Denîz Yucel bûye serokê PENa Almanyayê

Denîz Yucel bûye serokê PENa Almanyayê

.

A+A-

Denîz Yucel, rojnameger û nivîskarê ku salek li Tirkiyeyê girtî mabû, bûye Serokê PEN, Yekitiya Nivîskarên Navnetewî ya Almanyayê.

 

Civata giştî ya PEN Yekitiya Nivîskarên Navneteweyî ya Almanyayê  duh(26ê Çiriya Pêşiyê) êvarê li Dêra Paûls a li bajarê Frankfûrta Elmanyayê ye pêk hatiye. Hilbijartina diyarkirina serokê nû yê PENa Almanyayê hatiye kirin.

Di hilbijartinê de Denîz Yucel ê 48 salî ku nûçegîhanê Rojnameya Dîe Welt a Elmanyayê ye wek serokê nû yê PEN a Elmanyayê hatiye hilbijartin

Li gorî nûçeya Deutsche Welleya Tirkî, Seroka PEN a Elmanyayê Regula Venske ku ji sala 2017an û vir ve li ser wezîfeyê ye, carekê din nebûye namzet.

Li Tirkiyeyê hatibû girtin

Nûçegihanê Tirkiyeyê yê Die Weltê, Denîz Yucel 13 rojan li navenda polîsan hat desteserkirin. Dadgehê bi sûcê “propagandaya ji bo rêxistinê û ji bo dijminî û kîndariyê tehrîkkirina gelî” 27ê Sibata 2017ê biryara girtina wî da.

Ji ber heman lêpirsînê Tunca Ogreten edîtorê malpera Dikenê, Omer Çelîk edîtorê Ajansa Nûçeyan ê Dîcleyê (DİHA), Mahîr Kanat Berpirsê Îdarî yê Rojnameya Bîrgunê jî hatine girtin. Metîn Yoksû nûçegihnê DİHAyê, Eray Saygın Midûrî Karên Nivîsan ê Rojnameya Yolcûlûkê û Derya Ocaktan Midûra Berpirs a ETHAyê jî di heman çarçoveyê de hatibûn girtin. Îdianame ji bo rojnamegeran hatibû amadekirin, lê navê Yucelî di navê de derbas nebibû.

Çelîk di danişîna yekê de, Kanaat û Öğreten jî di ya duyem de hatibûn berdan.

Heta roja ku Yucel hatibû berdan jî îdianame ji bo wî nehatibû amadekirin.

Yucel di 14ê Sibatê de ji ber nivîseka wî hatibû desteserkirin. Wî nivîsek li ser E- Maîlên wezîrê enerjiyê, Berat Albayrakî nivîsîbû ku RedHeckê bi destxistibûn.

Doza ku “heqaret li serokomar kiriye” ya li rojnameger Denîz Yucelî hatibû vekirin û dosyeya ku rojnamegerî bi tohmeta ku “dewlet piçûk xistiye” tê de tê dadgehkirin, biyekkiribûn.

Di 6ê Çiriya Paşiya 2016an de di pêveka bi navê Welt am Sonntag ya Die Weltê de nivîsek bi ser nava Darbekar(Der Putschist) hatibû weşandin. Yucel bi wê yekê hatibû sûcdarkirin ku wî ew sernava  ji bo Recep Tayyîp Erdogan, Serokwezîrê wê demê nivîsandiye.

Dozgeriyê ji ber nivîs û manşeta nûçeyê xwestiye Yucel bi tohmeta ku “heqaret li serokomarî kiriye” were cezakirin.

Derbarê PENê de

Yekîtiya Nivîskarên Navneteweyî PEN, saziyeke ku li tevahiya cîhanê di 100 welatan de nêzîkî 150 rêxistinên nivîskaran li xwe digir e.

Navenda wê ya li Almanyayê  li bajarê Darmstadt a eyaleta Hesseyê ye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin