Bi 'Navçeya Aram' rê li ber êrişa Tirkiyê hat girtin

Bi 'Navçeya Aram' rê li ber êrişa Tirkiyê hat girtin

Berdevekê MSDê ragihand, bi ‘Navçeya Aram’ rê li êrişa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê hat girtin û tekez kir: “Plana Navçeya Aram rê li ber derbasbûna Artêşa Tirkiyê girt.”

A+A-

Berdevekê MSDê ragihand, bi ‘Navçeya Aram’ rê li êrişa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê hat girtin û tekez kir: “Plana Navçeya Aram rê li ber derbasbûna Artêşa Tirkiyê girt.”

 

Danûstandinên Tirkiyê û Amerîka derbarê avakirina Navçeya Aram berdewam dikin. Ji bo qonaxa yekem tê gotin, wê Navçeya Aram di navbera Serêkaniyê û Girêspî de were avakirin. Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) jî dibêje, vê pilanê rê li ber derbasbûna Tirkiyê girt ku guhertineke demografî jî li navçeyê çênebe.

 

Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) jî bi erênî li Navçeya Aram dinêre.

 

Li gor agahî û zanyariyên herî nû, hevtêgihiştineke destpêkî di navbera Tirkiyê û Amerîkayê de li ser ‘Navçeya Aram’ çêbûye.

 

Li gor wê hevtêgihiştinê, wekî destpêk, navçeyeke aram bi dirêjahiya 80 kîlometre û kûrahiya 14 kîlometre di navbera  Sêrê Kaniyê û Girê Spî de tê damezrandin û tedbîrên serbazî tê de bi hevbeşî tên kirin ku ‘Navenda Operasyonên Hevbeş’ dê serperiştiya wê bike. Herwiha dê herdu alî 6 tedbîrên hevbeş ji bo vê mebestê bistînin.

 

Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) jî diyar dike ku hîn jî peyman û rêkeftineke zelal li holê nine.

 

Berdevkê MSDê Emced Osman dibêje, “'Tiştên çêbûyî lihevkirinek li ser hinek xalên girêdayî rewşa serbazî ve ji bo me tiştê giring ew bû ku rê li ber artêşa Tirkiyê, li ber vegera DAIŞê, li ber quhertina demografiya deverê hatiye girtin.”

 

Li hêla din jî, ev demek e Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), komîteya wê ya pêwendiyên derve mijûlî hevdîtinên diplomatîk e û mijara ‘Navçeya Aram’ yek ji babetên herî giring yên civîn û danûstandinên wê ne. ENKS dibîne ku ev hevtêgihiştina ku di navbera Amerîka û Tirkiyê de çêbûye erênî ye.

 

Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya ENKSê Tahir Sifûk jî pêşwaziyê li rêkeftina Amerîka û Tirkiyê ya derbarê ‘Navçeya Aram’ de dike û radigihîne, “Em weke ENKSê dibînin ku vî karî û çi karê din ku şer dûr bixe û me nêzikî çareseryiyeke giştî ji rewşa Sûriyê bike em bi erênî lê dinêrin.”

 

Partî û aliyên siyasî yên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê,  yên li derveyî  sîwana Rêveberiya Xweser û  ENKSê jî, ji bo wan eger ‘Navçeya Aram’ di bin çavdêriyeke navdewletî de be, rehetiyeke zêdetir dide hemû aliyan.

 

Endamê Emîndariya Giştî ya Partiya Azadî ya Kurdistanî Ebdilkerîm Etê jî dibêje metirsiya wê heye di pêşerojê de Amerîka ji wê deverê vekişe diyar dike, “Em weke partî dixwazin ku di nav dewletên mezin de be ne Amerîka bi tenê û ne jî Tirk bi tenê, em dibînin ku metirsî tê de heye ku Amerîkî jê vekişin û Tirk bi tenê tê de bimînin.”

 

Li gor çavdêrin siyasî  armanca Amerîka  ji rêkeftina destpêkî ragirtina şer û êrîşên Tirkiyê ne li ser hevpeymanên Amerîka Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), tevî ku heta niha hûrgiliyên rêkeftinê ne zelal in û xalên nakok di navbera herdû aliyên de hene.

 

Hêzên siyasî yên Kurdî jî hevnêrîn in ku avakirina ‘Navçeya Aram’ li jêr çavdêriya civaka navdewletî, dê roleke balkêş di çareserkirina krîza Sûriyê de bilîze.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin