Artêşa Surî zirxpoşên Tirkiye kir armanc: Sê serbaz birîndar bûn

Artêşa Surî zirxpoşên Tirkiye kir armanc: Sê serbaz birîndar bûn

.

A+A-

 Zirxpoşên artêşa Tirkiyeyê li nêzîkî bajarokê Kafr Nuran bûn armanca êrişa mûşekên artêşa Surî û yek jê efser sê serbazên Tirkiye birîndar bûn.

Li gorî agahiya Rewangeha Surî ya Mafê Mirovan (SOHR) belav kirî îro 27ê Adarê Fewca 46ê ya artêşa Surî du zirxpoşên artêşa Tirkiye li derdora bajarokê Kafr Nûran li gundewarên rojavayê Helebê bi mûşekan kirine armanc.

Di encama vê êrişê de zirxpoşên Tirkiyê şewitîne û sê serbazên Tirkiye birîndar bûne ku yek ji wan efser e.

Piştî bûyerê her sê birîndar rakirine nexweşxaneyên Tirkiyeyê. Demek dirêj firokeyên bê firokevanên Tirkiye bi ser vê deverê re firiyane. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin