Çîn: Serdana Tîma WHO Dê Roja Pêncşemê Destpê Bike

Çîn: Serdana Tîma WHO Dê Roja Pêncşemê Destpê Bike

.

A+A-

Çînê ragihand ku serdana şandeya Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) ya bo lêkolînên ser vîrusa korona roja Pêncşemê destpê bike.

Wezareta Derve ya Çînê dîyar kir ku tîma nevneteweyî dê di ser Sîngapurê re derbazî Çînê be û ew dê du hefteyan di karantînê de bimînin.

Ew tîm dê here Wuhan ya Hubei ku vîrusa korona di dawîya sala 2019’an re cara pêşî li wir hatibû dîtin.

WHO dide zanîn ku armanca wan ne rexnekirina Çînê ye, lê ew dixwazin hîn bibin ku vîrus çawa ji ajalan derbazî însanan bûye.

Hêjayî balkişandinê ye, Pekîn ya paytext jiber zêdebûna pêketinên nû yên vîrusa korona di rojên dawî de jinûve dest bi berfirehkirina tedbîran kiribû.


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin