Biden Wê Serdana Îsraîl û Erebistana Saudî Bike

Biden Wê Serdana Îsraîl û Erebistana Saudî Bike

.

A+A-

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Serokê Amerîka Joe Biden wê di meha pêş de serdana Îsraîl û Erebistana Saudî bike.

Reutersê dîyar kir ku Qesira Sipî dê hûrîyên derbarê serdanê vê hefteyê ragihîne.

Li gor nûçeya Reutersê, Biden dê li Erebistana Saudî bi Prensê Cîgir Mihemed bîn Salman re bicive.

Çaverê ye Biden di nîvê meha Tîrmehê de here Îsraîl û Erebistana Saudî.

Qesira Sipî di rojên borî de dîyar kiribû ku Biden jiber rola Erebistana Saudî ya bo kuştina rojnamevanê rexnegir Cemal Xaşiqcî prensê cîgir di asta jêrîn de dinîne.

Xaşiqcî di sala 2018'an de li konsulxaneya Erebistana Saudî ya li Stenbolê hatibû kuştin û wê kuştinê zarar dabû sekna nûxwaz ya prensê cîgir, lê Erebistana Saudî dibêje ti peywendîya wê bi kuştinê re tune.

Amerîka di demên dawî de hewil dide buhayê benzînê daxe ku armanca serdana Erebistana Saudî xurtkirina peywendîyan e.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin