Cemiyeta Rojnamevanan: Li Tirkiye hîn 50 rojnamevan di zindanê de ne

Cemiyeta Rojnamevanan: Li Tirkiye hîn 50 rojnamevan di zindanê de ne

.

A+A-

 Cemiyeta Rojnamevanan a Tirkiyê di çarçoveya projeya bo demokrasiyê medya û medya bo demokrasî rapora xwe ya lêkolîna di derbarê razîbûna pîşeyî di sala 2021ê ragihand.

Li gorî vê raporê; di sala 2021ê de li Tirkiyê bo astengiyên li pêşiya azadiya ragihandinê û azadiya ramanê ti gav nehatine avêtin. Berovajî bo mafên serekî û azadiyan ber bi paşve çûye.

Li gorî vê, di sala 2021ê de li Tirkiyê 241 rojnamevan hatine darizandin. 73ê rojnamevan hatine desteser kirin, rojnamevanek ku karê weşana radyo dikir hatiye kuştin û 115 rojnamevan rastî êrişên fîzîkî hatine.

Di sala 2021ê de li Tirkiye 50 rojnamevan hîn di zindanê dene, bi vî awayî di cîhanê de piştî Çîn welatê ku herî zêde rojnamevan lê di zindanê dene Tirkiye ye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin