Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Boranên Nav YNK Zelal dibin!

A+A-

Di 01.09.2016 de min nivîsek li ser „Ajenda Netewî û helwesta YNK-Goran!" nivîsî. Di naveroka nivîsê de min boranên di nav YNK de tanîn ziman û digot:

„Lê di nav YNK de baskek heye ku dijî hatina Tevgera Goran a nav YNK ne û hewl didin xwe ku vê lîstika Noşîrvan Mustefa asteng bikin."

Nivîs bi vê paragrafê bi dawî dibû:

Heger YNK, venegere asta peymana netewî a ku di navbera wan û PDK de û carek din li gor astên netewî û niştimanî bi hev re gavên referandûm û serxwebûnê navêjin û xwe ji lîstikên Tevgera Goran û Îran neparêzin; wê beşek mezin ji YNK biqete û wê YNK perçe perçe bibe. Armanca Noşîrvan Mustefa ewe ku di astek zeîf de YNK berbi kongreya perçebûnê ve bibe ku bi riya perçekirina YNK, derbê li PDK û çûna referandûmê û serxwebûnê bixe." (Rûpela Nû, 01.02.2016)

Piştî bi rojekê êvarê; Endamê Fermandarê hêzên 70 û Endamê polît buro Şêx Cefer Mistefa, Cîgirên sekreterîya giştî yên YNK Kosret Resûl û Behrem Salîh daxuyanîyek dan û di daxuyanîyê de eşkere kirin ku:

„Di asta navxwe ya partiyê de jî, heta ku diçe yekrêziya organan tê birrîn û alozî û bêserûberî, neheqî û bindestkirina kadro û piştguhxistina organên YNKê û binpêkirina rêzikname, pîlandanîn bo saxtekarîkirin di kongreyê de û zevtkirina îradeya endamên resen ên YNKê berfirehtir dibe, û xizm û kesûkarên xwe bêyî berçavgirtina sirûşt û pênasa YNKê dixin nav warê karê partayetî û desthilatdariyê û hewla derxistina kadroyên dilsoz didin. Ji bo cîbicîkirina wê armanca şaş û berejwendxwaza xwe jî, bêyî tirs navê Mam Celal û pêgeh û rêza wî bi kar tînin." (Daxuyanîya Navenda Biryaran a YNK)

Bi eşkerebûna vê qeyranê re Îran ket metirsîyê û dîtira rojê heyetek bilind şand Silêmanîyê, ji bona çareserkirina qeyranên di nava YNK de. Bi hatina vê heyeta dewleta Îslamîst a Îran re, têkilîyên Tevgera Goran, baskekî YNK-Hêro Îbrahîm Ehmed û  Îran jî eşkere bûn. Hat îspatkirin ku beşek ji YNK heta qirikê ketîye nav qirêja Dewleta Îslamîst a Îran û bêyî biryara Îran nikare azad nefesê jî bigire .

Mixabin baskê YNK yên ku „Navenda Biryarê" di destê xwe de dihêlin, li henber navbêntîya Îran derketin û beşdarî li ser gotina Îran û lihevhatinê nebûn. Heyeta Îran destvala bipaş vegerîya!

Piştî ku Îran bipaş de destvala vegerîya; sekreterê Giştî yê Tevgera Goran Noşîrvan Mistefa jî bi „sebeba nexweşî"ya xwe, derket dervê welat. Ev çûna Noşîrvan Mistefa jî bû sebebê spekulasyonan(!)

Piştî van çûn û hatinan, ji nû ve di navbera herdû baskên YNK de dan û standinan destpê kirin. Îhtîmala ku heta şemîyê ji van guftûgoyan encamek derkeve heye.

Di eslê xwe de YNK û hêzdarîya wê di fermandarîya Pêşmergên YNK de ye. Ev jî Liqa 70 ku bi ser YNK ve ye. Ev hêz li cem kîjan baskî cîh bigire, ew di nav YNK de xwedî hêz e û xwedî biryar e.

Wek ku em dizanin di nav baskê YNK yên ku daxuyanîya „Navenda Biryar"ê de, Fermandarê vê hêza leşkerî a liqa 70, endamê polît buroya YNK Şêx Cefer Mistefa jî hebû.

Îro (07.09.2016) ji dengê Amerîkayê re daxuyanîyek da û dîyar kir ku:

   „Biryarên YNKê ji ‚Navenda Biryar' ve tên girtin!"

Di berdewama daxuyanîya xwe de eşkere kir ku:

 „rewabûna temamî di nav YNKê de li gel ‚Navenda Biryare', ku Kosret Resûl Elî û Berhem Salih cîgirên sekreterên giştî yên YNKê ne û piştî wan jî Hakim Qadir, Mehmûd Sengawî û ez(Şêx Cefer Mistefa) tê de cîh digrin."

Min di nivîsa xwe a ku min bahs kirde, rewşa YNK a niha bi van hevokan şîrove dikir:

„Firaqsiyonên di nav YNK de; li henber têkiliyên YNK û Tevgera Goran ku bi Bexda û Nûrî El Malikî re ne; mixabin di vî warî de jî bêdengin. Hin baskên Reformxwaz û hin jî baskê jidestçûyî çav berdane helwesta PDK û Tevgera Goran û bêdengîya xwe didomîn in. Herkes ji bargeha xwe li  serkevtinên PDK yên herêmê û têkilîyên navdewletî temaşe dike, xwe nêzî hevparîya van serkevtinan jî nake. Ji dêlva ku perçe perçe xuya bikin û bibin sebebên wendakirinan, çi ji destê wan tê dikin. Di meşandina siyaseta netewî de ev bêdengî, di vê dema hesas de zerarê dide."(Rûpela Nû,0109.2016- Ajenda Netewî û helwesta YNK-Goran!)

 Tê wê wateyê ku berpirsiyarên YNK têgihîştine tehlûke a navbera YNK ku; "Navenda Biryarê" giranîya xwe danîye ser alozîyên nav herdû baskên YNK û heta bi erkekî adîlane YNK biçe kongrê, wê "navenda Biryaran" YNK temsîl bike. Ev, ji bona çareserkirina qeyrana navxwe çareserîyeke.

 Di berdewama daxuyana xwe de jî Şêx Cefer Mistefa tine ziman ku;

„Ji bo parastina YNKê, di nav YNKê de Kosret Resûl Elî hin caran desthilatên xwe bikar ne aniye û di dîroka YNKê de jî, ew rêvebere gelek car YNK li têkçûn û şikestan rizgar kiriye, her ew kak Kosreta gelek car şelwarê YNKê yê hatî xwar hilkêşaye.''

Ew „bêdengîya" ku min dianî ziman, niha eşkere şîrove dibe di nav baskên YNK de. Hinek berpirsiyarên YNK neşterê li birîn û pirsgirêkên nav YNK dixin. Di vî warî de jî Şêx Cefen Mistefa dibêje:

'' Herwaha kes nizane dahatê partiyê çiye, çawa tê û çawa diçe û bo kê tê xerckirin kes nizane.''(!) EV jî sebê bêhuzûrîyek mezin e di nav YNK de.

fermandarê hêzên 70 yên Pêşmergeyên Kurdistanê û endamê Polîtburo ya YNK Şêx Cefer Mistefa qenaat bi wê anî ku:

„YNKê ku bi pareyê şehîdan û Pêşmergeyên YNKê ve birêve diçe, agahiyên rast li ser YNKê nadin û di nav hev de jî cuda ne, di navbera çapemenî û medayayên YNKê yên fermî de(Gelê Kurdistan û Kurdistanê nû)cuda û aliyên nakok ji ber pirsgirêka mûçe hene."

Tesbîtkirina van berevajiyan, helbet wê bi xwe re çareserîyekê jî bîne:

Di daxuyanîya „navenda Biryaran" de ji bona Hêza Pêşmergên bi ser YNK ve jî, biryarek girîng û berçav di rêza duyem de cîhê xwe  digirt. Pir hêja û acîle ev biryar:

„2-Heta yekxistina hêzên Pêşmerge ligel Hêzên Niştimanî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, tevahiya hêzên çekdarî yên YNKê dê bikevin ser Fermandehiya giştî ya Hêzên Pêşmerge û ji aliyê wê fermandehiyê ve serkirdatiya wê bê kirin. Di saya xebat û xweragiriya Hêzên Pêşmerge îro keramet û asayişa gelê Kurdistanê parastî ye, lewma erkê ser milê me ye ku em bi hemû hêza xwe alîkariya başkirina jiyana Hêzên Pêşmerge dikin."

Bi hêvî me ku Başûrê Kurdistan bi gavavêtina çareserkirina pirsgirêkên xwe re, avakirina „Hêzên Niştimanî", an jî Arteşa Niştimanî bike gavek sereke û bîne rojevê. Bi serkevtî vê Artêşa Netewî ji Nete Kurd û Kurdistan re bibexşîn in!

07.09.2016

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin