Kazimî: Ji bo parastina jinên Êzdî divê zêdetir xebat bên kirin

Kazimî: Ji bo parastina jinên Êzdî divê zêdetir xebat bên kirin

.

A+A-

 Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî got ku ji bo parastina keç û jinên ku ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin û nehiştina terorê pêwîstiya dewletê bi zagonên zêdetir heye.

Li paytexta Iraqê Bexdayê bi boneya yekemîn salvegera derxistina qanûna derbarê parastina keç û jinên Êzidî yên ji destê DAIŞ'ê hatine rizgarkirin, konferansek hat lidarxistin.

Konferansa hevbeş ya ji aliyê Komîsyona Diyalog û Aştiyê ya Ofîsa Serokwezîrê Iraqê, Birêveberiya Rizgarkirina ji DAIŞê ya girêdayî Wezareta Karûbarên Civakî û Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê hat li darxisitin Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimi û jinên Êzdî yên qurbaniyên DAIŞê beşdar bûn.

Kazimî di axaftina xwe ya li vir de tekez kir ku divê her kes bi hev re tevbigerin da ku sûcên li dijî mirovahiyê yên li dijî Kurdên Êzdî hatine kirin dubare nebin.

Kazimi got “ Divê em rêzê li kesên ku sax mane û vegeriyane malên xwe bigrin. Li hemberî wan li ber xwe dan û ji me re behsa wan sûcan kirin. Me dît ku ev komên çete ji bo pêkanîna armancên xwe yên tundrewî olê ji xwe re dikin kirin hincet û bi vê yekê xwestin Iraq, herêm û cîhanê hilweşînin.”

Serokwezîr Kazimî diyar kir ku hikûmeta Iraqê ji bo dîtin û darizandina kesên ku sûcên li dijî Êzidiyan kirine, berdewam dike û dibêje “Divê dewlet ji bo parastina jin û keçên Êzdî yasayên zêdetir derxîne.”

Li gorî daneyên Ofîsa Rizgarkirina Êzdiyan, dema ku DAIŞê di 3ê Tebaxa 2014an de êrişî Şigalê kir, 6 hezar û 417 Kurdên Êzdî revand, bi sedan dan ber guleyan. Heta niha piraniya wan keç û jin 3 hezar û 548 kes hatine rizgarkirin

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin