Mahmûd Kilinc

Mahmûd Kilinc

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Çavên xwe bigrin û tenê xulekekê li serxwebûna Kurdistan'ê bifikirin

A+A-

Her roj hêj bêhtir, bertek, karvedan û gengeşîyên rasyonel derdikevin pêş, di barê biryara başûrê Kurdistan'ê da ku di roja 25 êlûna tê da rapirsîn dê bêt birêvebirin.

Wekî têt zanîn, başûrê Kurdistan'ê di 25î meha êlûna îsal da biryara sazkirina rapirsînê stend û di rapirsînê da, bi qasî hat ragihandin tenê dê pirsek hebe: ev jî, "ji serxwebûna Kurdistan'ê ra ERÊ an NA" ye.

Têt pêşbinîkirin ku 85% dengê "ERÊ" bi serkeve.

Ewil divê em zanibin, ku biryara rapirsînê, herçiqas eşkere kirina daxwaz û helwesta gelê başûrê Kurdistan'ê be, ewqas jî pêwistîyek dîplomatîk e, ji ber ti hêz an dewlet dê nikanibin li dijî vê biryarê derkevin û ev biryar pêşîya ziman dirêjîyê digre.

Hinek kes û derdor vê biryarê wekî jixwenebawerîyê dibînin, ku bi ya vana pêwistîya Kurdistan'ê bi rapirsînê tine ye, yekser divê serxwebûn bêt ragihandin, ez ne di wê baweriyê da me, ji ber ku divê cîhan rewatî, mafdarî û şernexwazîya neteweya Kurd bibîne, daku ew herdem ligel çareserkirinek aştîyane bûye.

Li hemû parçeyên Kurdistan'ê, ligel ewqas stemkarîyê, Bizava Neteweyîya Kurdistan'ê herdem bangê rêbazên demokratîk û aştîyê kirîye.

Ger we bala xwe dabe, ji dewletên dagirker heta hinekên "dost" jî yekser nikanin li dijî biryara rapirsînê helwest bigrin, ji ber ku rapirsîn mafekî demokratîk, rewa û xwezayî ye, ligel sîstema navneteweyî.

Heta Iraq bi xwe jî yekser li dijî rapirsînê dernakeve, jixwe heta roja îro hêj helwesta xwe eşkere nekirîye, ger em peyamên Heyder Ebadî ya di dema serdana Îranê da ligel rêberê Îran'ê Eli Xameney nebînin.

Heyder Ebadî, du serdanên girîng kirin, mijara rapirsîn û ragihandina serxwebûna Kurdistan'ê parek ji van serdanan bû, wî ewil serdana Erebîstana Siûdî û paşê jî serdana Komara Îslamîya Îran'ê kir.

Bê guman, krîza di navbera Qeter û koma dewletan ku Siûdî pêşengîya wana dike mijara serdanên Ebadî bûn, lê em dizanin ku di heman demê da Siûdî bi helwestek germ li rapirsîn û ragihandina serxwebûna Kurdistan'ê dinire.

Bihîstinên me, taybetî ji dewletên dagirker, ku ew di her hevdîtinên xwe da ameje bi yekparetîya axa dewletên dagirker dikin, êdî bona me peyam û dijitîyek normal û adetî ye.

Di hevdîtinên Ebadî û Xameney da, Xameney dibêjê, ku "ewê yekparetîya axa Iraq'ê biparêzin."

Komara Îslamîya Îran'ê dê çawa yekparetîya axa Iraqê biparêze, gelo dê di ber da şer bike?

Bi rastî, Îran dê derfetek wiha giranbûha bide ber destê Dewletên Yekbûyî Amerîka û Cîhana Rojava?

Ev bertekên bendawarî ne, ji dewletên dagirker, taybetî ji Îran û Tirkîye'yê, lê dîsa jî helwesta Tikîye'yê ji ya Îran'ê nermtir e.

Gellek sebebên vê hene, wekî ên siyasî û aborî hene, taybetî jî ên aborî.

 

Bi bawerîya min, di roja îro da ti dewlet xwe nadin ber dûrketina ji Kurdan, ji ber ku êrişên DAİŞê û têkoşîna li dijî wê, herweha geşedana aborî li başûrê Kurdistan'ê selmand, ku ewlehîya herêmê bona cîhanê gellek girîng e û ev jî, bi hêza Kurdan misoger dibe, divê Kurdistan bêt parastin û piştevanî kirin.

Bona ewlehîya cîhanê, taybetî bona Cîhana Rojava ev derfetek gellekî girîng e, ji ber vê ye ku Dewletên Yekbûyî Amerîka û Federasyona Rusya'yê yekser li dijî sazkirina rapirsînê dernakevin.

Dengê ku ji Yekitîya Ewrupa (YE) derdikeve, bê guman girîng e, lê em dizanin ku YE li ser mijarên wiha yekser ne diyarker e, ji alozîya Kosovo û Ukrayna me encamên wê dîtin.

Di mijara me da du hêzên girîng hene, DYA û FRya yê, heta mirov kane bêje hêza herê girîngtir DYA ye û ew jî ne li dij e, belê hemahengîya di navbera Hewlêr û Bexdad'ê da dixwaze, lê bi fermî ti peyamên dijayetî jê nehat bihîstin.

Bê guman em naveroka hevdîtin û guftûgoyên taybetî nizanin, lê em fam dikin ku ên bi rayadarên başûrê Kurdistan'ê va, bi rêjeyek mezin erênî ne.

DYA, FR û YE jî behsa peywendiyên aştîyane dikin, bi Bexdad'ê va, ev daxwazek rewa ye û piştê rapirsînê emê helwestên hêj konkret bibînin, ji ber ku ji îro va eşkere ye ku gelê başûrê Kurdistan'ê dê bi piranîyek mezin dengê "ERÊ" bi kar bînin û ev jî, bi ya hiqûk û gerdîşa (kevneşopî) navdewletî gavek dîrokî ye.

Îro bi giştî, rewşa herçar parçeyên Kurdistan'ê bi hêla eskerî, siyasî, aborî û ewlehî va encamek e, sebebên vê rewşa bindest hene, wekî dagirkerî, parçekirin, qetlîam, wêrankarî, pişavtin û tinekirin, rewşa me ya îro têkoşînek rewa ye li dijî nemirovahîyê ye.

Lê belê divê em hemû vebijarkan jî bidin ber xwe û yek bi yek li ser bisekinin, gelo wiha bibe dê encamek çawa jê derkeve, an jî bi avakî din bibe emê rûbirûyî encamek çawa bên, me divê hemû vibijarkan zanibin û li ser amarên wana bisekinin.

Bê guman, derfeta kêmkirina dijberiyê, berevajî bilindkirina piştevaniyê di destê neteweya Kurd da ye, li herçar parçeyan, divê hestyarîya rayagiştî bêt bilind kirin, bona vê konferans, panel, civîn, çalekî bêne saz kirin, komîteyên hevpeyvînan bêt dest nîşan kirin, taybetî bi siyasetvan, rewşenbîr, hûnermend û parlementerên Kurd va hevdîtin û piştevanî bêt xwestin.

Asteng hene li ber gava dîrokî, lê ewqas jî derfet hene.

Gotina dawî; çavê xwe bigrin, tenê xulekekê li serxwebûna Kurdistan'ê bifikirin, bifikirin ku ala Kurdistan'ê di nav alên neteweyên din da bi serfirazî li ba dibe û em, xwedî dewlet in.

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin