Dario Fo li Berlînê bi kurdî deng kir

Dario Fo li Berlînê bi kurdî deng kir

Koma Teatra Jîyana Nû, lîstika xwe ya bi navê "Bêrû" li Berlînê nîşan da. Ev lîstika nivîskarê metnên şanoyê yê îtalî yê navdar Dario Fo bû ku komê wergerandîye kurdî û li ser sehnê bi performansa xwe nîşan dide.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Dario Fo yê ku bi rexneyên xwe yên li Kapîtalîzmê û metnên xwe yên şanoyê yên li ser têkoşîna çînan tê nasîn, xelatgirê Nobeta Wêjeyê ye jî. Teatra Jîyana Nû lîstika “Lo sghignazzo della paura” ya ku Dilawer Zeraq wekî Bêrû wergerandîye kurdî, adapte kirîye. Lîstik bi jornivîs li Berlînê hat nîşandan. Derhênerîya lîstikê jî Nazmî Karaman dike. Lîstik li gelek deveran hat nîşandan û ecibandin. Teatra Jîyana Nû ya ku ji 1991ʼê ve şanoya bi kurdî dike, bi vê lîstikê li Moskovê di festîvaleke şanoyê de wekî koma herî serketî hat xelatkirin.

Şano li hola Tîyatrom hat nîşandan. Lîstikvan Omer Şahîn, Rûgeş Kirici, Sakîne Jîr, Cîhad Ekinci û Nazmî Karaman bûn. Mijar jî Îtalyaya salên 1980ʼyî ye; çerxa di navbera sermaye, dewlet û milet de li ser dikê ye. Patronê FIATʼê tê revandin, di rê de qezayek dibe, patron bi giranî birîndar dibe û rûyê wî êdî nayê naskirin. Teknîsyenek wî xilas dike lê nasnameya xwe li cemê ji bîr dike. Doktor dibêjin qey patron teknîsyen e û bi emelîyetên estetîk wî dişibînin teknîsyenî. Jina teknîsyenê bi navê Antonio, Rosayê bi xwe hay ji tiştekî nîn e û di navbera du Antonioyan de diçe û tê.

Lîstik hat ecibandin

Metn bi hostetî hatîye wergerandin û carinan îşaret bi bûyerên sîyasî yên aktuel jî dike. Temaşekeran li Berlînê hem lîstik û hem performansa Teatra Jîyana Nû eciband.

Doh jî li heman holê lîstika ji filmê Charlie Chaplin a bi navê “Dîktatorê Mezin” bi navê “Tenê Ez” hatîye adaptekirin, hat nîşandan. Teatra Jîyana Nû piştre wê di çarçoveya turneya xwe ya Ewropayê de biçe Hamburgê.

Fehmi Katar -Dîyarname

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin