Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Daxwaza serastkirinê ji hunermend Serhad Bapîr

A+A-

Ji Rûpela Nû re!

Sererastkirin;

Di nivîsa min a „Danasîna Hunermend Arif Sevinç“de, min nameyek Hunermend Serhad Bapîr, ku ji min re şandibû jî, bikar anîbû.

Hunermend Serhad Bapîr, hin nivîsa Ku di „Ria Taza, Nerîna Azad û Rojnameya Kurdistan“ de jî derket.

Li ser nivîsa ku di „Rûpela Nû“ de derketîye, daxwazek ji Hunermend Serhad Bapîr hat.

Daxwaza sererastkirina nameyê dike. Ez vê daxwaza hêja Serhed Bapîr, bi nameya ku wî ji min re şandîye re ji wer e dişînim..

Bi hêvîya ku hun vê daxwazê bînin cîh û nivîsê, beşa nameya Serhad Bapir sererast bikin. Bi silav û rêz..

Daxwaza Birêz Serhad Bapîr:

Kekê Şeyhms,

Mın nıvisa te ya lı ser hunermendê Kurd Arıf Sevinç xwend, destê te sax be. Çewa ku te jı mın ra ji behs kırıbû, te beşek nameya mın ya lı ser berhemeki Arıf Sevinç ji kıriye nav nıvisa xwe.  Ev nıvisa mın dı malpera Ria Taza da hıma bêje çewa ku mın nıvisiye derketiye, lê dı malpera Rûpela Nû da bı awayeki dın hatiye nıvisin ku maneya gelek gotın û hevokan bı awayeki dın çêdıbe. Mın dı vê nameya xwe da bı rengê sor wan gotınan sererast kıriye. Ku tu bı vi awayi jı malpera Rûpela Nû ra bışini wê baş bıbe, da ku ew ji sererast bıkın. Herçi malpera rojnameyakurdistan.com e, lı ba mın ev malper derneket û vêca ez nızanım ka nameya mın lı wır bı kijan awayi derketiye.

Sılav.

Rastenivîs:

Di berhemê da 5 fîgur hene ku 4 ji wan serên wan qoqên mirîyan e lê bi cil in. Fîgurekî jî  bi cil û libasê kurdî ye û serê wî ne wekî serê 4 ên din,   lê serê mirovê sax e. Ev her çar serqoq bi hemû hêza xwe êrîşî vî Kurdî dikin û lêdidin. Rûyê vî Kurdî baş xwiya nake û serê wî ji lêdana pişt û serî, ber bi pêş va hinek xwar bûye, “ bêkes, bêçare, bêpişt” e û xwîya dike ku ketîye “bindestê” van çar kesan. Ev dîmen gelek dişibe dîmen û rewşa girtîyên siyasî yên di destê îşkencekarên dewletên dîktator û zilmkar da, di îşkencexaneyan da zebanîyên dewleta Tirkan bi vî awayê girtîyên Kurd îşkence dikin.

Ev dîmenekî alagorîk e û alagorîya Kurdistanê ye ku ketîye bindestê 4 dewletên dagirker. Cirgî ku Kurd bûne bindestê van 4 dewletan, jîyana wan her ev bûye, Kurd her “bêkes, bêçare, bêpişt û bindest“ mane.

Di warê teknîkî va, berhem bi firçeyên bi lez û hêz yên li pêy hev hatîye çêkirinê;reng bi hêsanî derbasî nav hev û dû dibin, bêyî ku xêzikên sereke yên fîguran zêde ji hev cuda bibin û ev yek enerjî  û tevgerê dide vê berhema dînamîk.  Kurd bi rengên ronak hatîye çêkirinê û ji her 4 ên din zêdetir baş xwîya dike, her çiqas wek girtî, bêlebat û tevger be jî, kesê sereke yê vê berhemêye û di navenda berhemê da ye. Rû û awirên van her 4 zebaniyan jî berê me ber bi vî mazlûmê va dibe.

Cîh û war di berhemê da ne kıfş e, nivê jorê bi rengê girtî û yê xwarê jî bi rengê ronak e, ev dişibe sahneya şanoyê, erê ev sahneya trajedîya berdewam ya miletê Kurd e. Awayê bicihkirin û xêzikên ne zelal yên şiklên fîguran, rengên ku derbasî nava hev û dû dibin û hêz û tevgera vê wêneyê, berhemê dike wêneyekî ekspresîyonîstî.

Ji aliyê din va ev berhem bi berhemên hunermendê Kurd Arîf Sevînç yê di serdema despêkê ra zêdetir têkilîdar e. Têkoşerê Kurd yek ji deh hezaran girtîyên siyasîyên Kurd bû,ku di sala 1982 ya da ji alîyê dewleta Tirk va hate girtin û ewî jî zilm, zordarî û îşkeneceyan dît û piştî ku di sala 1986 a da hate berdan tafil wêneyên nava girtîxaneyê, îşkence û zilma dewlata dagirker çêkir. Wek hunermendeki zîrek bi hêza hunera xwe şahidîya bûyeran kir. Arîf Sevînç van berhemên xwe di katalogekî piçûk ya 24 rûpelî, ya bi navê “Haya Te Jê Heye Diwarê Jı Kevır” da di sala 1987 a da çapkir. Di vê katalogê da 31 berhemên hunermend hene.

Di salên dumayîkê da hunermend zêdetir berhemên ser destan, dîrok, mîtojojîya û hwd. Kurdî çêdike. Her wusa Arîf Sevînç yek ji sîyasetvanên çalak yê bakûrê Kurdistanêye û li Dîyarbekirê dijî.

Ha erê, me got Dîyarbekir, di sala 2015 da li Ameda bakûrê Kurdistanê bi beşdarbûna 230 hunermendên profesyonel û amatorî, bi sernavê “Hevdîtina Hunerî Ya Kurdistanê Ya Navnetewî” pêşengehek çêbû. Pêşengeh, ji alîyê Bajarvanîya Amedê va hate sazkirin. Ji bo vê pêşengehê ne bani Arıîf Sevînç û ne jî banî bi dehan hunermendên jêhatî yê Kurd hate kirin. Hiş û kesên ku vê pêşengeha bi vî navê qerase organîze kirin, xwîya ye, ji bo pîvana ka ê banî kê bikin û kê nekin, fikirîne ku “bila ji me be, ku ne ji me be jî qenebî bila ne xwedî ramanekî din yê rexnegir yê li himberê me be” bûye.“

Hunermend Serhad Bapîr

10.08.2019

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin