Çîroka berxwedanê: Çayan Demîrel

Çîroka berxwedanê: Çayan Demîrel

Derhênerê belgefîlman Çayan Demîrel çîrokek berxwedanê ye. Ew hê jî berxwe dide.

A+A-

 

Çayan Demîrel di sala 1977'an de li Dêrsimê hatîye dinê. Wî di zanîngehê de beşa îktîsadê xwendîye. Raya giştî  wî wekî belgefîlmkar dinase. Çîroka wî ya bi belgefîlman re di sala 2000'î de dest pê dike. Wê salê ligel derhêner Ozcan Alper belgefîlmê felsefekar Yilmaz Oner  dikişîne û pêre êdî berê xwe dide belgefîlman.

Pêşî "38" kişand

Demîral di sala 2006'an de li ser komkujîya Dêrsimê belgefîlmê bi navê "38" dikişîne û bi vê balê dikişîne ser xwe. Dûre di sala 2009'an de li ser dema Derbeya 12'yê Rezbera 1980'yî ya Girtîgeha Amedê belgefîlmê bi navê "Girtîgeha Bi Nimreya 5'an" dikişîne. Di vê belgefîlmî de ligel şahidên wê demê diaxivin û arşîvek girîng saz dike. Dema di Festîvala Fîlman a Antalyayê de ew bi vî belgefîlmê xwe xelatê digire dibêje, "Ez vê xelatê dîyarî Ceylana ku ji dêvla pêlîstokan bi bombeyan lîst dikim". Demîrel bi vê balê dikişîne ser Ceylan Onkola ku li Licê di encama bombeyekê de hatibû kuştin.

Nîşandayîna 'Bakur' betal kirin

Belgefîlmê wî yê dawî "Bakur" bû. Di sala 2014'an de Çayan Demîrel ligel Ertugrul Mavioglu belgefîlmê bi navê "Bakur" kişand. Belgefîlm girtin nava 34'emîn Festîvala Fîlman a Stenbolê lê li ser nivîsa Wezareta Çandê ya Tirkîyeyê bi îdîaya "belgeya tescîlê nîn e" argonîzatorê festîvalê ÎKSV nîşandayîna belgefîlm betal kir. Li ser vê belgefîlmkar û fîlmên neteweyî wê salê ji festîvalê vekişîyan û wê salê nîşandayîn û pêşbazîya neteweyî ya fîlmên ji Tirkîyeyê çênebû.

Paşê dadgehên Tirkîyeyê der barê Bakur û derhênerên wê de doz vekir. Dadgehê di 18'ê tîrmeha 2019'an de 4 sal û 6 meh cezayê hepsê li her du derhêneran birî. Ligel ku demîral xwedî raporê sedî 99 astengbarîyê ye jî heyata dadgehê guh neda vê û ceza birî. Niha doz li Dadgeha Îstînafê ye

Dilê wî sekinî

Çayan Demîrel di 18'ê adara 2015'an de ji nişke ve nexweş ket. Dilê Demirel sekinî, bi mehan li nexweşxaneyê ma û hê jî dermankirina wî didome.

Di sala 2019'an de hevalên Çayan Demîral li ser wî belgefîlmekî amade kirin. Belgefîlmê bi navê "Arkadaşimiz Çayan" (Hevalê me Çayan) qala jîyana wî û pêvajoya têkoşîna wî ya li dijî nexweşîyê nîşan dide.

Em Çayan Demîrel di "Portreya Mehê" de dikin mêvan û hêvî didin dê kurtedemê de baş bibe û dîsa dest bi xebata xwe ya belgefîlman bike.

Belgefîlmên Çayan Demîrel:

- "38" (2006)

- "5 Nolu Cezaevi" (2009)

-Dr. Şivan

- Bakur (2014)

Dîyarname

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin