ne. Nimûne: Heger rojnamevanek xîyanetkarî an jî xîyanetê biparêz e dibe tawan.  Xîyanet bi welatê xwe re kirin, tawan e û rojnamevanê/a ku xîyanetê biparêze jî...

 

Qanûna Cezayî ya tawankirên (sûcdar) çapemenî û ramanê (nêrîn) hebin û divê ev qanûn rola xwe bileyîze. Kirinên jêrîn îfadeya azadiyên çapemenî û ramaniyê dikin "tawan" (sûc):

-Xîyanet an jî xîyanet bi welatê xwe re kirin

-Azadiya çapemeniyê û ramanê

-înîsîyatîfa şer, xîyanet, sîxurî...

-Gef li karmendan kirin (Zirt û fortên xwe li Hikûmeta herêma Kurdistan´ê kirin).

 -Tawanên (Sûc) li dijî azadiyên sîvîlan.

-Şîdeta zagonî, devavêtina li karmendên fermî yên Herêma Kurdistanê.

-Riswa kirin û gefên fermî...

-Binpêkirina qanûnên tawanbariyê.

-Binpêkirina zexta ramanan...

Têbinî: Ji bulî hevokên jorîn, bi sedan hevokên din hene. Bila bimîne careke din

 

Prof, DrVoltaire: "ez ne bi ramana te re me, lê ez amade me, ji bo îfadeya ramana te bimirim."

 Prof. John Stuart Mill: "Divê mirov ramana yekî/ê qedexe neke, dibe ku ramana wî/ê girîng be..."

Îro li welatê me şerekî qirêj heye. Ev şer ji bo kurdan felaket e wekî romana Tolstoj e; li vir şer wekî felaketa xwezayînê ye.

 

Prof. Jean Baudrillard (2001) di derbara pirsa şerekî de dibêje:"şer çi ye û sîstema agahîyê çawan rastiya bûyerên şerî vedişere?" Li gorî Baudrillard, kapasîteya medyayê ji bo rastiya me ye. Medya kopiya civaka xwe ye. Medya (medya bêalî) çewtîyên me rast dike. Baudrillard dibêje: "civaka klasîk û siyaseta wê li ser bingeha nirxên sembolîk tê avakirin û divê mirov dawî lê bîne.  

 

Benda 19an a NY

Benda Neteweyên Yekbûyî ya 19an di derbara azadiya ramanî (nêrîn) de ye. Di benda 18an a NY´ê de herkes mafê azadiya hizrî (fikr), wijdan û olê ye. Daxuyaniya yekemîn ya ji bo azadiya îfadeyê ji hêla Prof. Sir Thomas More, Parlamentoya Îngilîzî ya roja 18ê Nîsanê di 1523an de hate gotûbêjkirin û dûvre ketibû rojevê.

 

Bourdieu (1994: 135) giraniya xwe dide ser "habitus", sembola çandî, sembola civakî, mîraza çandî û struktura desthilatdariyê. Baudrillard jî,qala kapasiteya hunera pênûsa nivîskarî/ê digel medyayê dike. Ew giraniya xwe dide ser rolên medyasosyal, nimûne: etîka modelên nûçeyan, kompiyûtor, înformasyon, saziyên zanistî...

 

Li Yûnistana Antîkê Aristoteles xwendekarê Platon bû û ew mamosteyê Alexanderê Mezin bû, lê Sokrates jî, xwendekarê Aristoteles bû. Di wê demê deAnytos serokê tevgêra demokrasiya Yûnanî ya sala 404an bû û ew ji bo serkeftina xwe li dijî Sokrates'î bû. AnytosLykon û Meletos bihevre Sokrates xayîn nîşandan ji bo berjewendiyên xwe. Dûvre Lykon, Meletos û Anytos Sokrates'î tawanbar (suçdar) kirin, lê ew ji bo dîtinên xwe ber bi sêdarê ve çû. Belê, Sokrates hat darvekirin, lê ew bû dîrok. Di wê dema antîkê de Anytos serokê tevgêra demokrasiya saxte ya sala 404an bû û ew ji bo serkeftina xwe li dijîSokrates'î bû. Lê Sokrates wekî mêrxasekî hizra azadiyê derbasî nav rûpelên dîrokê bû. Sokrates mirovekî bijarte bû. Yanî sermirov, hişmend, aqilmend zêrînmend, biriqîmend, mirovên bijarte ji mirovên normal cûda ne û ew qanûnên civakî yên kevnare napejirînin. Duh duh bû, îro îro ye. Em rastîya sibê nizanim, lê em tenê dikarin dîtinên xwe ji bo sibê şirove bikin. 

 

Kurdên Bakur:...Nivîskarên Kurd li Swêdê dibin kategorî, nimûne: yên mîna Firat Cewerî, Goran Candan, Haydar Diljen, Kurdo Baksî, Maruf Yilmaz, Murad Ciwan, Osman Aytar, û gelekî kesên din xwediyê sermayeyên çandî, kelepûrî û sembolên civakî ne. Lê yên wekî Bûbê Eser, Laleş Qaso, Lokman Polat, Zinarê Xamo û gelekî din jî, kategoriya 2an pêk tînin.  Nivîsên wan diyar in.  Ez li vir îdeolojîya nahizrim, tenê navên dinivîsînim.

 

Baudrillard giranîya xwe dide ser postmodernîtî û massmedyayê. Zygmunt Bauman (2017) qala etîk, felsefya siyasî, sosyolojî, postmodernîtî û hunera postmodernîtiyê dike û girîngiya avahiya civakeke piştnûjen (postmodern) tîne bîra me.

 

Di rastîya xwe de Medya Kurdî siyasî ye, ji ber ku naveroka wê siyasî ye. Di Medya Kurdî de peyvên rêzdar, hêja, birêz û serok ji alîyê rojnamevan, nûçevan û nivîskarên Kurd ve tên bikarhanîn, lê hêjahiyên nû li civakên Kurdistanê zêde nakin, tenê zirarê didin xwe û welatê xwe. Rojnamevanên Medya Swêdê wisan dinivîsînin: Serokwezîr (serokdewlet) Stefan Löfven dîsan dixwaze bibe serokwezîr. Lê rojnamevan û nûçevanên kurd wisan dibêjin: Rêzdar serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Rêzdar Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî, Rêzdar serok Adullah Ocalan (dewleta kûr), Rêzdar Saleh Muslem û didomînin. Divê Medya Kurdî di derbara çawaniya baştirkirina rola xwe de gotûbêjan digel Hikumeta herêma Kurdistanê bike û hemû alî guhdariya hevûdu bikin ji bo ku bikaribin biryareke hevbeş bidin. Di hemû dem û wextan de nabe ku Medya Kurdî rola opoziyonê bileyîze, lê divê Medya Kurdî rexneyên çêker li hemû alîyan bigire, lê divê ew bi hawayekî avaker û serbixwe be. Divê rojnamevan bixwe mirovekî/a konstruktîf be û nebe rojnamevanekî/a helweşker li dijî qewmê xwe be. Bi baweriya min Medya Kurdî hê serbixwebûna xwe bi dest nexistîye û pêwîste ji bo bidestxistina serbixwebûyina xwe kar bike. Dibe ku rewşa rojnamevanên Kurdistanê ne baş e, ji ber ku tênegihîştinek heye, ji aliyê partiyên siyasî û hêzên asayişê ve, di derbara rola Medya Kurdî de, ji alîyên din ve, tevliheviyeke mezin heye di derbara endamtiya di partîyeke kurd de û di ber de jî, pirsgirêk heye. Ji ber vê yekê ye ku alozî çêdibin. Qanûna azadiya çapemeniyê, digel qanûna azadiya ramanî (nêrîn), herdu bi hev re bingehên medyayê ne û divê ev bingeh li Başur jî, hebe.

Erkên parlamentoyeke demokrat ev en:

• Li ser qanûnan biryar dike

• Li ser budceya dewletê biryar dide

• Hikûmetê kontrol dike.

 

Prof. Baudrillard (2001) qala kapasiteya hunera pênûsa nivîskarî/ê û têkilîya wê bi medyayê re dike. Ew giraniya xwe dide ser rolên medya sosyal, etîka nûçeyan, kompiyûtor, înformasyon, saziyên zanistî yên cûda dike. Gava mirov ku qala rojnamevaniya kurdî dike, hingê hin peyv tê bîra mirovî/ê, ew peyv ev in: înformasiyon, deînformasiyon, kommunikasiyon, hîndekariya formatîf, konstruksiyon, dekonstruksiyon, întersubjekt, înteraksiyon, propaganda, manîpulassiyon, manîpulasiyona sosyal, manîpulasiyona psîkolojîk...

 

Heger profesyonalîzm di Medya Kurdî de hebûya û wê bi hawayekî kommunikatîf û înformatîf karê xwe bikira, dê rewşa Kerkûk´ê jî, cûda bûya. Karên Parlamentoyê yên herî girîng ew e ku ew qanûnanên xwe û hikûmetê kontrol bike. Karê parlementoyê ew e ku ew hikûmetê "kontrol" bike.

 

Di parlementoya Kurdistanê de 100 parlementer hene û 11 parlementer jî, ên kêmneteweyên Başûr in. 100 zêdek 11 dibin 111 parlementer.  Nimûne: endamên Parlamentoya Swêdê 349 kes in. Parlamentoyeyeka demokrat qanûnan derdixe, li ser bacan ji bo dewletê û herwisan li ser çawan bikarhanîna perên dewletê biryar dide. Parlemento pêşîn hikûmetê"kontrol" dike û dûvre hikûmet tevî parlementoyê, di warê birêvebirina xwe de xwedî berpirsyariya herî bilind e.

 

 Divê Parlemento xwedî qanûnên bingehîn ên azadiya ramanî (nêrîn, hizrî) û çapemeniyê be, lê wek exlaqî û qaîdeyên reklamê jî. Rola "Medya Girseyî" ya di civakê de ji bo nûçeyên rasteqîn û objektîv e. Medya Kurdî dikare nûçeyên rastîn peyda bike û dev ji Propaganda û manîpulasyonên xwe ber bide.

 

Qanûnên bingehîn li dûnyayê yên welatên demokrat çar in û bila Dewleta Federal a Dewleta Kurd jî, xwe bi qanûnên xwe ve bike desthilatdartir. Çar qanûnên bingehîn ên dewleteka demokrat: 

1. Qanûna Bingehîn a forma hukûmetê (Q.B. F.H),

2. Qanûna Bingehîn a Tevgera Azadiya Ramanî (nêrîn) (Q. B. T A. R),

3. Qanûna Bingehîn a Azadiya Çapemenî (Q.B. A.Ç)

4. Qanûna Bingehîn a Serkeftina Derbasbûyî (Q. B.S. D).

Qanûna Bingehîn a Serkeftinê tê wateya ku Barzanî li ser şopa bav, kal, bavpîr, dêbav, dapîr, kok û nîjada xwe pêşve diçe û bi hawayî nifşa nû û ya kevn digihîjin hevûdu.

 

 Li welateke demokrat bingehavêtin û avakariya demokrasiyê, li ser çar hêzên demokratîk ên cûda ava dibe:

1. Hêza hikûmetê: desthilat ji parlementoyê pêşniyaran wer digire.

2. Parlemento: hêza kontrolkirina hikûmetê û derxistina qanûnan).

3. Hêza dadwerîyê: (dadgeh, qanûnan dike rojevê, li gorî qanûnan biryar digire). 

4. Hêza weşangêrîyê: (ragihandin, massmedya, sosyalmedya, medya, rojname, kovar, TV, radio...). 

 

Facebook di Sibatê 2004'an de ji aliyê Mark Zuckerberg, Chris, Dustin Moskovitz û Edduardo Sacerin hat avakirin (Stockholms universitet, Maruf Yilmaz 2016) û heta niha bandora xwe didomîne. Ji bo nimûne, çapemeniya girseyî divê ji siyaseta partî, rêxistin, dewlet û hikumetê bi awayek azad karê xwe bike, bi xwe ve girêdayî be.    

 

Ez niha dixwazim vegerim ser mijara Başûrê Kurdistanê.  Li gorî agahdariya ku Tevgera Goran daye Joe Stork Cîgirê rêvebirê Rêxistina Yekitîya Neteweyên Yekbûyî yê beşa çavdêriya mafên merovan Îsa Barzanî ji ber rexneyên xwe yên li dijî PDK´ê, ji alîyê polîsên Herêma Kurdistanê ve hatibû girtin û zîndankirin. Ji ber agahdariyên ne rast ên Tevgera Goran Herêma Kurdistanê di raporta NY´ê tê rexnekirin. Ji ber vê yekê Cîgirê rêvebirê Rêxistina Yekitîya Neteweyên Yekbûyî yê beşa çavdêriyê daxwaz ji Hêrema Kurdistanê re bir da ku ew xwediyê helwestên mirovane bin û li wir hizrên azad hebin. Li gorî Joe Stork´î, Îsa Barzanî berê endamê PDK´ê bû û dûvre xwe nêzikê Tevgera Goran kirîye û ji ber vê yekê jî, hatiye girtin. Ez bi xwe rastîya mîjara Îsa Barzanî nizanim, lê gelekî rastî di derbara vê mîjarê de dikarin hebin. Lê her çi dibe bila bibe, divê peyv azad be û mirov di hizr û ramanên xwe azad be. Lê jê xerabtir tiştekî din heye. Dibe ku Tevgera Goran desînformasiyon daye NY´ê yanî Joe Stork´î. Hersê dewletên dijmin û hevkarên wan ên xîyanetkar di derbara Başurê Kurdistanê de manîpulasyon û desînformasiyonan belav dikin.

 

Siyasetmendarê kevn Kemal Burkay ji Marxsîzmê şemitî kete ket ser rêya AKP´ê û ew bi çavekî erêyî li hikumeta AKP´ê mêze dike. Lê Prof. Dr. Darko Tanaskoviç û Vladimir Paviçeviç li Fakûlteya /Universîteya Belgratê, a Zanyarîyên Siyasî lêkolîn çêkirine û di lêkolînên xwe de bal dikişinin ser Neoosmanîzma AKP´ê.  

 

Friedriç Nietzsçe (2007) ziman wekî nexweşîyekê dibîne. Li gorî wî yê ku tevlihevîyan çedike bi tenê ziman e. Di dema me ya nûjen de xwedîyên zimanê aşitîyê ev in: Dalai Lama, Mohandas Gandhi û Martin Luther King. Ji hersê kesan re dibêjin; "aşitîxwaz" angu"pasifîst. Ji me re mirovên têgihiştî, mirovên bijarte yên wekî Friedrich Heger, Friedrich Nietzshe, Albert Camus û Franz Kafka pêwîstin da ku kurd bikaribin bi peyvên xwe ve cîhanê bihejînin. Îro li welatê me şerekî qirêj heye. Ev şer ji bo kurdan felaket e wekî romana Tolstoj e; li vir şer wekî felaketa xwezayînê ye. Yanî şer mirovan dikuje yan jî mirov tên kuştin. Gava ku em qala felsefeya siyasetê dikin, hingê navê Platon, Aristoteles, Marchiaveli, Kant, John Locke, Thomas Hobbes û Hegel tên bîra me. Divê di"Medya Kurdî" de terbiya demokrasîyê bihête avakirin û naveroka wê li gora qanûnên Neteweyên Yekbûyî, Yekitiya Ewropayę û Dewletên Amerîkayê yên Yekbûyî bihêne serrastkirin. Gelekî cûreyên teyr û ajelan li Kurdistanê hene.

 

Pierre Bourdieu (1994: 135) mîrazên çandî wek avahiyên nirxên sembolan dibîne.  Di bagaja her kesekî/ê de sîstemek heye; habitus. Medyayên çandî yên ku weke rojname, kovar, pirtûk, huner, nivîs, muzik, serborî, zanîn û xwendina bilind a universîtetê, rolên xwe ji bo desthelatdariyê dileyîzin. Beauvoi û Young wekî Bourdieu dinivîsînin û dibêjin: "tiştên ku ji bo grubeke normal û xwezayî be, dikare desthelatdarîya xwe li ser grubeke din bike û zerarê bide wê grubê.  Prof. Aois Althusser, Prof. Antoio Gramsci û Prof. Ernesto Laclau hersê jî, qala dewletê û hunera zanîn (kabilîyet) û kapasîteya" siyasetmendaran dikin. Antonio Gramci di sala 1921ê de Partiya Komûnîst a îtalyayê damezrand û bandora xwe li civakên cûda kir. Prof. Edmund Husserlavakarê fenomenolojîyê bû û wî giraniya xwe dide ser nasname, xwenasîn, şiyarbûn û zanîna xwe bi xwe. Martin Luther King, qala xewnek, hêvîyek û xîyanetekê dike. Wî xwepênîşandanek li dijî Washingtonê li dar xist û bi hawayî mohra xwe li dîrokê xist.Martin Luther King digel Mohandan Ghandi û Nelson Mandela dibin sê têkoşerên azadiyê yên nemir in. Pirtûka Fanon (1961) ya bi navê "Çermê Reş Maskên Spî", çawan nasname çêdibe, ava dike û çawan gelê bindest nasnameya xwe diafirîne (çêdike).Fanon bi çavekî întersubjektê li têkiliyên navbera nasnameyên dinêre. Li gorî wî, mirovên bindest, xwe di çavên mirovên serdest/mirovên spî de dibînin. Red Cloud (1820-1909 bi hêza xwe ya li dijî Amerîkayê ve navdar e. Piştre xîyanetê bi gundên xwe kir û wekî xayînekî mezin derbasî dîrokê bû.

 

Xayînê kurd ê pêşîn Harpagos

 

Prof. Wilhelm Müller (1896: 89) keyayê Med Astyageş´î zorker dibîne. Lê gumana Cteasias jî, li ser mijara Astyageş´î yaHeredotus heye û ew rexneyan li Heredotus ´î digire. Ew ji nû ve Astyageş û Kuruş´î dinirxîne. Qala peyvên Aeschylus´î yên di derbara Astyageş´î de dike. Astyageş fermana kuştina Kuruş (nevîyê Astyageş) dabû wezîrê xwe Harpagus û daxwaz jê kir ku ew Kuruş´î bikuje, lê dilê Harpagus pê şewitî û wî Kurus ne kuşt. Belê, xîyanetkar û xayînê Med (Kurd) ê pêşîn Harpagos(wezîrê Astyageş) e, ji bo ku tola xwe ji Astyageşî bitîne diçe ba Kuruşê faris ji bo têkçûna Împeratoriya Medî (Heredotus (500 sal BZ). Harpagos wezîrê Med bû, lê xîyaneyê bi qewmê xwe re dike. Astyageş wezîrê xwe Harpagos vexwendine (dawetkirin) mala xwe û goştên pêjandî yên kurê wî pêşkêşî (îkram kirin) wî dike... Yanî Astyageş kurê Harpagos´î dide kuştin û Harpagos dawetê mala xwe dike û goştê kurê wî yên pêjandî pê dide xwarinê. Ev tawana ku Astyageş dide wezîrê xwe, dibe sedemê têkçûna Medan. Ji ber vê yekê, Harpagos dev ji qewmê xwe ber dide û diçe ba Kuruşê Faris ji bo têkçûna Astyageşî. Harpagos bi Kuruşê Faris re şêwirîbû û piştre jî, dişêwire. Divê Astyageş Harpagosê xayîn bikuştaya, lê ne kuşt. Tawana xayîntiya Harpagosê kurd ê pêşîn ev bû ku Keyayê Med goştê kurê wî pê dide xwarin. Xayînê kurd ê pêşîn Harpagos bû. Di berhemaGILGAMEŞ´î de ji gelê Kurti (Kurd) lehengek hebû û navê wî Enkîdu bû. Rojek ji rojan, ew diçe ba Gilgameş´î ji bo kolebûn û nizimbûna qewmê xwe. Di herdem û dewranên çûyî de xayînên kurd hebûne û niha jî hene. Ew xayînên kurd dev ji qewmê xwe ber didin mîna zarokekî/e dev ji şîrê dayîka xwe ber bide û here şîrê dayîkeke "xerîb" bimije (mêtin, mijin). Xayînê kurd ê pêşîn Harpagos e, ji bo ku tola xwe ji serokê xwe Astyageşî bitîne diçe ba Kuruşê faris ji bo têkçûna serokê xwe. Xîyaneya xwarziyê Mîr Bedirxan Yezdan Şêr û xîyanetên cûda yên wekî Kasim, (hevlingê Şêx Seîd) Rayber, Diyar Axa û Meço, Îdris Bîtlisî û malbata Celal Talabanî, Îbrahim Ahmed (1964-1966) û gelekî kesên mayîn. Di derbara Astyageşê Med de gelekî rastî dikarin hebin. Firdewsî li gorî daxwaza Sultanê Tirk Mahmud Glaznavi nivîskariyê dikir û ew wekî Diodoʹrusê (100 sal BZ) (100 sal BZ) yûnanî bû. Diodoʹrusê yewnanî wî li gorî daxwaza Keya Augustus´î nivîskariyê dikir. Diodoʹru dîroknasê yûnanî bû û ew wekî gelekî nivîskarên din, li gorî daxwaza keyayê Augustus´î nivîskariyê dikir. Xîyaneta Kerkûk´ê dişîbe ya  mîrên Reşîkên Amerîkaya Bakur. Nimûne: Red Cloud (1820-1909 bi hêza xwe ya li dijî Amerîkayê ve navdar e. Piştre xîyanetê bi gundên xwe re kir û wekî xayînekî derbasî dîrokê bû. Lê Black Hawk (1767-1838) bi şêrê giran ê li dijî Amerîkayê ve navdar e. Ev şer  di sala 1812an de  destpêkiribû û Hawk bejna xwe li ber dijminê xwe netewand. Cirazî Horse (1840-1877), hêza wî qet li paşve gav neavêt û ew qet nekete destê dijminê xwe. Lê di sala 1867an de dijminên wî bi çekên nûjen êrîşê li ser wî û hêza wê kir. Tercuseh (1768-1813) digel Britaniya Mezin li dijî Amerîkayê şer kir. Paşê hêza wî jihevket û bela bû. Dibe ku sedeemê belavkirinê Tercusehê Reşik bi xwe be. Mîrê Amerîkaya Bakur, Portiyak (1720-1769), bi hêza xwe ve li herêma Detroit´ê navdar bû, piştre digel Brîtaniya Mezin paymanek çêkir û ronî di tarîyê de ma. Geronimo (1829-1909) mêrxas, bêtirs û şervan bû. Li gorîGeronimo divê mirov ji dijminê xwe netirse heta bi heta. Xîyanet çi ye? Bêbextî, xayîntî, bêaqilî, sextekarî, xwe li ber dijminê xwe nizm dîtin, ji doza xwe vegerin, ji peymana xwe vegerin û bi cîh neanîn. Binpêkirina qanûnên Başur bi xwe ye. Em dîsan vebigerin li ser nakokîya Malbata Talabanî û têkilîyê wê digel PDK´ê, çi dibe, bila bibe, sûd nade avakirina serbixwebûna Kurdistanê. PD Kteza serbixwebûna Kurdistanê ye û YNK jî antîteza serbixwebûna Kurdistanê ye. Divê li vir nakokî û ne nakokî digihîjin hevûdu yanî tez û antîtez bila dibin sentezekî nû. Sentezekî nû serbixwebûna Kurdistanê bi xwe ye. Rêberên Kurd çima vê rastîyê nabînin? Gelo ew bi berçavka boyaxkirin li vê mîjarê dinêrin?

 

Dramatikar Aiskylos (526-456) wek leşkerekî  beşdarî şerê giran bû, cara dawîn di şerê faris û yûnanîyan ê Salamisê de beşdar bû. Ev şerê giran di sala 480 sal BZ de dest pêkir û bû sedemê kîn, dilêş, kuştin û nakokîyan. Aqilmendên şerê Punikê digotin: "Em rêyekê dîbînin an jî, em rêyeke din çêdikin."Berîya destpêkirina şerê Punikê, (218-202) ji Karthaga, Hannibal û herêmên din bayên şerî dihatin. 47 sal BZ padîşahê Romê Julius Cesar bi hêza xwe ve berê xwe da Asiya Piçûk da ku, ew li wir şer bike. Sira li pişt azadiyê ev e ku mirov xelqê xwe perwerde bike, ji bo mirovên perwerdeyî dikarin rastiyê bibînin, lê sira dijmin ew e ku xelq di nezaniyê de bimînin. Maximilien Robespierre di bin bandora fîlozofên dema ronahiyê de mabû û ew di sala 1789an de bû serok şoreşa fransayê. Lê di dawîyê de wî xîyanetê bi îdeolojî û baweriya xwe ya dema ronahîyê re kir û bû sedemê kuştina 50000 kesan. Di 28ê tîrmeha 1794'an de bi darvekirina Robestpierre re derbas kir, ku berê gernasê azadiyê bû, lê piştre rola xwe diguhêrîne û dibe zordar. Biyolojê Fransî Jean Rostand di sala 1939an de wisan gotibû: "Yekê bikuje, tu mêrkuj î, mîlyonek bikuje tu pêyxember î, her kesî bikujin û tu Xwedê yî. Li gorî wî dîktator Adolf Hîtler dijberê Serokê Sovyeta kevn Josef Stalîn e, lê bi gelekî hawayan herdu serok dişûbin hevûdu. Stalîn got: kuştina yekî/ê tragedêyekê ye, kuştina milyonekê statîk e."

 

 Prof. Goffman (1982) giraniya xwe didin ser înteraksiyonîzmê. Teorîyên wî şanogêrî (dramaturgi) ne û ew sosyalmedyayê wekî lîstika şanogêriyê dibîne û mirov temaşevanên wê lîstikê ne û tê´de dileyîzin. Li gorî Goffman (1992: 39-102, 147), "ezbûn" bi rêya veguhertina înterasiyonîzmê xwe ve vediguherîne û tê guhertin. Teoriya Bourdieus (1994) di derbara pozîsyona civakî û "habitus" ew weke paytextên çandî yên cûda ne, ava dike. David Buckingham (1993) jî, di derbara sosyalmedyayê de lêkolîn çêkir û li gorî dîtina wî sosyalmedya bandora xwe li ser dersxaneyên mamosteyan jî, dike. Medya civakî ya li ser îdeolojiyên cûda ava bûye û rolên cûda dikare bileyîze. "Sosyalmedya" ji bo partî û rêxistinên siyasî baş e. Bi rêya medya an jî sosyalmedya partî, rêxistinên me, ji bo berjewendiyên xwe digihîjin kes, kom, mirov û civakan. Twitter, Linkedin, Facebook û medyayên din weke pêweng (hacet, alav) in, ji bo ku partî û rêxistin xwe bigihîjin civakan. Berpirsyariya civakî ya îdeolojîya medyayê heye. Di vê nêrînê de, medyaya civakî û çapemeniya girseyî hin berpirsiyariya xwe ji bo pêşveçûna civakên Kurdistanê hene, lê ji alîyên din ve, pîvanên navneteweyî hene û em bi wan ve hatine girêdan. Prof. Dr Rûs Aleksandr Dugin got: "Amerîkî piştgirîya Kurdistaneke serbixwe dikin, lê li Iraq´ê. Amerîka dixwaze ji Sûriyê dest pê bike." Alîkarê Serokê Yekitîya Dîplomatên Rûs Baklanow Roja dagerkirina Kerkûkê, wekî roja Xîyanetê bi nav dike û li gorî wî bûyereke dîrokî ye. Chomsky serbixwebûna Kurdistanê rast û pêwîst dibîne. Li gorî Profesorê Vilademir Vasiyef Rûsya naxwaze li Rojava û beşên din Kurdistan çêbibe, lê cîhan bi kurdan re ye. Taybetmendiya bingehîn a ronakbîrekî/e Kurd ew e ku ew tim rexnegir be û alîyên serokan ên baş derbixe pêş, lê alîyên wan ên nebaş jî, rexne bike da ku ew kêmasiyên xwe bibînin. PDK, YNK û PKK, ev hersê jî, têkilîyên bi dewletên kolonyalîst re hene. Nimûne YNK bi Îran´ê re, dilê Kurdistan´ê, Kerkûkê dagir kir û nîjada xwe nizm kir. Serokwezîrê Îsraîlê (Cihûd) Benjamin Netanyahu piştgiriya serbixwebûna Kurdistanê dike û ew dixwaze kurd bigihîjin mafê xwe. Yanî Cihûdî dostê me ne. Lê  Partiya Sosyalîst a Kurdistanê  (Mesud Tek) hê jî, dijîtiya Dewletên Yekbûyî (DYA, Amerîka) û Îsralê dike. Dewleta Federal Kurdistan, ku ji hêla destûra Îraqê ve hatî avakirin, pejirandin û ew di bin destûr û garantiya navdewletan de ye. Lê ji bilî wê Dewletên neqanûnî yên partîyan hene. Tiştên herî xerabtirîn ew e ku nivîskar û rojnamevanên Kurd wekî Dewleta PDK, dewleta YNK û dewleta PKK´ê nûçeyan belav dikin û ev jî projeya dijminê kurd e. Dewleta kurdî ya qanûnî ye. Dewleta Kurdî malê hemûyan e. Ez bawerim pirsgirêkeke mezin di navbera desthilata siyasî ya Hikûmeta Herêma Kurdistan´ê û hêza weşangêriyê (medya) de heye û ev jî, tê wateya ku êdî Kurdistan ber bi cûdahiya çar hêzan ve diçe. Divê cûdahiya Medya Kurdî li Başûr ji hêza Hikûmetê cûda û serbixwe be. Parlemento bi xwe "Hikûmeta herêma Kurdistan´ê "kontrol" bike û qanûnên weşangêrîyê derbixe da ku "Medya Kurdî" bibe serbixwe. Îro Medya îdeolojîk a YNK, PKK û KDP´ê heye, pir normal e, lê mîna ku dewleta YNK´ê yan jî PKK´ê hebe, nûçeyan belav dikin û bi taybetî li dijî serbixwebûna Kurdistanê ne. Ev ne normal e. Ez dibînim ku di derbara Malbata Mustafa Barzanî de jî, propaganda, manîpulasiyon û deînformasiyonên mezin tên weşandin û belavkirin, ew li ser kesayetiyên Mustafa Barzanî, Mesud Barzanî û Nêçîrvan Barzanî tên weşandin, lê hêjahiyên nû li civakên Kurdistanê zêde nakin, ji ber vê yekê hemû malê çopê ne. Li gorî dîtina min pirsgirêka mezin ew e ku monopola medyaya partiyên siyasî peyda bûye û ev peydabûn zirarê dide demokrasiyê. Divê rojname, TV û radiyo serbixwe û bi xwe ve girêdayî bin.

 

Di dema Osmanîyan de jî, kurdên ku xwe nizm dikirin pir bûn. Molla Guranî kurd bû, lê ew mamoste û aqilmendê Fatih Sultan Mehmet bû û li dijî qewmê xwe bû. Îdris Bîtlîsî mamoste û şêwirmendê Yavuz Sultan Selim bû û ew jî, li dijî, qewmê xwe bû.Seyyid Sibgaturleri Arvasi mamoste û aqilmendê Sultan Abdul Hamid bû û wî aqil dide Sultan Abdul Hamûd´î.  Silhaddinê Eyyûbî jî, mêrxasê orduya Îslamê bû ji bo damezrandina dewletên Ereban.

 

Xîyaneya xwarziyê Mîr Bedirxan (1847) Yezdan Şêr û xîyanetên cûda yên hevlingê Şêx Seîd (1925) Qaso (Kasim),  Sofî Evdullah, Rayber (Diyar Axa û Meço, (1937), Sileyman Nazif, Îdris Bîtlisî û Îbrahim Ahmed (1966) mohra xîyanetê li xwe xistin û niha jî, zarokên Celal Talabanî, jina wî, nebî û hin hevalên wî.

1.Xîyaneya yekemîn: Xayînê kurd ê pêşîn Harpagos bû û ew wezîrê Astyageş bû lê xîyanetê dike (500 sal BZ).

2. Xîyaneya xwarziyê Mîr Bedirxan (1847) Yezdan Şêr, xîyanetê bi Mîr Bedirxan re dike.

3. Xîyaneta Sofî Evdullah û hin êşîrên kurdan digel Osmaniyan li dijî Şex Abdulselan Barzanî.

4. Xîyaneta Qaso (Kasim) li  dijî Şex Seîd  di sala 1925an de.

5. Xîyaneta Rayber, Diyar Axa û Meço li dijî Seyîd Riza di sala 1937an de

6. Xîyaneya navxweyî ya 1958an, di wê demê de Abdulkerim Qasim dixwest ku çareser bike, lê xîyaneta hundirê dest pê kir.

7. Xîyaneta Îbrahim Ahmed di sala 1966an de li dijî Barzanî-PDK´ê digel Baas´ê.

8. Xîyaneta herî mezin a dawin a 16ê Çiriya pêşîn, meha dehan sala 2017an bi Malbata Talabanî.

 

Yek ji mîrên navdartirîn ên Reşîkên Amerîkaya Bakur Geronimo (1829-1909) mîrekî mêrxas bû. Li gorî Geronimo divê mirov ji dijminê xwe netirse heta bi heta. Crazy Horse (1840-1877), hêza wî qet li paşve gav neavêt û ew qet nekete destê dijminê xwe. Lê di sala 1867an de dijminên wî bi çekên nûjen êrîşê li ser wî û hêza wê kirin. Lê wî dîsan jî, bejna xwe li ber dijminê netewand. Cochise (1812-1874), bi hêza xwe ve li dijî Mexiko têkoşîneke mezin da û wekî mêrê xas derbasî nav rûpelên dîrokê bû. Red Cloud (1820-1909) bi hêza xwe ya li dijî Amerîkayê ve navdar e. Piştre xîyanetê bi gundên xwe kir û wekî xayînekî derbasî dîrokê bû. Harpagos xayînê kurd ê pêşîn bû û ew dişûbe Bavel Talabanî.

 

Molla Guranî kurd bû, lê ew mamoste û aqilmendê Fatih Sultan Mehmet bû û li dijî qewmê xwe bû. Îdris Bîtlîsî mamoste û şêwirmendê Yavuz Sultan Selim bû û ew jî, li dijî, qewmê xwe bû. Seyyid Sibgaturleri Arvasi mamoste û aqilmendê Sultan Abdul Hamid bû û wî aqil dide Sultan Abdul Hamûd´î.  Silhaddinê Eyybî jî, mêrxasê orduya Îslamê bû ji bo çêkirin û avakirina dewletên Ereban. Zirara herî mezin îslamîst û sosyalîst daye Kurdan. Di sala 1847an de Mîr Bedirxan têkçû û sedemê têkçûna wî xîyaneya xwarziyê wî Yezdan Şêr bû. Yanî sedemê têkçûna Mîr Bedirxan xîyaneta Yezdan Şêr bi xwe bû. Serhildana Koçgirê ya sala 1921ê jî, bi xîyaneya serokê eşîra Ginî´yê ve têkçû. Serhildana Şêx Seîdê Pîran jî, bi xîyaneta hevlingê Şêx Seîd Qaso (Kasim) ve navdar e. Di sala 1927-32 an de "Serhildanên Agrî" û "Zîlan" çêbûn û ew herdu jî, têkçûn û sedemên têkçûnê jî, xîyaneta hin serokeşîran bû. Serhildana Dersimê ya sala 1937an jî, Rêber (Rayber), Diyar Axa û Meço bi xîyaneyên xwe ve navdar in. Îdris Bîtlisî jî, dijminê qewmê xwe bû û wî, jî, ji aşa dijminên kurd re avê dikişand. Di sala 1964an de Celal Talabanî û xezûrê wî Îbrahim Ahmed peyman digel Iraqê çêkirin û niha jî, zarokên Celal Talabanî, jina wî, nebî û hin hevalên wî li ser şopa malbata xwe birêve diçin... Li gorî Prof. Immanuel Kant, em bi berçavka boyaxkirî li mijaran dinêrin. Berçavka me, wêneyek subjektîv dide me û em nikarin di derbara tiştekî de, rastîyê bizanibin. Fîlozof Hegel şopdarê Kant e û ew dibêje, pêşveçûn bi şemayekî "logîk" gengaz e, li wir nakokî û ne nakokî digihîjin hevûdu dibin sentezekî nû. Heger nebe dê şerê birakujîyê dest pê bike. Qurbaniya yekemîn a şerî rastî ye. Peymana Reş a Kerkûk´ê di 16ê Çiriya pêşîn a sala 2017an navbera Bavil Talabanî û Qasim Silêmanî de pêkhat.

Lihevnekirina ENKS û PYD´ê dilê dijmin xweş kir.

 

 PYD gelekî serok û rêvebirên ENKS´ê girtine û kirin girtîgehan. Çewtiya herî mezin ev e. Li gorî PYD di meha Adarê ya sala 2018an de du birêvebir û endamên ENKS´ê digel Tirkiyê dicivin ji bo têkçûna desthilatdariya PYD´ê li Afrîn´ê.  Ji ber vê yekê jî PYD´ê biryara girtina Faud Eliko û Îbrahîm Biro ji raya giştî re eşkere kir. Lê KDP Faud Eliko û Îbrahîm Biro "Kurdistanxwaz û kurdxwaz" dibîne. Ez bi xwe rastîya vê yekê nizanim û gelekî rastî dikarin hebin.

 

Mirovên têgihiştî, sermirov, mirovên bijarte ji mirovên normal cûda ne û ew qanûnên civakî yên kevnare napejirînin. Duh duh bû, îro îro ye û em di derbara sibê de tiştekî nizanin. Em rastîya xwe ya sibê nizanin, lê em tenê dikarin dîtinên xwe ji bo sibê şirove bikin. Mirovê/a bijarte ev e: hişmend, aqilmend, zêrînmend, biriqîmend û weke rojê ronahiyê dide civakan. Lê kurdên ehmeq jî hene. Profesor Nîetzche, Hegel û gelekî zanayên din mirov (însan) bi tevahî û sîstematîkiya xwe ve ajel (heywan) e. Kesên nezan û ehmeq di meydana vala ya rojnamevaniyê de lotikan dihavêjin, hene. Nezanî ji nezanî, mirina zanînê ye. Kesên ku tiştekî nizanin, ji her tiştî bawer dikin. Piraniya rojnamevanên me bêkêr, cahil û nezan in. Wateya peyva nezan a giştî: bêaqil, nexwende, nezan, netêgihîştî, cahil... Feylezor, Prof. Naston Bacheard (1986) zanayekî rasyonalîst, konstruktîvîst û materiyalîst bû. Li Universiteya Parîs´ê kar dikir û dinivîsî: "mirovên nizm û nezan xwe wekî koleyan dibînin û dikevin bin bandoran.  Heke mirovên jîr û zana pistrast, piştqayîm û ji xwe ewle nebin, ew jî bi hêsanî dikevin bin bandoran."

 

Kopiyakirin qedexe ye

 

 

 Literatur

(Hemû çavkanî li vir tune ne)

 

Ludvig Beckman & Ulf Märkenstam (2009) Politisk teori, rûpel 248

Strömbäck, Jesper (2000) Makt och medier, Studentlitteratur Lund, r. 158

Petersson, Olof m.fl. (2006) Mediernas valmakt, Kristianstads boktryckeri AB, Kristianstad, r. 36. 25 Petersson, Olof m.fl. (2006) Mediernas valmakt, Kristianstads boktryckeri AB, Kristianstad, r. 56 f. 26 Kroon, Åsa (2001) Debattens dynamik, Tema kommunikation, Linköpings universitet, r. 250 ff. 27 Nord, Lars (2001) Vår tids ledare, Carlsson bokförlag, Stockholm, r. 75. 28Strömbäck, Jesper (2001).

Bernnerstedt, U, Uvarsson, J. & Linderoth, J. (2012). How gamers Manage aggression: Situating skills in collaborative computer games.omputer-Supported Collaborative Ledarning.

Sjöberg, J. (2010). Chatt som ungängesform: unga skapar nätgemensamskap. Institutionen för barn- och ungdomsvänskap: Stockholms Universitet.

Goffman, E. (1982). The presentation of self in everyday life. New York: Doubleday Anchor.

Michel Chossudovsky (2014). Islam Devleti, "Hilafet projesi" ve Terrörizmle kuresel Savaş

 

Internet

Facebook.com

www.sverigesradio.se (2014-10-25) antog FN:s säkerhetsråd en resolution om så kallade utländska stridande

 

Maruf Yilmaz: [email protected]

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin