Bernameya "Çanda Kurdî ya Li Sovyeta Berê" bi Casimê Celîlî wê destpê bike

Bernameya "Çanda Kurdî ya Li Sovyeta Berê" bi Casimê Celîlî wê destpê bike

.

A+A-

Wêjegeh Amed wê dest bi bernameya "Çanda Kurdî ya Li Sovyeta Berê" bike ku mêvamê yekem ê vê bernameyê wê Casimê Celîl be.


Wêjegeh Amed wê bi navê "Çanda Kurdî ya Li Sovyeta Berê" bernameyeke nû bide destpêkirin. Vê mehê, bernameya pêşî wê li ser Casimê Celîl, helbestvanê kurd yê lîrîk li dar bikeve.

Bernameya wê 27ê Sibatê roja şemiyê saet 21.00ê Amedê de pêk were li xwe dike armanc ku Kevirên Takêşê yên vê cografyayê digel nas û lêkolerên xwe bigihîne kesên eleqedar.

Celîlê Celîl wê pirsên Salihê Kevirbirî, moderatorê bernameyê bibersivîne û behsa dîrok, çand û jiyana "Cimaeta Kurdên Sovyetê" û edebiyatnasiya Casimê Celîl a di nava vê ceametê te bike.  

Bername wê li ser hesabê YouTube-ê yê Wêjegeh Amedê bi awayekî zindî were weşandin.
 

Derbarê Casimê Celîlî de*

Navê şaîr, wergêr û nivîskarê Kurd ê navdar Casimê Celîl di nava wêjeya Kurdan a Sovyetê de cîyekî berbiçav digire, her wisa di nava wêjeya tevayî a Kurdistanê de jî. Casimê Celîl ji malbateke Kurdên Êzdî ye û sala 1908an li gundê Qizilqûlêya navçeya Dîgorê li herêma Qersê hatiye dinyayê. Navê bavê wî Celîl û ê dayîka wî Cewahîr e. Li wê heremê ji ber êrîşên Osmanîyan 16 gundên Êzdîyan koç û bar dikin ber bi Ermenîstanê. Mala bavê Casimê Celîl jî bi wan re koç dike. Li ser rêya koçkirinê gelek zar, jin û mêr di Ava Reş de dixeniqin. Casimê Celîl jî li ser rêya koçkirinê sêwî dimîne û pêşîyê wî dişînin sêwîxaneya Aleksandropolê. Paşê jî ew di sêwîxaneyên Celaloxlîyê û Rewanê de dimîne.

Casimê Celîl ji sala 1927an hetanî a 1930î di dibistanên leşkerîyê de dixwîne. Di van salên destpêkê de li paytextê Azerbeycanê; Bakûyê, paşê li ê Gurcistanê Tivlîsê gelek tiştan hîn dibe. Sala 1931ê cîguhêzî Rewanê dibe ji bo rêveberîya Teknîkûma Kurdan a Mamostatîyê. Sala 1930î Casimê Celîl bi Xanima Rizgo re dizewice.

Casimê Celîl sala 1932yan di weşanxaneya Ermenistanê a dewletê de dibe Serokê para weşana pirtûkên bi zimanê Kurdî. Li vir gelek pirtûkên Kurdî dide çapkirin. Casimê Celîl di xortanîya xwe de dest bi nivîsara helbestan dike. Di salên 1930'î de êdî Casimê Celîl dikeve nava wêje û çanda Kurdên Ermenistanê û ew jî dibe himdarekî Kurdayetîyê. Casimê Celîl di sala 1936'an da dibe endamê Yekîtîya Nivîskarên Ermenîstanê.

Sala 1938an Casimê Celîl li Fakulteya Rewanê a Înstîtuya Pedagojîyê a Fîlolojîyê û Wêjeyê ji bo xwendinê tê qebûlkirin heta sala 1941ê. Li Înstîtuya Perwerdeyî a Bilind xwendina xwe li ser dîrok û wêjeyê distîne. Paşê ew bi awayê dûreke Fakulteya Hiqûqê a Zanîngeha Rewanê jî diqedîne û çend salan karê parêzerîyê dike.

Sala 1955an radyoya Rewanê a Kurdî vedibe, Casimê Celîl dibe serokê wê ê yekemîn û gelek karên dîrokî pêk tîne heta meha Nîsana sala 1958'an. Paşê dibe redaktorê beşa muzîka Kurdî û wî karî heta Kanûna sala 1963an dimeşîne. Casimê Celîl di radyoyê de bingeha arşîva stran û awazan datîne. Bi tevgera wî gelek kilam û miqamên cimaetê li ser qeytanê hatine nivîsandin. Berhevkirin, tomarkirin, parastin û nirxandina stranên Kurdî, ji salên nîvekên 1930î pê de ji Casimê Celîl re bûne xebateke gelekî mezin. Ew hişmendîya wî derbasî zarokên wî jî bûye. Her çar zarokên wî mîna wî karê berhevkirin û tomarkirina stran, çîrok, gotinên pêşîyan û destanên Kurdî kirine û gelek berhemên zargotina Kurdî ji jibîrkirinê rizgar kirine.

Ji sala 1960î bi şûn de berevokên helbest û destanên Casimê Celîl bi zimanê Kurdî li Rewanê hatine weşandin. Casimê Celîl di salên 1970yî de careke din dibe berpirsîyarê weşandina pirtûkên Kurdî di weşanxaneya Ermenîstanê a dewletê de. Casimê Celîl sala 1998an li Rewanê wefat kiriye.

*Çavkanî: Weşanên Lîsê

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin