Mahmûd Kilinc

Mahmûd Kilinc

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Dagirî û dabeşkirin

A+A-

Li Suriyê gellek dewlet êdî yekser di nava şer da ne, li hêlekê Rusya û Îran ku li ser vexwendina Suriyê li wî welatî ne, li hela din bi destûra Rusyayê Tirkîyê bi dagirkirina parçeyekî têr nebûye êrişî li ser Efrînê dike û herweha, bi pişengîya Dewletên Yekbûyî Amerîya Hêzên Hevpeyman jî li rojhelatê Fêrêt in.

Wezîrê kare dervayê Rusyayê Sergey Lavrov, wekî pasvanê Suriyê diaxife û alîkarîya DYAyê bona Hêzên Suriyê Demokratîk (HSD) li rojhilatê Fêrêt wekî “handana Kurdan û lîstoka bi agir” û alîkarîya DYAyê jî wekî “afirandina dabeşkirina Suriyê” dest nişan dike.

Herweha ew, amaje bi amancê DYA dike û dibêje, “Ew dibêjin (ji berpirsên DYA ra dibêje m.k.) daku li dijî DAİŞê şer dikin û ligel yekparebûna welatê Suriyê ne, lê divê ew gotinan li ser erde bên dîtin.”

Bi ya wezîrê kare derva amancê DYAyê dabeşkirina welatê Suriyê û damezrandina “Dewletek Kurdî” ye, lê em dizanin derdê wezîr parastina yekparebûna welatê Suriyê nîne, ew, ketiye qêda berjewendiyên welatê xwe, çend kes hatine kujtin, balefirên şer gund û bajar bombebaran kirine, bona wî û serokê wî Vladimir Putin girîng nîne.

Divê mirov ji wezîrê kare derva bipirse, gelo kî/kê destûra êrişa li ser Efrînê da, bi sedan sivîl bûn qurbanê bombebaran û topbaranan, dîsa bi sedan kes hatin kujtin, bi deh hezaran kes koçber bûn, li Efrînê karesatek mirovî diqewime, heçkû Efrîn herêmek aram bû.

Ti kes behsa dabeşkirina welatê Suriyê nake, çima hemû dewlet di peyamên xwe da, pêwistî pê hebe an nebe, dibêjin ku ew ligel yekparetîya Suriyê ne?

Lê, em dizanin siyaseta rojavê Kurdistanê jî, herweha hemû layên siyasî, gellek caran dîyar kirîne ku daxwaza Suriyek federali û herêmek federe dikin.

Pirs ev e, gelo federalîzm dabeşkirina axa welatekî ye?

Bê guman, bersiva vê pirse wekî hûn jî zanin NA ye, federalîzm an “xweserîya demokratik” modelek rêveberina welatekî ye, wekî Almanya û hinek dewlet hene ku federal in, lê li van welatan damezrandina dewletên federe ne li ser bingeha kêmjimarî (etnisîte) ye, herweha li DYAyê jî damezrandina eyaletan weha ye.

Di çanda dewletên Rojhilata Navîn da federalîzm bi wateya dabeşkirina welatekî û taybetî di çanda siyasî û ayinî (olî) ya dewleta Tirkîyê da qetbûna “umetê” têt fam kirin, dema behsa mafên kêmjimarek têt kirin yekser ev dabeşkrina qada welêt û qetbûna “umetê” ye!

Dîsa em dizanin ku ev famkirin û nêzikbûnek ne jidil e, ger em qetbûna “umetê” bikin mijar, bi dehan dewletên Erep hene.

Mixabin, li herêmê dewletên dagirker xwe didin ber bedêlên giran, êrişkarî, xwîn, kujtin û her çûre xerabî, bona vana çêtir e ji rakirina xesba li ser mafên neteweyên Kurd û Suryanî Asûrî.

Dagirkerên Kurdistanê mînakên balkêş in, taybetî Dewleta Tirk ku hemû siyasetên xwe yên civakî, çandî û aborî li ser vê rastiyê damezrandiye/dadimezrîne.

Herweha siyaseta derva jî, têkilî û peywendiyên civakî û bi dewlet û saziyên biyanî va, di kare dîplomatîk da wekî têt zanîn ev rastî her tim li ber çavan e û siyaset û dîplomasîyê berhêlî dike.

Herweha sîstema perwerdeyî.

Heçkû, em dizanin ku îro gengeşîya li ser guhertina tixûban nîne, lê bila kesên biryara êrişa li ser Efrînê dane zanibin ku piştê êrişê peyvên dabeşkirin û qetbûn bêhtir tên bihîstin.

Îro Suriye mînakek balkêş e, hinek dewlet li hêlekê şer dikin, li hela din peyamên parastina yekparebûna welatê Suriyê didin.

Mînaka herê balkêş Tirkîyê ye, ew him behsa parastina yekparebûna welatê Suriyê dike, lê di heman demê da parçeyek ji vî welatî dagir kirîye, dixwaze Efrînê jî dagir bike.

Qada operasyona Mertala Feratê û êrişa li ser Efrînê mînakên herê balkêş in, Tirkîyê heta El Babê dagir kir û desthilatîya xwe bicî kir, heta îro min nebihîst ku ne saziyekê û nejî kesekî gotîye bila Tirkîyê ji herêma El Babê derkeve!

Ne tene Tirkîyê Komara Îslamîya Îranê jî dev ji bandora xwe ya li Suriyê bernade û herweha Rusyayê jî dev ji bandora û beregehên xwe yên li Suriyê bernadin.

Suriyê bona berjewendî, hewes û mebesta Rusyayê cihê pêla ewil e, deriye Rojhilata Navîn e.

Dîtinek hevpar e ku Suriyê êdî wekî bere nabe, ne rejîm û ne jî desthilata Şamê.

Jixwe, pêvejoya Astana têkçû, ji ber ku amancê Astana yê sereke berfirehkirina herêmên aram bû, ango berfirehkirina herêmên bê şer û pevçûn bû, qaşo Rusya, Tirkîyê û Îran garantör in, dê herêmên aram berfireh bikirina, berevajî êrişkarî, dagirî, şer û pevçûn bêhtir bû.

Li hêlekê Efrîn têt dagir kirin, lê hela din rejîm û Rusyayê Xûteya Rojhilat daye ber bonbeyan.

Li Efrînê ji dusedî bêhtir sivîl hatin kujtin, herweha ji pencsedî bêhtir brîndar hene û her roj ev jimar pirtir dibin, ev encama Pêvejoya Astana ye.

Mahmut Kilinc

24.02.2018/Dusseldorf

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin