Berhema şên naxerite

Berhema şên naxerite

.

A+A-

Hamid Omerî

Hin berhem bi destpêka xwe xwendekarê xwe xenê dikin û kêfa wan tînin lê bi dawînka xwe dilê wan dihêlin. Derba mebesta metnê bi rehm û şefqeta nivîskar ya li lehengê çîrokê, lawaz û sivik dibe.

Xwendekar bi meqesê daxilî dinyaya Rik a Bahoz Baran dibe û bi daxwaza dawî re xatirê çîroka wî ji bo zên û bîra xwendekar xwe kar dike û tahma çîrokê li ser ziman dihêle. Çîrokên wî weka yên berê dîsa xwe bi aliyê warên berê ve kişandibin jî (piraniya mekanên wî, mijarên wî pişta xwe didan ‘berê’yeke nas) bi zimanê xwe yê rafine û siftî xwe ji avzêma folklorê xilas dikin. Ji nêzîkbûna wî ya li mijarên wî û ji remz û metaforên wî diyar e ku di Rikê de serê xwe bêtir bi teoriya çîrokê re êşandiye.

Di kurteçîroka ez dixwazim bala we bibim ser de, Baran, bi kitekit li pey dahûrandina karakterê xwe ye. Hevokên wî heta hûn bibêjin û bixwazin kurt in. Kurtbûna hevokên wî tîrbûnekê didin mesele û derdê çîroka wî. Çîrok biqede jî bi xêra wê tîrbûnê meseleya çîroka wî xwe di bîra xwendekarê xwe de dimeyîne

Bi çeqeçeqa Meqesê re bîr, mijar, gotin û birîn dikevin milê hev û rî û porê wezîr û rayedarên dewletê kur dikin. Lehengê vê çîrokê berberekî biqabiliyet e. Gava radike meqesa xwe dibe weka sêrbazekî. Padîşah çaxa çav bi usûla porê wezîr û rayedarên xwe dikeve mereqa wî berberî dike. Rêwîtiya berberê me ya bi ber qesra padîşahê ku xwe di tayê xwedê de dibîne wiha dest pê dike.

Bîstûşeş salî ye berber. Guh nade daxwazên muşteriyên xwe heta bi gotina wî guh nade daxwaza “xwedayê xwe” jî. Çokên wî piçîçkî sist bibin jî cara pêşî bi isûla xwe porê wî kur dike. Saw jê bigre jî meqesa xwe xweş dişuxilîne. Çi dibe pişt re dibe. Di serî de kursiya wî ji padîşah re dibe dergûş û padîşah di nava destê wî de mîna pitikek a şîrmêtî aram dibe lê gava çav bi çavên padîşah yên ‘sor’ dikeve dişewişe; lingê wî li hev digerin. Seresker ji bo berber ji vî halê xerab derkeve ti tişt namîne dike heta wî dixe paşila jineke ereb. Di wê paşilê de em hay ji birîna wî dibin: Dîmeneke şolî û birîna li ser milê wî qalikê xwe radike û ji dêvla devê wê birînê bi meqesa xwe ya tûj piçîçkî goşt ji guhê padîşah dibe. (Ne heqê min e ez spoilereke bê serî û bê binî bidim û we ji xwendina vê çîrokê mehrûm bikim.) Lêbelê dilê min tune ku qûş li xwendin û şiroveyê jî biqetînim û derba xwe li berhemê jî bixim. Lê bibe nebe ezê gotina xwe jî bêjim. Hemin civat li dar e em nebêjin jî nabe. Quşqetandina li xwendin û şiroveyê ji kû li deriyê vê nivîsê xist ez piçîçkî behsa wê bikim. Sê navên sereke tên bîra min. Susan Sontag, Rita Felskî û Umberto Eco. Sêrêya mebestê ya di navbera metn, xwendekar û nivîskar de parî dibe me digihîne Şirove ya Eco. Şiroveya zêde metnê ji halê wê yê hal dixîne û carinan maneyên ji aqilan dûr lê li bar dike.

Eco dibêje em nikarin bibêjin ev şirove bi her halê xwe rast e lê bi xêra berhema li ber destê me em dikarin bibêjin ev şirove şaş e. Dîtina din ya ez dixwazim bala we bibim serê, dîtina Susan Sontagê ye. Ew di vê mijarê de tûjtir e û bi temamî rê li ber şiroveyê negire jî bi dîtina wê teoriyên edebî li ser navê şiroveyê berhemê ji holê radikin û teoriyê li cihê berhemê bi cîh dikin. Rita Felskiyê jî di berhema xwe ya bi navê Edebiyat Bi Kêrî Çi Tê? de behsa îroniya bêwextî dike û berê şûrê rexneya xwe dide wê hewes û hewla zêde ya ji bo piştrastkirina teoriyê.

MEQES ÇI JI ME DIPIRSE Û DIXWAZE ÇI BIBÊJE?

Dîtin wiha bên rêzkirinê jî bîra xwînê ya ku bêhna wê qet ji ber pozê berber naçe, çavsoriya dewletê ya di rengê çavên esker û padîşah de xuya dibe û helbet birîna ku her carê weka dîmeneke şolî dîroka qewmekî li ber çavan radixe jî bibe nebe me bi ber wê şiroveya li serçimkê metnê ku weka pisîkekê dinewire ve digindirîne. Meqes çi ji me dipirse û dixwaze çi bibêje ji me re? Wateya wê jî şiroveya wê ya kûr jî ev e. Xwendekar çiqas guh bide çeqeçeqa meqesê wê bêhna xwînê bi wî qasî genî bibe. Çiqas tûj binêre wê çavê dîrokê bi wî qasî sortir bibe. Por çiqas kur bibin wê meqes ewqas xweş bişuxule. Lê belê bêyî ku pêwendiya xwe ji majarê biqetînim û şiroveyeke nedîtî lê zêde bikim dixwazim bibejim; eger padîşahê çavsor li berberê di xwîna golbûyî de gevizandî were rehmê, bêhna çîrokê wê biçike!

Vêga bi şiroveya xwe em hatin dawiya xwendina xwe lê em nehatin dawiya maneya kurteçîrokê. Belê meqes çi be ew e lê bi her xwendinê re dibe ku dengekî din ji meqesê were, bêhneke din ji wê bîrê alav bide. Çimkî hin berhem bi destpêka xwe xwendekarê xwe xenê dikin û kêfa wan tînin lê bi dawînka xwe dilê wan dihêlin. Meqes bi çeqeçeqa xwe gurza wateya xwe dişidîne lê nivîskar weka bi mebesta xwe nikare û fetlanekeke din dide rêya mebesta metnê. Derba mebesta metnê bi rehm û şefqeta nivîskar ya li lehengê çîrokê, lawaz û sivik dibe. Xwezî! ji bo metneke xwetemamkirî daxwaza xweziyê ji bo vê kroxiyê li hev nayê, helbet dizanim. Çimkî çîrok ev e û xwe xemilandiye û hatiye heta ser maseya me. Loma gotina xwezî çîrok, bi “Ez dixwazim cara dawî meqesa xwe bibînim û eger mimkun be porê celadê xwe kur bikim” ve biqediya ne munasîb e.

Ezê yekser bibêjim. Eger nebûya, Padîşahê "çavsor" û guhjêkirî, wisa bi rihetî li ber çavê xwendekar wê nebûya yekê dilbirehm! (Lê jixwe balkêş e nivîskarê di warê ziman de hessas û baldar rehmê naxe dilê wî, dixe zikê wî!) Padîşah, Eliyê ku di zikê Gulnazê de bi derba şûrê çavsorekî birîndar dibe efû dike û berî wî dide Şerê Qirimê.

XWENDINA ME NE NAVENDA MANEYÊ YE

Axirkê ji her sê navên me behsa wan kir û ji navên dîtir jî em nimûne bigirin û li vir bixin nava kevanek û dunikan jî helbet bi xwendinê re dê qenaetekê li cem me jî çêbibe û emê bi xêra wê dîtina xwe û şiroveya xwe li metnê bikin. Ya ez dixwazim destnîşan bikim ev e: xwendina me ne navenda maneyê ye û dîtina herî rast jî dibe ku ne ya me be. Lê guh medin vê gotinê jî. Jixwe ez jî li ser vî qewlî nemam û min jî şiroveya xwe li metna ser rehleya xwe kir.

Rik carekê di ser re û carekê di bin re bê xwendinê hebûna xwe bêtir bi meriv dide hîskirinê. Belê, xwendin û şirove jî bi mebesta xwegihandina kakilê berhemê ye lê xwendina nû û şirove bi xwe jî ne belavkirina kakilê berhemê ye? Îcar lazim e bê gotin ku serdestiya li ser metnê bibe nebe nêrîneke şaş e û bi vê şaşiya xwe jî kulek e. Xwendekar ji bo xwe baştir bigihîne kakilê berhemê, berika wê qeşûr dike; çala wê kûrtir dike. Bi her hewlê û çalkirinê ve maneya berhemê belkî xwe zelaltir bike belbî jî jê wêdetir tiştekî nûtir; kirasekî din li xwe bike. Çimkî şiroveyê di ser metnê re ji zûde xwe qevas kiriye û ji metnê wêdetir tiştekî dîtir ji me re dibêje. Em gazî Eco bikin û bila bi hawarê de bê: “berhema şên, naxerite!

Jêrenot:

Baran, Bahoz. Rik, Wardoz, 2022
Eco, Umberto, Yorum ve Aşırı Yorum, çev. Kemal Atakay, Can, 1997
Felski, Rita, Edebiyat Ne İşe Yarar, çev. Emine Ayhan, Metis, 2010
Sontag,Susan, Yoruma Karşı, çev. Osman Akınhay, Agora, 2016

Çavkanî/Gazeteduvar

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin