Sîrac Kirici

Sîrac Kirici

Hemû nivîsên nivîskar >

Dengên Kurdan qedera hilbijartinan tayîn kir

A+A-

Hilbijartinên heremi bi dawi bû.

Ev hilbijartina bi xabat û propagandayên xwe hilbijartinek balkeş bû.

Bûyer û encamên vê hilbijartinê ewê demek dirêj were peyivandin.

Deng/rayên kurdan li İstanbul, Ankara, Mersin, Adana û gelek deveran bû aktorê esasî ku ev şaredarî ji destê AKP-MHPyê derkevin.

Herweha bi deng/rayên kurdan Şirnex, Bedlîs, Agrî, Mûş, Dêrsim, Wêranşar, Xelfetî û gelek navçe û bajarên Kurdistanê şaredarî ji destê HDPyê derketin.

Cihê xemginiyê ye ku li Kurdistanê beledîyeyên ku ji destê HDPyê derketin, neketine destê partîyên Kurdan, lê ketine destê partiyên ku welatê me dagirkirine.

Di vê hilbijartinê de wek mînaka "ji xelkê re çûn masîyan, ji xwe re çûn kûsiyan" derket holê.

Ji bona vê yekê jî kî çi dibê bila bibêje, siyaseta "emê bajarên xwe jî, welatên xwe jî bi rêve bibin", li hemberî siyaseta "ne ax û ne welat" siyaseta herî rast bû.

PAK û PSKyê li gel welatperwerên serbixwe yên Kurd, bi Tifaqa Welatperwer û Demokrat, li çar bajarên Kurdistanê beşdarî hilbijartinan bûn.

Bi vê biryar û helwestê rêyeke nû ji gelê me re vekirin.

Kampanyaya ku ji alîyê herdu partîyan hat meşandin, kampanyayeke serkeftî bû.

Her du partîyan (PAK-PSK) bi deklarasyona xwe, bi gotar, mîtîng , propagandaya medyaya civakî, belavok û têkiliyên yekser yên bi xelkê re, xwe dan îspatkirin ku ew xeta sêyemîn in.

Aktorên Tifaqa Welatperwer û Demokrat tevî bê imkanî, astengi û şerdên ne adil, xebatek pir baş meşandin.

Rêyeke nû vekirin.

Gavek bi cesaret avêtin.

Piştî demek dirêj di saha siyasetê de bi gelê xwe re rû bi rû bûn.

Bi gotinên xwe yên mutewazi û welatperwerî navnîşanek nîşanî gelê xwe dan.

Kêmasîyên wan tunebûn?

Bê guman gelek kêmasîyên wan jî hebûn.

Ev kêmasîyana ewê bi dilsozî û bi awayekî  objektîf were nirxandin.

Lê bi giştî siyaseta Tifaqa Welatperwer û Demokrat serkeftî bû.

Bi tena serê xwe di qad û kolanan de banga "Kurdistanîyên hêja, dengê xwe bidin xwe û werin li welatê xwe xwedî derkevin" xizmeta hişmendîya neteweyî dikir.

Qezenca herî mezin perçekirin û teshîrkirina vîn û sîyaseta dagirkerîyê bû.

Ev xebata eşkere an veşartî di vê hilbijartinê de bû sedema êrîşeka pir alî li hemberî PAK, PSKyê.

Deng/ray kêm hatibe stendin jî tovê vejîna neteweyî şîn dibin. Ev xebatên li çar bajarên Kurdistanê bû sedem ku şerekî veşaritî li beranberî partiyên ku ji Kurdistanê re statu dixwazin hat/tê meşandin.

Tifaqa Welatperwer û Demokrat nêzî pênc hezar deng girt.

Çalakvanên vê kampanyayê bi xwe porspî û porrût in, lê fikrên wan ciwan in, bi keç û xortên xwe û bi jinên fedakar di bin berf û baranê de xabata xwe domandin.

 

Sedemên deng kêm girtinê

Mixabin tevî pêşwazîyên germ û reaksiyona gel ya erênî bi encamên ji sindoqan derket hevûdin negirtin.

Tu şik tuneye ku gelek kemasîyên kampanyayê jî hebûn. Lê bi ya min dewletê berîya hilbijartinê bi şiklekî veşartî jî be, mudaxale kir da ku Tifaqa Welatperwer û Demokrat zêde dengan nestîne..

Divê mirov rastîyê bêje.

Deng/Rayên Tifaqa Welatperwer û Demolkrat ne rayên tayînker bûn. Lê wexta 5 hezar dengên Tifaqa Welatperwer û Demolkrat biba 15-20 hezar ewê xeta federasyon, dewlet û statuxwazan têketa rojeva kurdan û ya raya giştî. Dê darbeyek li fikir û siyaseta entegrasyonê biketa.

Bi vê mudaxeleyê dewlet mesajekê dide siyaseta statuxwaz, federasyon, serxwebûnxwazan. Dewlet dibebêje, dev ji evîna statu, federasyon, serxwebûn û dewletxwestinê berdin.

Dewlet dixwaze bibêje,

"Hûn bi awayekî demokratîk çûn ser sindoqan û vaye gel we tercîh nake"

Bi vê yekê dixwaze siyaseta statuxwazan kedî bike, wan bê moral bihêle û mesaja ”werin reel polîtîka" bikin, yanî ”werin di çercewa komara demokratîk û netewa demokratîk de siyasetê bikin", dide.

Ev siyaseta dewletê û siyaseta ku rêvebirin HDPyê ya ji Tifaqa Welatperwer û Demokrat re digotin “Ji bo deng em aciz nabin, çimku dengên ku zêde bistînin tinene, lê ev siyaset xizmeta kê dike, bi rastî divê em ji wan bipirsin.” derdikeve eynî rêyê û dixwazin em bişibin wan.

Emê helbete ku li xwe vegerin, kêmayî û şaşitîyên xwe tesbît bikin; lê emê serê xwe li hemberî wan netewînin.

Ev êrîşana û planên dewletê siyaseta Tifaqa Welatperwer û Demokrat hîn xurtir dike.

Siyaseta Tifaqa Welatperwer û Demokrat bi rêket, lewra êdî ew li saha siyasetê ne.

Bi xwe ez dibêjim: Vê carê nebû careka din.

Lê divê hemû derûdorên Kurdistanî jî li hemberî planên dewletê rewşa xwe baş binirxînin.

Divê em gişt gelek tiştan ji nû ve binirxînin û rê û rêbazên nû bidine ber xwe.

 

Önceki ve Sonraki Yazılar