Hüsamettin Turan

Hüsamettin Turan

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Di derbarê partîyên Bakûrê Kurdistanê çend têbinîyên pêwist 2

A+A-

Siyaseta Turkiyê ya Başurê Kurdistanê:

 

Divê pêşîya her tiştê mirov bîne ziman ku Tirkîye modeldewleteki welatên deshilatdar ê rojavayî bûye û Kurdistan jî ji alîyê van dewletên rojavayî hatîye perçekirin.

 

Duyem tişta giring ewe ku di dema şerê yekemin ê cihanê de ji, kurd weki quwetek paramiliter hatine dîtin ku dema pewîst bûye bo sîyaseta xwe ya " press and control" hatine bikaranin.

 

Hemû serhildanên kurdan bi alîkarîya welatên rojavayî hatine kontrolkirin. Minak a dawî di serhildana Şêx Seîd de alîkariyek heri mezine ya lojistik di dîroka tirkîyêde ji alîyê Rusya, Almanya, Ingilistan û Feransayê ve hatîye dayin.

 

Di binê van xalên sor de berxwedan û şoreşa kurdan her berdewam bûye û di vî navberê de xwe li ser piyan girtine û gihîştine hatanî salên 1990 i.

 

Başurê Kurdistanê li ser xata peşbînîyek demokrasîya rojhilata navîn û zindugirtina daxwazên neteweyên Kurdistanê xwudan roleka şoreşgere. Stratejîyek meşandin ku xwe bigihîne xalên diplomatik û polîtîk ya newnetewi. Rêveberîya başur herdem bi gotarên sîyasî û dîplomatîk ya navdewletî xwe pawend girtîye û xal bûye beşek çandî ya başurê Kurdistanê.

Ji bo vana jî dema ku berjewendîyên welatên dagirker an welatên bi bandor yên cihanê negihiştine hev ji vê rewşê istifade kirîye.

 

Tirkîye, ku modeldewletek zindî ya welatên deshilatdarên cihanî bûye, xwestîye ev sîyaseta başurê Kurdistanê  sîyasetek "ger nikarî  tek bibî kontrol bike" meşandîye an xwestîye bimeşîne.

 

Başurê Kurdistanê ji sala 1960 î şunde ji her konflikt/ pirsgirek ên di navbera van dewletan de bi stratejîya serxwebunê meşandîye û ji van konfliktan maksimum nebe jî têr istifade kirîye.

 

Tirkîye stratejîyek bi nave " 4 ling/ dört ayak" dimeşîne ku sîyasî, aborî leşkerî û karta turkmenan pek te.

 

Van çar xalan jî, ji xwe dewletek li ser pîyan disekine. Dewletek ku sîyasî, eskerî û diplomatik were kontrol kirin serwerîya xwe ji dest dide an wenda dike.

 

Jeostratejîya başurê Kurdistanê ev derfeta ku xwe ji kontrolkirina abori azad bike dur bûye. Başurê Kurdistanê  ger stratejîyeka wana ya dizî hebe jî hetanî niha nikariye aborîya navxwe ji vê destê xelas bike.

 

Lingê sîyasî ya karta Tirkîye lawaz bûye, ku her çiqas xwestibe balansek nezikbûyina xwe ya bi partîyên başur de pekbîne jî nikarîye bi ser bikeve, ji ber ku YNK û GORAN nezikê Îranê bûne û ji ber vê tirsê neçarî bi PDK re xwe nêzik daye nişandayîn qasê ku bi dostanî jî nebe.

 

Lingê diplomatik ji stratejîyek bi serwerîya yekitîya xaka Iraqê meşandîye û dem dem ji bo vê jî xwestîye ger nikaribe navdewleti bi serbikeve jî, bi welatên rojhilata navîn an bi welatên ku kurd di binê kontrola wan de bune pakt pêk anîye an peymanên xwe yên dirokî xwestî bîne rojevê.

 

Lingê 4. "Karta Turkmenan" ev kart kartek dirokî ya tirkîyê ye li himber Yugoslavyaya kevn , li himber Bulgaristanê û li himber Yewnanistanê jî bi kar anîye. Qedera vê kartê her têkçûye li her cihê û li iraq û Kurdistanê jî ne serkeftî bûye.

 

Her çiqas AKP di demên despêkê da sîyasetek beşek ji Turgut Özal, beşek bi tesira YNY /USA , beşek jî gorî demê ku ji bona rola xwe ya rojhilata navîn mezin bike an jî, ji bo ku bibe dewletek desthilatdarê deverê sîyasetek liberal xwestibe bimeşîne jî, ev sîyaset ji alîyên statukoparezên tirkîyê ku civakî, niştimanî, îdeolojîk û desthilatdarî giranîya wana mejîyê li ser tirkîyê ye bi alîkarîya partîyên mejîyê marjînalên Kurdan hatî têkbirin û herî dawî tirkîye ketîye ser xeta "EURO-ASIA" ku ev xet bi têgihiştina li diji mafê xelkê Kurd e û kevneşopîya sîyaseta mêjuyî ye.

 

Ev xet giranî dide aborî, jeostratejî û jeopolîtîka tirkîyê ku heri dawî bi gotina Tayip Erdogan " emê we mihtace nan bikin" zelal bû.

 

Sîyaseta Tirkîyê a Rojavayê Kurdistanê:

 

Sîyaseta Tirkîyê a Kurdistan a Surî- rojavayê Kurdistanê- ji du beşan pêk tê. Yekem xet ew bûye ku me li jorê got. Tirkîye dixwest sîyasetek kevneşopîya bi mejiyê imparatorîya Osmanî tevbigere ji bo vê jî bi kurdan re bes desthilatdarîya kurdan dabeşkirî kontrol bike. Başure Kurdistanê bi aborî kontrol dike, Rojavayê Kurdistanê jî  bi mejîye marjinal ya PKK bixe desthilatdar lê bi devkî wusa bide xuyakirin ku dixwaze başure Kurdistanê re jî tevbigere. Piştê dema peymana Duhokê ku di navbera PYD û Partîyên din yên Rojavayê Kurdistanê pek hatibu, Salih Muslim bi lez ji bo Enqere hate vexwendin û jê pirsîn ;

 

-Gelo Barzani ji we çi xwest ?

 

Bersiv ev bû. „Barzani dixwaze em Federasyonê îlan bikin, lê em li dijî federasyonê ne û em stratejîyek ji bo xweserîya demokratîk ( dabeşkirina rojavayê kurdistanê li ser xeta şoreşa civakî û cografîk  ji daxwazên beşdarîya desthilatdari ya dewleta Surîyê dûr) dimeşînin“ bû.

 

Ev gotinên Salih Muslim dirokî û bi gorî stratejî û sîyaseta tirkîyê bû. Bes tirsa tirkîyê ew bu ku li rojavayê kurdistanê duyem Kurdistanek başur dernekeve. Duyem PYD di binê kontrola tirkîyê de be û sîyaseta ku dane pêşî bimeşîne bû. Tirsa Tirkîyê tu car ji mejîyê 1970 ê a kurdan tuneye û gelek şade ku ev mejî desthilatdar be. Her çiqas bêje û tirsê bimeşîne jî sîyaset li ser vî xalê berdewam bûye û serkeftî bûye. Bes yek xalek ewe ku PYD neyê legalizekirin an ji alîyê siyaseta nêvdewletî neyê naskirin.

 

Ji ber ku sîyaseta partîyên bakur yên ji dema 1970 hetanî îro û sîyaseta tirkîye li ser kurdên "xwe" li ser zirara kurdan meşîyaye bes li derveyê sînor ji bilî tirkîyê tiştek din neqewime. Hetani ku xeta bi serpereştîya kurdan dur derbixe holê li rojavayê Kurdistanê ku alîyê PYD ve wek Bakurê Surîyê tê binavkirin.

 

Sîyaseta Tirkîyê, Îran û Iraqê û a PYD /PKK bi hemahengîyek stratejîk dimeşe. Belku yek noqteyek PKK /PYD dixwaze ji bo xizmetên xwe were dîyarikirin û wek partîyek sîyasî were naskirin. Ev jî nayê garantîkirin .

 

Bi kurti meriv dikare bêje ku Tirkîye li bakurê Kurdistanê gelek serkeftî bûye. Li rojavayê Kurdistanê bi tevî sancîyan jî serkeftî bûye lê ne bi gorî dilê xwe, ew jî ewe ku PYD li ser xeta hemahengî ya welatên dagirkeran bimeşe jî ne bi giştî di binê kontrola tirkîyê de lê di binê kontrola Îran û Surîyê de ye. Ev xet ne bi gorê dilê Tirkîyê ye. Kontrolkirina rojavayê Kurdistanê ji alîyê PYD ve bi dilê Tirkîye, Îran, İraq û Suriyeyê de ye. Ne weki ku didin xuyakirinê.

 

Tirsa heri mezin ewe ku yekîtî ya partîyên rojavayî li ser xaka Rojavayê Kurdistanê pêk were bûye. An ji wî mezintir jî ew bûye ku Rojavayê Kurdistanê ji alîyê leşkerî ve bi Pêşmergeyan ve were kontrolkirin bûye.

 

Tirkîye bi stratejîyek bi piştgirîya welatên Sykes-Picot û lozane dimeşîne. Bi nujenkirina Peymana Lozane jî razîye û bi gorî vê xetê jî amadekarîyên xwe yên dawî dike.

 

Sîyaseta li ser Kurdan bi gorê stratejîya tirkîye ya nû ya 2023 hatî dabeşkirin. HDP u AKP li Kurdistanê. Berdewamîya partî an kesayetî yên Kurdistanî ku tu piştgirîyek civakî tunebe bi mejiyê dema şerê sar. Xeterîyên ku şexsîyetên ji bilî vê xetê derkevin an ew potansîyelê bibînin an bixin nav xwe an jî bê tesîr bikin .

 

Berdewamîya modela "jiyanek nû, kurdê nû"

 

Berdewamîya sîyaseta kurdên ideolojîyên kevin ku tevgerên kurdan ji sîyasetê kor dike.

 

Ji bili PDK têkilî bi YNK u GORAN re digere an dixwaze bingeh amade bike.

 

Berdewamîya sîyasete xwe ya bi PKK Îran, İraq û Surîyê li her derê Kurdistanê re pabende û serkeftîye.

 

Önceki ve Sonraki Yazılar