Dengbêj Kazo bo nexweşxaneyê hat rakirin

Dengbêj Kazo bo nexweşxaneyê hat rakirin

.

A+A-

Dengebêjê navdar ê Kurd Kazo îro ji ber celteya dil bo nexweşxaneyê hat rakirin. Keça Kazo ji Rûdawê re ragihand ku rewşa bavê wê baş e û sibe dê neştergerî bo bê kirin.

Dengbêj Kazo îro piştî ku tûşî celteya dil bû, bo Nexweşxaneya Gazîosmanpaşa a Stenbolê hat rakirin. Destpêkê hat ragihandin ku pêwîstî bi xwînê heye ku grûpa wê wek B Rh(+) hat belavkirin.

Keça Kazo, Rêzan Şîrvan ku ew bi xwe jî hunermend e, ji Rûdawê re ragihand ku niha rewşa tendirustiya Kazo baş e û sibe dê neştergeriya bypass bo bê kirin.

Bi gotina  Rêzan Şîrvan bavê wê "krîza dil derbas kir, vê sibehê (28.01.2021) me anî nexweşxaneyê û anjiyo kirin. 4 demarên wî xitimîne  ku 3 gelek girîng in, lewma sibe neştergeriya vekirî (bypass) dê bo bê kirin. Em bi hêvî ne dê baştir bibe."

Dengbêjê navdarê Kurd, hunermend Kazo û hevjîna wî  roja 9ê Nîsana borî bi vîrusa Coronayê ketibûn û li nexweşxaneyeke Stenbolê hatibûn razandin.

Hunermend û dengbêjê navdar ê Kurd Kazo ku 70 salî ye, sala 1950an li gundê Govelek li parêzgeha Wan a Bakurê Kurdistanê di nava malbateke dengbêj de ji dayik bûye, û her ji zaroktiya xwe ve hunera resen a Kurdî û dengbêjî nas kiriye û di temeneke zû de dest bi dengbêjiyê kiriye.

Hunermend Kazo xwediyê 50 albumên stranan e ku gelek ji wan yên dengbêjiyê ne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin