
Weqfa Êzidiyên Azad: Çarenivîsa hezar û 200 malbatên Êzidî ne diyar e
.
Weqfa Êzidiyên Azad (FYF) derbarê rewşa xirab a hezar û 200 malbatên Kurdên Êzidî yên li Helebê hişyarî da û ragihand ku 800 malbat ji wan bi darê zorê vegerandin Efrînê û têkilî bi wan re qut bûye.
Li gorî daxuyaniyeke Weqfa Êzidiyên Azad, ji ber şerên dawî nêzîkî 800 malbatên Kurdên Êzidî ku piraniya wan xelkê resen ê Efrînê ne, hatine neçarkirin ku vegerin wê devera ku ji aliyê zordestên wan ve hatiye kontrolkirin.
Weqfa Êzidiyên Azad diyar ku ew deverên li Efrînê hîn jî di bin kontrola heman komên radîkal de ye ku berê Kurdên Êzidî ji ber zilm û zora wan ji wê derê derketibûn.
Weqfa Êzidiyên Azad da zanîn ku niha têkilî bi wan malbatan re qut bûye û çarenivîsa wan ne diyar e.
Ji bilî yên ku hatine vegerandin, nêzîkî 400 malbatên din ên Êzidî di nav bajarê Helebê de asê mane.
Weqfa Êzidiyên Azad eşkere kir ku ew malbat di mercên giran de bêyî ku destê wan bigihije xwarin û alîkariyên mirovî li dêr û avahiyên demkî dijîn.
Her wiha di daxuyaniyê de hat piştrastkirin ku du kesên sivîl ên Êzidî yên bi navên Îbrahîm Xelîl û Jaklîn Hesko di şer de canê xwe ji dest daye.
“Tirsa min ew e ku sûcên li Şingalê dubare bibin”
Seroka Mala Êzidiyan a Efrînê Meryem Jirdoyê got, “Wekî jineke Êzidî, ez ditirsim heman sûcên ku sala 2014an li Şingalê hatin kirin, bi taybetî tundiya zayendî û kolekirin dubare bibin."
Çavkaniyekî taybet ku ji ber sedemên ewlehiyê navê wî nehatiye eşkerekirin, ji weqfê re eşkere kiriye ku komên Îslamî li Efrînê mêr û kurên mezin ji jin û keçan veqetandine û ev jî mîna wê rêbazê ye ku DAIŞê di dema komkujiyê de bi kar dianî.
Serokê Mala Êzidiyan a Helebê Menaf Cafo jî dîmenên li taxên Kurdan ên li Helebê wekî "komkujiyeke sîstematîk" bi nav kir.
Menaf Cafo eşkere kir ku wî çekdar dîtine ku "alayên DAIŞê hilgirtibûn" û yek ji wan di dema weşana zindî ya televîzyonê de jî xuya bûye.
Weqfa Êzidiyên Azad ji Amerîka û civaka navdewletî xwest ku bi lez korîdoreke mirovî ya ewlehiyê vekin û rê li ber "sûcên hovane" yên li dijî pêkhateyan bigirin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin