Çekdarên ser bi Tirkiyê li Efrînê zeviyên Kurdan bi kirê didin Erebên hawirde

Çekdarên ser bi Tirkiyê li Efrînê zeviyên Kurdan bi kirê didin Erebên hawirde

.

A+A-

Li Gundê Maratê ku yek ji mezintirînê gundê herêma Efrînê ye û li rojavayê bajarê Efrînê dikeve, çekdarên grûpa Hemzat bi fermandariya Sêf Bolad, dest danîne ser zeviyên zeytûnan ên hejmarek gundî ku ji neçarî koçber bûne.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê aşkere kiriye ku endamên ofîsa aborî ya ser bi wê grûpa çekdar ve zeviyên koçberan bêyî agahdariya birîkarên wan bi kirê dane Erebên hawirde. Erebên hawirde jî li nav zeytûnan genim, nok û nîskan diçînin.

Heft gundiyan ku ji vê biryara ofîsa aborî ya Hemzat zerer mend in gilî bi fermî li polîsên serbazî tomar kirine.

Leman Xelîl, berdevka Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, grûpên çekdar her tiştî dikin da ku xelkê Efrînê venegerin û yên li nav Efrînê jî koçber bibin.

Leman Xelîl dibêje "Tiştek di malên xelkê de nehiştin gişt dizîn, talan kirin, daran qut kirin, erdên xelkê bi kirê didin. Bi vê yekê dixwazin xelkê me yê derve nefirikire û nefetile yan jî xelkê me yên çûne Efrînê vê rewşê tehemul neke û derkeve."

Hin koçberan kesûkarên xwe yên lêzim kirine birîkarên xwe. Berpirsên ofîsa aborî ya Hemzat 40% ji dahat û berhemên cotyarên koçberkirî distînin, ji bilî baca zaorane û dizî û talankirinê. Li gorî  cotyarên ku ji herêm ji Rûdawê re axivîne, êdî beşek ji cotyaran nem zeviyên xwe cot dikin û nejî xizmeta pêwîst dikin, ji ber ku lêçûn û mesrefa wan ji dahata wan bêhtir bûye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin