
"Di şer û pevçûnên Eşrefiye û Şêx Meqsûd de 216 kes hatine kuştin"
.
Li gorî amarên dawî yên ku gihîştine ber destê Kurdistan24ê, di encama êrîş û şerê li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê de, heta niha 216 kesan canê xwe ji dest dane û çarenivîsa 260 sivîlan jî ne diyar e.
Jêderekî ji Heyva Sor a Kurd li Helebê îro 13ê Çileyê ji Kurdistan24ê re ragihand, heta niha kuştina 216 kesan hatiye piştrastkirin. Hat diyarkirin ku beşek ji wan qurbaniyan sivîl in.
Amaje bi wê jî kir, ji ber berdewamiya xebatên lêgerînê, guman tê kirin ku hejmara kuştiyan hîn zêdetir bibe.
Heman jêderî diyar kir jî, tîmên wan xebatên lêgerîna cenazeyan li taxa Eşrefiyê bidawî kirine, lê li taxa Şêx Meqsûd heta niha tenê ji sedî 60ê taxê hatiye kontrolkirin û xebat hîn jî berdewam dikin.
Ji aliyê din ve, hat ragihand ku piştî nîvroya îro, Artêşa Sûriyeyê rê daye ku karwanê yekem ê koçberên Helebê yên ku çûbûn Efrînê, da ku vegerin taxa Eşrefiyê.
260 sivîl winda ne
Endamê Rêxistina Sûriyên ji bo Rastî û Dadperweriyê Mistefa Şêxo, derbarê sivîlên windabûyî de ji Kurdistan24ê re diyar kir, li her du taxên Kurdî yên Helebê, çarenivîsa 260 sivîlan ne diyar e.
Mistefa Şêxo da zanîn jî, di nav windayan de 12 jin û 7 zarok jî hene û ew ji bo dîtina van kesan û eşkerekirina çarenivîsa wan, xebatên xwe didomînin.
Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê piştî aloziyên 8ê mehê, rastî êrîşeke berfireh hatin. Di 10ê mehê de Artêşa Sûriyê bi piştgiriya komên çekdar ên wekî "Siltan Silêman Şah" (Ebû Hemşe) û "Hemzatê", bi nêzîkî 40 hezar çekdar û çekên giran êrîş birin ser taxan.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin